La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rêziman û rastnivîsa zaravayê kurmancî


Auteurs : |
Éditeur : Enstîtuya kurdî ya Stenbolê Date & Lieu : 2005, İstanbul
Préface : Pages : 352
Traduction : ISBN : 975-6282-35-5
Langue : KurdeFormat : 135x195 mm
Thème : Linguistique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Rêziman û rastnivîsa zaravayê kurmancî

Rêziman û rastnivîsa zaravayê kurmancî

Ev xebata hêja ya Samî Tan, ku bi navê "Rêziman û rastnivîsa zaravayê kurmancî" ji aliyê Enstîtuyê ve tê weşandin, encama xebat û lêkolînên dûr û dirêj e. Samî Tan ku ji bilî ro- jnamegerîtiyê wek zimanzan û pisporekî zimanê kurdî jî tê naskirin, xebata xwe ya berê "Waneyên rêzimanê kurmancî" ji nû ve di ber çav re derbas kiriye. Tê de hem guherînên girîng kirine û hem jî mijarên nû lê zêde kirine. Bi van kirinan, xebateke cihêreng derketiye holê.

Amadekarê vê xebatê, ku endamê Enstîtuyê û yê Beşa zimanê kurdî ya saziya me ye, ji gelek kes û çavkaniyan sûd wergirtiye û naveroka xebata xwe zengîn û dewlementir kiriye. Aliyekî din î girîng ê vê xebatê ew e ku Samî Tan jî daye ser şopa kesên mîna Celadet Bedirxan û Feqî Huseyn Sagniç û xebata xwe bi kurdî nivîsandiye, ne ku bi zimanekî din mijarên rêzimana kurdî rave kirine.


Pêşek

Xebat û lêkolînên li ser zimanê kurdî, nemaze bi kurdî, kêm bin jî êdî li vê cografyayê tên kirin. Ev yek dilê me xweş dike û em pê şad dibin. Lê em, hem ji aliyê hejmarî ve û hem jî ji aliyê naverokê ve nikarin bi van xebatên heyî tenê qîma xwe binin. Hewcedarî û pêwîstiya me hîna bi gelek xebatan heye.

Ev xebata hêja ya Samî Tan, ku bi navê "Rêziman û rastnivîsa zaravayê kurmancî" ji aliyê Enstîtuyê ve tê weşandin, encama xebat û lêkolînên dûr û dirêj e. Samî Tan ku ji bili rojnamegerîtiyê wek zimanzan û pisporekî zimanê kurdî jî tê naskirin, xebata xwe ya berê "Waneyên rêzimanê kurmancî" ji nû ve di ber çay re derbas kiriye. Tê de hem guherînên girîng kirine û hem jî mijarên nû lê zêde kirine. Bi van kirinan, xebateke cihêreng derketiye holê.

Amadekarê vê xebatê, ku endamê Enstîtuyê û yê Beşa zimanê kurdî ya saziya me ye, ji gelek kes û çavkaniyan sûd wergirtiye û naveroka xebata xwe zengîn û dewlementir kiriye. Aliyekî din î girîng ê vê xebatê ew e ku Samî Tan jî daye ser şopa kesên mina Celadet Bedirxan û Feqî Huseyn Sagniç û xebata xwe bi kurdî nivîsandiye, ne ku bi zimanekî din mijarên rêzimana kurdî rave (izah) kirine.

Me di serî de jî da xuyakirin ku hîna hewcedarî bi gelek berhemên li ser zimanê kurdî heye. Ji lew re hîna hin aliyên ku divê bi xebatên zanistî bên ronîkirin hene. Yek ji van mijarên ku pêwîstî bi ronîkirina wan heye, zarava û devokên zimanê kurdî ye. Di her berhemeke li ser kurdî de em dikarin rastî senifandinên ji hev cihê yên der barê zimanê kurdî de bên. Ji bo nimûne, di berhema "Em zimanê kurdî binasin" de, ku ev xebat ji aliyê Zana Farqînî, Samî Tan û Hasan Kaya ve hatibû kirin û ji aliyê saziya me ve jî hatibû çapkirin, zaravayên zimanê kurdî wek çar zaravayên sereke hatibûn diyarkirin. Lê belê Samî Tan di vê xebata xwe de xwedî wê ramanê ye ku hejmara zaravayên kurdî pênc in.

Divê em bêyî pêşdarazî li angaşt (îdîa) û ramanan binêrin û nêzikayî li wan bikin. Ji bo me tiştê sereke û girîng ew e ku divê raman xwedî palpişt û belgeyên pêselmîn bin. Helwesta zanistî jî bi ya me ev e.

Em jî bi vî çavî li xebata hêja ya Samî Tan dinêrin û dinirxînin. Bi hêvî û daxwaza ku ev berhem bi kêrî perwerde û hînkirina zimanê kurdî were û her kes jê sûd û kelk wergire.

Enstituya kurdî ya Stenbolê


 

PÊŞGOTIN

Di ser xebata me ya bi navê "Waneyên zaravayê kurmancî " re pênc sal derbas bûn. Wê demê bi tenê li hin saziyên mîna Enstîtuya kurdî ya Stenbolê û rêxistinên HADEP'ê waneyên zimanê kurdî dihatin dayîn. Ew kar li derveyî qanûnên heyî bû, ji ber vê yekê jî polîsan çend caran avête ser saziyên kurd û heta li rêveberên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji ber vê yekê doz hatin vekirin.

Niha êdî kursên zimanê kurdî bi awayekî fermî hatine vekirin. Kesên ku wan kursan dibin sêrî, bawernameyên ku ji hêla midûrên perwerdehiyê ve hatine şanenavkirin werdigirin. Digel vê yekê jî, ji wê demê heta niha berhemên ku bi kêrî hîndekarî û perwerdehiya bi zimanê kurdî werin, pir zêde nebûne. Ev xebata li ber destên we bi mebesta dagirtina valahiya di vî warî de hatiye amadekirin.

Min pêşî bi mebesta berfirehkirina "Waneyên rêzimanê kurmancî " dest bi xebatê kir, lê paşê xebat ji wê çarçoveyê derket; rengekî nû girt. Di wê pirtûkê de mijar wane bi wane hatibûn amadekirin û di dawiya her mijarê de hîndarî hebûn. Xebat di çarçoveya pirtûkeke rêziman a klasîk de bû, mijarên zimanzaniyê zêde li ber çavan nehatibûn girtin. Lewre jî min biryar da ku berhemeke cuda û berfirehtir amade bikim. Ev berhem ji wê çarçoveyê hatiye derxistin, pê re jî ew hîndariyên li dawiya mijaran hatine rakirin. Ev xebata li ber destên we, li ser çar stûnan hatiye avakirin: Dengzanî, peyvsazî, hevoksazî û rastnivîs. Lewma jî me navê "Rêziman û rastnivîsa kurmancî" li vê pirtûkê kir.

Piştî berhema xwe ya bi navê "Waneyên rêzimanê kurmancî ", min dixwest xebatên nû li ser zimên pêk bînim, lê karê rojnamegeriyê rê li ber ve yekê girt; nehişt ku ez li ser zimanê kurdî hûr bibim. Lewre jî ev xebat hinekî bi derengiyê ket. Xebata min a li ser vê pirtûkê bi qasî du mehan kişand. Di encamê de berhemeke wiha derket holê, ez hêvî dikim ku bi kêrî şagirt û mamosteyên zimanê kurdî were.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues