La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rûpelinên Elfabê


Auteur :
Éditeur : Tereqî Date & Lieu : 1932-01-01, Şam
Préface : Pages : 28
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 145x200 mm
Code FIKP : Lp. Ku. 330 Thème : Linguistique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Rûpelinên Elfabê

Versions

Rûpelinên elfabê

A D R
a d r
DA RA A RA DA
RA AR A DA AD
ra ar a da ad
A D A R
Dar ad ar da ra a ar da
A, a. D, d. R, r
l. l. l.
.....


PÊŞGOTIN

Bi şeş hejmarên Hawarê ên pêşîn me hin rûpelên elfabê belav qiri bûn. Bi wan rûpelan me hîmê Elfabêya Qurdî didanî û ji xwenda û zanayên qurdan, fiqrên wan li ser elfabêyê pirsîyar diqirin.

Ji ber wan pûpelan sed û pêncîh dest ma bûn. Min dil ne qir qo ew rûpelên ha winda bibin. Min ew dane hev û çend rûpelên din bi ser xistin, ûpê qitêboqeq hate pê. Ev qitêboqa ha, bîra Elfabêya Qurdî a pêşîn e qo nifşên dawîyê lê fedqirin û pê bizanin qo pêşîyên wan di çi tuneyîyê de elfabêya pêşîn da bûn çap qirin. Ji bona pêqanîna çermê wê diviya bû qo çend rûpelên din biqevin pêşîyê.

Bi vê hêncetê min dil qir ji xwendevanên xwe re berpêqirina elfabêya me bi qurî gilî biqim.

Ev elfabêya hanê qo îrû em zmanê xwe pê dinivîsînin paşiya xebateqe salinen drêj e.

Di sala 1919 de ! me da bû çiyayên Meletyê, em qetibûn nav eşîra Reşwan. Mêcer Nowel (ingilzeq) jî digel me bû. Mêcer zarê nîvro dizanî bû, dixebitî qo hînî zarê baqur bibe, û ji xwe re her tişt dinivîsandin. Min jî hin medheloq, stran û çîroq berhev di qirin.

Carinan me li nivîsarên xwe çavên xwe digerandin, dixwendin û diedilandin. Min bala xwe dida Mêcer, bi bilêvqirineqe biyanî, lê bê dişwarî destnivîsa xwe dixwend, lê belê ez, heta qo min (û, و) ji (o, و) û (î-ى) ji (ê- ى) h. p. derdixistin, diqetim ber hezar dijwarî. Ma çima ? Ji ber qo Mêcer bi herfên Latînî, lê min bi herfên erebî dinivîsandin. Ser vê yeqê, di cih de min kerara xwe da û ji xwe re bi herfên latînî elfabêyeq lêqanî. Êdîn minê biqariya destnivîsa xwe paş hezar salî jî bê dişwarî û weqe xwe bixwînim, ji ber qo her deng cihê cihê liser qaxezê dihat seqinandin.

Lewra qo di Elfabêya Latînî de tinê (26) herfên xerxwe hene û di zmanê qurdî de deng ji bîst û şeşan bêtir in, geleq herfên hevedudanî qeti bûn nav elfabêya min; weqo: ch, ou, ai....

Ji xwe di zarotiya xwe de, weqê min di dibistanan de dixwend û hînî herfên erebî û latînî dibûm, tişteq hebû qo min di çavê xwe ra dqir û ji bona herfên erebî, di dilê xwe de digot, ev elfabêqe welê ye qo dengin dide xwendin qo nayine nivîsandin, û latînî yeqcar vajiyê wê ye, herfin dide nivîsandin qo nayine xwendin.

Belê fiqra min di babeta van her dû elfabêyan de ev bû. Bawer biqe bi vê fiqra qo min ji zarotîya xwe ve di sorê xwe de bixwedî diqir, qê’na min ji herfên hevedudanî re ne dihat.

Hingî ji zimanên qo bi herfên erebî nayêne nivîsandin min yûnanî, hiniqî frensizî û elfabêya rûsî nas diqirin. Hema di çîyê de, rabûm herçî herfên hevedudanî ji elfabêya xwe derêxistin û li şûna wan ji elfabêya yûnanî û rûsî herfinen serxwe êxistin.
Bi vî awayî, min elfabêyeq bi sih û şeş herfên serxwe êxisti bû destê xwe.

Weqê em vegeriyan hatin Stenbolê bi vê elfabêyê min qitêbeqe elfabêyê û ferhegeqe qiçiq nivîsand û ji bona çapê qar qiri bûn. Lê mixabin ne ew elfabê, ne jî ew ferheg îrû ne di destê min de ne. Di sala 1925 a de digel hin nivîsarên min ên din gehîştine heta pêşberê Mehqema Xarpûtê.

Sala 1924 a de, li Elmanyayê min careqe din çavê xwe li elfabêya xwe gerand, hûr lê mêze qir û mideqe xwe liser xebitîm. Min bala xwe dida û didît qo ev sê texlît herf hene li hev ne dihatin, herfên yûnanî û rûsî yeqrengiya elfabêyê xirab diqirin. Jû pêve têde du herf hebûn qo ji me re ne gereq bûn. Ji lewra min elfabêya xwe ji nû ve senifand: herfên zêde jê fvêtin, hin herfên latînî bilindeq li wan bar qirin û di şûna herfên yûnanî û rûsî de êxistin. Bi vî awayî elfabêqe bi sih û çar herfan û yeqreng hate pê.

Ez paşê jî bi elfabêya xwe mijûl dibîm. Lê hetanî qo tirq elfabêya xwe belav qirin ya me weqe xwe dima û têde me tişteqî bingehî ne diguhart. Min her tiştên xwe pê dinivîsandin û nasên xwe re dida zanîn.

Weqê tirq elfabêya xwe belav qirin me dît qo di dengên hin herfan de elfabêyên me ne mîna hev in. Dengin hebûn qo tirqan ne bi wan herfên qo me nîşa qirine lê bi herfinên din nîşan qirî bûn.

Herweqî me berî jî çend caran goti bû , ji bona hêsanîqirina xwendina nivîsarên me, ji qurdmancên tirqiyê re, me dngên hin herfan bi hev guhartin û herçend hebû me ewçend elfabêya xwe xist nîzingî elfabêya tirqan.

Ji gotinên jorîn kenc xuya dibe qo elfabêya me paşîya xebateqe sêzdehsalîn e, gora zmanê qurdî, gora dengên zmanê me ye. Herê ev elfabê berî sêzdeh salan hatiye nivîsandin û gora zmên û dngên wî hîn bi hîn edilî û qet halê xwe ê îrû.

Berî û piştî belavqirina elfabêyê min fiqrên geleq qesan pirsîn û gotinên hineqan bi qêrî min hatin. Di nav wan de mirovinen yeqcar nexwenda jî hebûn.

Ji lewra ez vê elfabêyê ji qeda xwe bêtir qeda miletê xwe dihesibînim û pêşqêşî wî diqim.

Ji xwe herçî yê wî ye, ji yê herqesî hêjatir û spehîtir e.

Şam: Taxa Qurdan: 28 çirîya Paşê 1932
Celadet Alî Bedir-Xan




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues