La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Wergirê p'ostê piling


Auteur :
Éditeur : Mala Qavkasiyê Date & Lieu : 2007-01-01, T'ibîlîsî
Préface : Pages : 300
Traduction : ISBN : 978-9941-400-02-05
Langue : KurdeFormat : 200x290 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 2799Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Wergirê p'ostê piling

Wergirê p'ostê piling

Şot'a R'ûst'avêlî

Destpêk

Wî, yê ku ev e'rş û e'zman bi h'unirê xwe sêwirand,
R'uh' û nefes da r'uh'bera, r'uh' li dinê wî xuliqand,
Da merivayê, diniyalikê bêqeyase h'ezar t'ewnî,
E'seyî kir nisla p'adşa xût mina xwe û wî r'engî.

T'ek te, Xuda, te sêwirand sirafet li her r'uh'berî,
Alîk'ar be, bide h'unur-cinê xirab bikim xwelt
Sur'a h'ibê tu bide min, h'eta mirinê qûlê wê bim,
Sivik ke tu vî gimê min, ta wê dinê xwe r'a bibim.

Şêrî, yê ku bejnê tê tîr û kevan, şûr û mert'al,
P'adşa e'gal, T'amara şexs, p'or'ê şebe bi s'ûrtê lal,
Nizam çawa qursax bikim bi beyît' bidim ez met'h'ê wê,
K'îjan bendê lê dinihêr'e t'irê qende li ser lêvê.

Hêsrê xûnê em bir'êj in, bidin met'h'ê T'amar p'adşê,
Boyî k'îjanê k'ilamêd nûr min sêwirandiye vê hewatê,
Bikim h'ubrê gola şebe, qamîşê ter'bikim qelem,
Li guhdara dil vejenim mina zerga tîra kelem.

T'eslîm kirin ku ez şêrkî bidim met'h'ê wê bi k'ubir,
Bijangê kêr', birû, kezî, lêvê sore xur'iya agir,
Diranê wê Mire sedef, cêrga dur'ê nebînayî,
Wê p'etle kin selê kevir, nerm kin demrê mîna zirî.

.....


HİNE GİLÎ DERHEQA DAST'ANA ŞOT'A R'ÛST'AVÊLÎ
"WERGİRÊ P'OSTÊ PİLİNG" Û T'ERCMEÇİYÊ WÊ Bİ SER ZİMANÊ K'URDÎ

Di t'arîxa e'debiyata diniyalîkê da kêmin e'frandinêd bedewetiyê, yêd ku di welatê xwe da seranser bigîhîştana h'iz kirin û siyanetdariya usa bêh'ed, çava bû qismetê helbesta Şot'a R'ûst'aveliye me'nîgiran "Wergirê p'ostê piling".

Navê Şot'a R'ûst'avêlî rex navêd kilasîkêd e'debiyata diniyayê: Fîrdoûsî, Nizam Gencevî, Şêk'spîr, Dantê û yêd mayîn bi layîqî tê pesndayînê.

Şot'a R'ûst'avêlî ewledê miletê gurc e. Gelê gurc xweyê t'arîxa kevnar û çanda dewlemend e. Welatê gurcan, Gurcistanê di herêma Qavkasiya Başûr da navbera Be'ra R'eş û Be'ra Kaspiyê (Xezer) warê xwe girtiye, ser sînorê Êvropaê û Azîayê, ciyê hevgihîştina cûre-cûrêd çandan û dîn h'ebandina, ser çarr'êya r'êêd t'ucaretiyê (bazirganiyê). Gurcistan bi rewşa xweye t'ebiyatiye qiniyatdar, xeyîsetê mervatiyê û çanda mal-hebûna gundîtiyêye bilind va xweş tê cida kirinê.

Welatê Gurcistanê seba ma'na sitratêjîkiya e'rdê wê hemû waxtan jî dik'ete ber hewasa dewletêd xerîbe seyasetê, aboriyê û eskeriyê. Hema bona wê yekê bû, wekî di menzîla sedsalêd p'ir' dirêj da Rom, Fars, Bîzant, E'reb, Monx'ol, Sêlcûk, T'urk' û zevtçiyêd mayîn dibûne e'dûyê serê gurcan û bi agir û şûr va dihatin dik'etine ser ax-berêd wan. Miletê gurc hemîşe dijî dijminê xwe bi e'gîtî şer'êd giran dadixist. T'arîxa gelê gurc di t'imamiya xwe da dîroka şer'ê mêrxasiyêye bona aza kirina û xweyî kirına serbestiya welatê xwe. Di wî warî da qedera gelê k'urd not'lanî h'al-waxtê miletê gurce.

Di sedsalêd XI-XII da dewleta gurcan gihîşte qewatbûna seyaset û eskeriyêye nebînayî, gulgeşbûna aboriyê û çandê.
Di destpêka sedsala XII p'adşaê aqilbend û sereskerê navdar Davît'ê N Ax'maşênêbêlî (Şênvan) karî berî zevtçiya bida û ji xaliya Gurcistanê der xistana, e'rdê Gurcistanê bigîhanda hev û dewleteke yekbûyîye zor qowet çê kira. Hema di dewra peyî wê sedsalê da, zemanê p'adşatiya Gîorgiyê III û dota wî T'amar P'adşê gele dewlet û e'rd k'etine bin bandûra û destê dewleta Gurcistanê: Qavkasiya di t'imamita xwe da, Azêrbayîcana Îranê, Ermenîstan, herêmêd bakûr-r'ojhilata ber Be'ra R'eş, e'rdê h'etanî Gola Wanê; P'adşatiya Tirapîzonê jî, k'îjan hema di wî waxtî da hatibû saz kirinê, k'etibû bin qolê p'adşê Gurcistanê.

Wê yekê ma'na û giringiya dewleta gurcan êp'êceyî pêş xist û qedrê wê bilind kir. Gurcistan di Aziya pêşîn û R'ojhilata nêzîk da bibû dewleteke xweyî qedrê giran û hêlanêd çandêye bilind.

Wan pêşk'etinêd seyasetê, eskeriyê û aboriyê yêd ku wî çaxî di dewleta Gurcistanê da çê bibûn, ardimî dane vejîna çanda gurca jî. E'debiyata gurcaye qedîm, ulm, felsefe, t'êolojî, hunirmendî gihîştine hêlanêd herî mezin; ocaxêd zaniyariyê û xwendinêye t'eze vebûn, p'eyvendiyêd çandê û t'ucaretiyê (al-vêriyê) t'evî welatêd mayîn êp'êceyî fire bibûn.

Gere e'seyî ewrewş jî bê eşkere kirinê, wekî p'aşed gurcan, nenihêrî wê yekê ku dewleta wan bibûne xweyê qewata eskeriyêye p'ir' zor', gelêd bin dest zêde a'ciz nedikirin û nedihêşandin, qedrê dîn-h'ebandinêd, zimanêd, çand, e'detêd wan xweş digirtin.

Dewra p'adşatiya T'amar P'adşê ra bi heqî dibêjin ku ew bona çanda gurcan bibû "Sedsala zêrîn".

Hema di vî waxtî da e'frandined tarîxî û e'debiyatêye herî girîng hatine nivîsarê. Yek ji wan sertaca poêziya gurcî dastana Şot'a R'istavêliye me'nî giran "Wergirê p'ostê piling"e.

E'frandarê "Wergirê p'ostê piling" Şot'a R'ustavêlî hemçaxê p'adşê Gurcistanêye nav û deng T'arnar P'ade ye. Çawa di dast'ana wî nivîsî da tê xwiyên, R’ust’avêlî nêzîkî dîwana p'adşê û xweyê merreba (qulixa) bilinde, wezîre, ji malbeta navdar û e'sl e.

E'lametiyêd derheqa jîna Ş’ota R'ust'avêlî p'ir' kêm hatine xweyî kirinê. Bi t'exmînî, xudanê "Wergirê p'ostê piling" di salêd 1162-1166 da hatiye diniya ron. Paşî wefat bûna P'adşa T'amarê, nezîkaya salêd 20-ye sedsala XII, şayîrê extiyar diçe dêra şeherê İyênisalîmêye gurcan û li wê jî t'ex'dîr dide. Navê Şot'a R'ust'avêlî di deftera wê dêrê da hatiye nivîsê, lê sûretê wî bi nivîsarê va ser sitûneke dêrê hatiye neqş kirinê.

Ji naveroka dast’anê tê xwiyên, wekî Şot'a R'ust'avêlî berek'eta poêziya diniyalikê dast'ana "Wergirê p'ostê piling" di zemanê T'amar P'adşê û mêrê wê Davît Soslan da, nêzikaya salêd 1189-1207 e'frandiye.

Çawa tê xwiyên, şibêta P'adşa T'amarê k'iriyameta xwe dabû ser Şot'a û lema jî ewî dast'ana xwe p'êşk'êşî T'amarê kiriye. Derheqa wê yekê da R'ûst’avêlî xwexwe xût di destpêka dast'ana xwe da dibêje.

Xudanê "Wergirê p'ostê piling" di dast’ana xwe ye qiniyatdar da tê ber ç'e'van çawa mervekî humanîstî herî mezin di sedsalêd navîn da. R'ûst’avêlî yek ji cêrga wan mervêd e'wlîn bû, yêd ji xeleka bîr-bawariya pajda mayîye li wê dewre di nava cimae'tê da miqerm cî girtibin, bi zanîn der k'etibûn. Şor a R'ust’avêlî pê innanê poêzîayê pesnê îdêêd mervatiyêye herî bilinde vê dinê dide, pirsa qedrê hev girtinê ji aliyê h'emû dîn -h'ebandina dapêjda dik'işine, derheqa dose û evîniya heq- bawariyê, biratiya navbera miletan, xweyî kirina qedr, namûs û heqê vekehevbûna jinan di nava civakê da distre.

Şot'a R'ûst’avêlî di dast'ana xweye cindîtiyê da be'sa şer'e hemdemî ya di navbera qenciye û xirabiyê da diçe, dike. Lê di wî şer'î da, çawa xwexwe xudanê dast'anê eşkere dide k'ivşê, alt'kirina xirabiyê û piroziya h'iz kirinê t'u caran nabe bêyî ardmiya hogirane t'evayî, bêyî ît'bara biratiyê û mêrxasiyê.

R'aste, xudanê "Wergirê p'ostê piling" pêjda tê çawa welatp'arêzek û miletevînekî p'ir' zor, lê t'enê xwe h'iz kirin û fanatîzma dînî ji durî wî ye. Dast'ana R'ust’avêlî nimûşeke herî berbiç'e'v e di dereca biratiya, dostiya û hevgirtina gelan da. E'gîtêd dastanê merivêd ji miletêd, olêd, mert' ebêd, xweyî xeyissetêd başqe-başqe ne. Lê eva yeka astengan pêşiya wan nak'işînin gava lazim e dostiya hev bikin û k'omekê bidine hev.

Sîûjêta dastana "Wergirê p'ostê piling" di gelek welatan da fire pêş dik'eve û belavî dibe. R'ust’avêlî di e'frandina xwe da be'sa p'ir' welatan dike, çawa mesele, welatê Hindê, E'rebistanê, kane (Xorêzmê), Çînûstanê û yed mayîn. Navê hine dewletan jî ewî ber xwe derxistiye, wek Mûlx'azanzar (P'adşatiya P'irîdon), Gulanşero (P'adşatiya t'ucaran).

Şot' a R'ust'avêlî di dast'ana xweye e'gîtiyê da p'ir 'aniyê zor p'ayê mêrxasiyê, cindîtiyê û ît'bar-bawariyê dide. Di "Wergirê p'ostê piling" da ma'na herî e'slî eva pirsa vekehevbûna heqê jinan û mêran e, xweyîkirina layîqdariya jinan e.

R'ust’avêlî, gava ku di dastana xwe da derheqa nîgarêd Nêstanê û T'înat'înê dinivîse, ew cara pêşîn pê wê yekê va miqabilî h'alê jinaye bêheq dibe, çi jî di e'mrê r'ojhilata wî çaxî fire belayî bibû. Xudanê dast'anê di wî warî da e'mrê cimae'ta Gurcistanêye wê demê dide ber ç'e'van. P'adşê; Gurcistanê P'adşa Gîorgî III, lema ku zuretê wiyî kurîn t'une bû, t'ext-t'acê p'adşatiyê t'esmîlî dota xwe T'amarê dike.

Qiniyatdara poêziya gurcan dast'ana Şot'a R'ust'avêlî "Wergirê p'ostê piling" ji zû va ji sinorê Gurcistanê derk'etiye û di xezîna e'debiyata diniyalîkê da ciyê layîq girtiye. Îzbatiya girîngiya h'inurê bedewetiya wê nivîsêye mezin û h'emû dem qebûl kirinê ew yeka dide, ku h'eta niha dast'ana R'ûst'avêlî ser zimanê gelek miletên diniyayê hatiye wergerandinê (t'ercime kirinê).

Lê hema îro jî, bi bextewariya me, ser reqema wan t'erciman şikir dîsa t'ercimek ser zimanê diniyaêye qedîm, k'urdî zêde biye.

Gurc (k'art', bi zimanê gurcî ) û k'urd (k'ûrt', bi zimanê gurcî ), ew du gelêd mêrxasî şervan berê-berê da, ji dewra enzel da cînarê hev bûne û hema t'enê wê yekê va jî mabe, gere e'seyî p'eyîvendiyêd wana hev r'a xurt heba û baş jî hev nas bikirana. Hine zaniyar ewê jî t'exmîn dikin, wekî k'okêd e'slêd gurcan û k'urdan dibekî yek bin jî.

Çawa ç'e'vkaniyêd t'arîxiyê ser zimanêd başqe-başqe e'lemetiyan didin, di sedsalê dawîn da însanêd di e'slê xwe da k'urd p'ir' caran bi êginî û jîr t'evî h'al jîîna dewlet û xelqêd Qavkasiya Başûr di derecêd seyasetê, dewlet bûnê, eskeriyê û çandê da bûne, îlakî ya. dewleta Gurcistanê.

Bi fikira me t'enê ew yek jî besî gotinê ye, ku di zemanê çêkirina dewleta Gurcistanêye yekbûyî û zor qewat da (sedsalêd X-XII) navendêd Qavkasiya başûre giring; Anî, Genca û Divîn bin h'uk'umdariya malbeta k'urdaye zor-Şedadîdan da bûn (s. 951 — 1199), lê di Azêrbayîcanê da malbeta k'urdan — R'ewadîdan h'ukum dikir (s 950 —1071).

Hema xût wî hênî, di dewra p'adşatiya T'amar P'adşê da, di şuxulê ava kirina, qewî kirina û pêşk'etina Gurcistanê çawa dewleteke zor, k'eda du birêd e'slê xwe da k'urd-Zak'ariya û Îvanê Mixargirzêlî (Namildirêj) êp'êceyî p'ir' û zêde ye. Silsilet û zuretêd wan h'erd biran k'eda xwe usa jî dane pêşxistina çand û nivîsk'ariya gurcan ya sedsalêd navîn.

Ç'e'vkaniyêd gurcaye t'arixiyê be'sa wê yekê jî dikin, wekî p'eyvendiyêd (t'êk'liyêd) P'adşa T'amarê bi nivîskî (name hevr'a şandin) hebû t'evî h'îmdarê malbeta Eyûbîan-Selahêddîn Eyûbî (s. 1169-1256), k'îjanê jî bi pîrozî dijî eskerê xaç'p'arêzan şer'dikir û navekî zor qazanc kir.

Lazime ew yeka jî bê gotinê, wekî ser e'rdê welatêd Aziya Pêşîn yêd ku di dewra P'adşa T'amarê da k'etibûne bin qolê dewleta Gurcistanê, herêmêd usa jî hebûn li k'u jî gelê k'urd bi dîrokî (t'arîxî) ser cî-war bibûn.

Heger em wan îzbatiyan t'imam hildine ser h'esabê û bidine ber ç'e'van, dikarin çawa qirar bêjin, wekî di wî dewrî da miletê gurc, pêşiyê p'ara wêyî xwendî û zana, îlakî (t'ayibetî) mervêd nêzîkî Dîwana P'adşê, gelê K'urd, t'arîx û dînbawariya wî baş nas dikir. Ji ma'na wan yekan usa jî t'u car nedibû, wekî merivekî xayê zanîna fire, xwenede û wezîrê p'adşê, çawa Şot'a R'ûst'avêlî bû, haj miletê k'urd nebiya, û hêsa dibû, di e'frandina xwe da r'ex miletêd başqe-başqe ewî be'sa k'urdan jî bikira.

Gilîne jor gotî xweş pêjda dik'işînin giringiya ma'na xêra t'ercima kirina dast'ana Şot'a R'ûst'avêlî "Wergirê p'ostê piling" ser zimanê k'urdî bona lêk'olîna t'arîxa p'eyvendiya du miletêd cînare kevnar -gurcan û k'urdan- di dereca çandê û e'debiyatê da, dewlemend kirina e'frandinêd k'urdiye bedewetiyê da.

Hema bona wan yekan bû wekî xwendevanê k'urd, h'iz kirêd poêziyayê, îlakî k'urdêd di Qavkasiya Başûr da dijîn, salêd p'ir' bêsebir hîviya t'ercime kirina "Wergirê p'ostê piling" ser zimanê k'urdî bûn. Îr'o ewanan, çawa em êdî dibînin, wê gihiştine mirazê xwe û xwestina wan hate sêrî.

Dast'ana Şot'a R'ûst'avêlî "Wergirê p'ostê piling" ser zimanê k'urdî şayîr û t'ercimeçiyê k'urd Cerdoê Esed t'ercime kiriye.

Cerdoê Esedê r'emetî (Arto Ozmaniyan)-(s. 1929-1993) zêdeyî e'mrê xwe di bajarê T'ibîlîsê da derbaz kir. Cimae'tê Cerdoê Esed nas dikir çawa zanayê zimanê dê, e'debiyatê, folklorê û e'detê gel. Ew şayîrvanekî xweyî k'iriyamet û t'ercimeçiyê poêziya xelqê mayîn bû. R' emetî endamê Yek'tiya nivîsk'arê Gurcistanê bû.

Şeş berevokêd şêrêd Cerdoê Esed r'onayî dîtine. Baştirîn nimûnêd şêrêd wî di k'itêbêd dersa zimanê k'urdî û e'debiyatê, almanax û berevokêd başqe-başqe da hatine çap kirinê. Şêrêd Cerdoê Esed bi gurcî, ermenî, rûsî, azêrî û zimanê mayîn hatine t'ercime kirinê. Cerdoê Esed şêrêd şayîrêd gurcan, ermeniyan, rûsane e'yan t'ercimeyî ser zimanê k'urdî kirine.

Cerdoê Esed zargotina cimae'ta k'urdaye dewlemend, poêziya k'urdiye kilasîk û dema îroîn, baş dizanî. Hema ewê yekê jî mecal dane wî k'arê e'frandina bedewetiyêye zor çetin-t'ercima dast'ana Şot'a R'ûst'avêlî "Wergirê p'ostê piling" dest pê kira.

Çawa xwexwe t'ercimeçî tîne bîra xwe, ewî hê di cahaltiyê da ew e'frandina bedew xwendibû û hema wî çaxî jî nêta tercime kirina wê dast'anê ser zimanê dê k'etibû dilê wî. Cerdoê Esed devdevî 25 salan ser t'ercime kirina dast'ana Şot'a R'ûst’avêlî "Wergirê p'ostê piling" bi zimanê k'urdî xebitiye. Lê, telebext ra felekê nehişt ew bigihîşta neşir kirina t'ercima xwe.

Cerdoê Esed di pêşgotina t'ercima xwe da bi qedegerîna mezin sipasiya xwe dibêje wan ulmdarên rûst’avêlîzan û şayîrvanêd gurc, k'îjana jî bi ç'e'vêdr'em k'arêd ewî destpêkirî dinêrîn û şêwrêd lazim didanê.

Waxtê t'ercime kirina "Wergirê p'ostê piling", çawa t'ercimeçî xwexwe dide k'ivşê, ewi met'ina gurcî r'a t'evayî t'ercimêd dast'anêye ser zimanêd ermenî û rûsî jî bi k'ar taanî û ew kiribûne binge.

Cerdoê Esed "Wergirê p'ostê piling" ser zaravê zimanê k'urdiye kurmancî tercime kiriye. Çawa e'yane, ser zaravê kurmancî p'aê p'ir'ê gelê k'urdaye p'ir 'mîlîon dip'eyîve. Hema ser zaravê kurmancî jî poêziya k'urdiye klasike dewlemend û p'ara e'debiyata dema îroîne mezin hatiye nivisarê. Cerdoê Esed not'la e'slê gurcî dastana R'ûst’avêlî bi çapa şêrtiyêye şanzdebangî ser zaravê kurmancî t'ercime kiriye. Eva çapa xet û banga, poêziya k'urdiye kilasîk û zargotina cimae'tiyêye meraniyê -evîntiyê r'a jî ne xerîbe. R'aste, di wî alî da, ciya-ciya kêmasî jî hene, lê di k'arê usa mezin da, ça ku t'ercime kirina dast'ana Şot'a R'usravêliye, bê wan jî nedibû.

Cerdoê Esed di t'ercima xwe da bêjeyêd (giliyêd) h'al-waxtê cindîtiyê û evîntiyêye k'urdî fire bi k'ar tîne. Hema k'omekdariya wê yekêye wekî t'ercima dast'ana Şot'a R’ûst'avêlî ser zimanê k'urdî wek baştirîn nimûneke poêziya k'urdî tê xwendinê.
T'ercima "Wergirê p'ostê piling", ya ku îro k'etiye ber destêd me, cêribandina t'ercime kirina dast'ana Şot’a R'ûst’avêlî ser zimanê k'urdiye pêşîne. Bona wê yekê, bê gilî, ew bê kêmasî jî nikaribû biba. Derheqa wê yekê da Cerdoê Esed di pêşgotina t'ercima xwe da xwexwe jî dibêje.

Berî wan 25 salan bi qirara kolêgiya t'ercimê ya rex Yektiya nivîsk'arêd Gurcistanê t'ercima dast’ana Şot'a R'ûst'avêlî "Wergirê p'ostê piling" ser zimanê k'urdî ya ku bi destê Cerdoê Esed hatibû kirinê, neşirxana Gurcistanêye dewletê "Mêranî" bona neşirkirinê hazir dikir. Lê, wan salan, ma'na di dewletê da guhastinêd binga seyasetê, şuxulê neşirkirina t’ercimê nehate serî û hate ink'ar kirinê. Zûtrekê jî, bedbextiyê r'a, r'ema Xudê hate ser şayîrê k'urd Cerdoê Esed û ew çû diniya heq.

Peyî wê yekê r'a, derheqa wê t'ercima hêjayî pesindariya zemanan da hate bîr kirinê. Ne jî kesî dil kir ardimî bida neşirkirina wê t'ercima delal. Û ha gele waxt desxeta t'ercima Cerdoê Esed bê feyîde ma.

Hilbet, t'ercima dast’ana Şot’a R'ûst’avêliye nemir ser zimanê k'urdî êdî tu waxtî r'onayî nedidît, wekî dilr'emiya û h'izkirina nivîsk'ar, wergêr, k'armenda civakiya gurcaye e'yan, mezina Navenda p'eyvendiyêd çandê "Mala Qavkasiyê" li bajarê T'ibîlîsê sit 'iya Nayîra Gêlaşvîlî nebiya û ewê hewasa xwe neda ser.

Sit'iya Nayîra Gêlaşvîlî giringiya neşirkirina tercima dast'ana Şot’a R'ûst’avêlî "Wergirê p'ostê piling" ser zimanê k'urdî baş da ber ç'e'van û destê ardimiyê dirêjî me kir. Ewê xanima gurcaye xaya sidqê qenc cefakî p'ir' mezin êp'êce waxt k'işand h'etanî bona finanse kirina çap û neşir kirina desxeta t'ercima r'emetiyê Cerdoê Esed siponsor (komekdar) p' eyîda nekirin.

Û gava îro, em k'itêba hane delal û bedew, t'ercima dast'ana Şot'a R'ûst’avêlî "Wergirê p'ostê piling" ser zimanê k'urdî r'a şa û bextewar dibin, eva berî her tiştî emekê sit'iya gurc Nayîra Gêlaşvîliye mezin e.

Eme gumanin, wekî cimae'ta k'urdaye şêkirdar, t'aybetî evîndarêd poêziyayê, omidiya sitiya Nayîra Gêlaşvilî bîr nakin û herdem jî wê minetk'êş û sipasdarêd xizmeta wê me r'a kirî, bimîne.

Li vir ciye derheqa wan çetinaya jî bê gotinê, k'îjana jî bona neşir kirina t’ercima "Wergirê p'ostê piling" ser zimanê k'urdî bi şikilê xwestina dema îroîn astengêd mezin derxistibûn. Cerdoê Esed t’ercima dast'ana Şot'a R'ûst’avêlî bi alîfba k'urdiye kîrîlî (rûsî) nivîsî bû, ya ku di dewra Sovêtê da bona zimanê k'urdî hatibû qirar kirinê. Lê di dema îro da, gava Sovêt hev bela bû, k'urdêd Sovêta berê alîfba rûsî bona zimanê xwe êdî bi k'ar nayînin û her cî derbazî ser nivîsandina bi alîfba k'urdiye latîniya t'eze bûne.

Me'niya wê yekê, berî her tiştî lazim bû desxeta t'ercima Cerdoê Esed ser alîfba k'urdiye latîniya t'eze bihata guhastinê û bi wî cûreyî ser kompûtêrê bidana ser r'êzê. Lê eva yeka, çawa eşkere bû, gele çetinaya r'a girêdayî bû. Mervêd ku bikarana ew k'arana bikirana û ardimîbidana, t'unebûn û di wî alî da barê giran k'ete ser milêd me. Ewî h'alî neşir kirina t'ercimê p'ir' çetin û demdirêj kir.

Girêdayî wan k'aran r'a, anegorî daxwezêd t'eze, lazimiya seranser berhevdanîna t'ercima k'urdî t'evî e'slê dast'anêye gurcî û t'ercima bi rûsî, derk'ete holê. Belgêd desxeta t'ercima Cerdoê Esed jî kemn bibûn û xirab hatibûne xweyî kirinê, cî-ciya jî qet nedihatine xwendinê. Ma'na wê bû, wekî desxeta t'ercima Cerdoê Esed gere bi hûr-gilî bihate rêdak'torî kirinê.

We'dê lêk'olîna t'ercima k'urdî û himberî hev kirina wê met'na dast'anêye gurcî r'a, di t'ercima Cerdoê Esede k'urdî da hine ciya guhastinê lazim jî hatine çê kirinê. Guhastin pirsêd fonêtîka û zaravê zimanê k'urdî û r'ast t'ercime kirina çendik-çend navan û xetan va girêdayî bûn.

Daviya t'ercima k'urdî ya dast'ana Şot'a R'ûst'avêlî, me ferh'engokek ser zimanê k'urdî serda zêde kir bona şirovekirina wan navêd merivan, cêox'rafiyê û t'êrmêd nenas, k'îjan jî di dast'anê da r'astî me tên. Cerdoê Esed, çawa ji desxeta wî tê xwiyên, ferh'engoka wî cûreyî hazir nekiribû.

Eme gumanin, wekî di cêrga t'ercimêd dast'ana R'ûst'avêlî ser zimanêd diniyalikêye cûre-cûre da t'ercima Cerdoê Esede ser zimanê k'urdî jî wê ciyê anegorî bigire.

Axriyê, bi dilgermî sipasiya xwe dibêjne h'emiya, t'ayîbetî k'armendêd "Mala Qavkasiyê", emekê k'ê jî di nava k'arê çap û neşir kirina vê k'itêba delal da heye.

R'onayî dîtina dast'ana Şot'a R'ûst'avêlî "Wergirê p'ostê piling" ser zimanê k'urdî, bi fikira me, qewmandineke berbiç'e'v e û hedayîke t'arîxiyêye e'zîz e bona cimae'ta k'urdan.

K'eremê Anqosî
b. T'ibîlîsî.


Ji aliyê t'ercmeçi da

Min hê di xortaniya xwe da qirar kiribû sert'aca lîtêratûra gurcaye qurnêd navîn bi zimanê xweyî dê t'ercme kira. Û aha, meremê min hate sêrî. Ez devedevî 25 sala ser her xeberekê, xetekê û cumlekê çerçirîm-qacqicîm. Ew xebateke p'ir' çetin û giran bû. Min qe'dandiye, ku h'îmlî orîgînalê r'a amin bimînim, dêmek, bîn-buxsa diniya poêmêye bedewetiyê anegorî çend têk'stêd orîgînalêd bi zimanêd ermenî û ûrisî danîne ser t'extê xweyî nivîsarê. Gele cara bona azur'û kirina xet, xeber û cumlêd çetin ez berbir'î r'ûst'avêlîzan û nivîsk'arêd gurcaye başqe-başqe bûme. Lema jî r'azibûna xwe e'lamî kolêk'tîva (k’oma) înstîtûta lîtêratûraêye ser navê Şot'a R'ûst'avêlî, başqe gotî, dîrêk'torê (serk'arê) wê Gêorgî Sîsîşvîlî û T'ifaqa nivîsk'arêd Gurcistanê dikim.

Belê, xebata mine t'arcme kirinêye sala îdî ser t'extê weye. Ez ze'f baş dizanim, ku ew bêqusûr nîne. Lê ewê bibe h'îmê t'ercma poêmêye paşwextyêye diha baş û t'am.

Cerdoê Esed




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues