La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Anatomîya Bedena Mirovan


Auteur :
Éditeur : Deng Date & Lieu : 2004, İstanbul
Préface : Pages : 64
Traduction : ISBN : 975-7011-32-0
Langue : KurdeFormat : 160x240 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Linguistique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Anatomîya Bedena Mirovan

Anatomîya bedena mirovan

Doç. Dr. Hüseyin Bektaş di sala 1961 an da, li Kurdistana Bakûr, di gundêki Kanireşê, li hêla bajarê Cewaxçurê hatîye dinê.
Paş xwendina lîsê, derket derwayê welat û di Almanya Federal da li ser ilmê pizîşkî xwend.

Di sala 1990an fakûltê qedand û niha di nexweşxana zanîngeha Hannoverê da li ser bêşê cerrahi û neqilkirina organanan wek doçent dixebite.




PÊŞGOTIN

Bêja anatomîyê ji zimanê Yewnanî ji bêja "anatemnein"ê tê û mena wê perçekirin e. Anatomî jî dibe îlmê perçekirinê. Lê îro mirov ji bêja anatomîyê, îlma tevhevkirina perçeyên bedenê ji bo avakirina organîzmayekî bi fonksiyon fam dike.

Anatomî îlmekî gelek kevn e. Mirov berî bi hezaran salan li ser anatomiyê xebitîne. Li Mezopotamya mirovan mîh ser jê dikirin û gor şiklê kezeba reş, nexweşîyan teşhîs dikirin. Dîsa li mîtolojîya Yewnan da tê gotîn ku, Xudayê mezin Zeus, ji bo cezakirinê, lawê xwe Prometeus davêje ser çîyayê Qaf û li ser zinarekî da girêdide. Eylo her roj tê û parçekî ji kezeba wi ya reş jêdike û dîxwe. Lê kezaba wî heta roja dinê careke din xwe ji nû ve dike, mezin dibe. Yani ta ji wê çaxê jî mirovan him şiklê organan him jî hindek fîzîyolojîya wan, wekî mezinbûna kezeba reş, nasdikirin. Ji bo vê yekê jî mirova dikarî li Mezopotamîyê berî bi hezaran salan ameliyatê çavan û yê kîsika mîzê çêbikin. Wek tê zanîn ew amelîyatana di dîroka mirovatîyê da yên ewilî bûn. Lê pir mixabin ku, di welatê me da pir tişt pêşta neçûn. Em li ser rêya bav û kalên xwe neman û ketin nav nezanîyê û tarîyê. Welatê me hat par vekirin û zimanê me hat qedexe kirin. Ji ber vê yekê jî, zimanê Kurdî, di warê zanîstî da pêşta neçû; nekarî xwe nû ve bike.

Gor zanîna min, heta niha tenê pirtûkek piçûk li ser anatomîya mirovan (The human anatomy) di sala 1978 li Bexdayê, ji alîyê Dr. Eziz Reşit Akreyî hatiye weşandin. Weki din jî çend nivîsên Enstîtuya Kurdî ya Parîsê di rojnama Kurmancî da derketine. Lê xêncî wan nîvîsan agahdarîya min ji weşanên din tune. Ji bo vê yekê jî ez dixwazim bi wê pirtûka piçûk, anatomîya mirovan bi zimanê Kurdî, bi zaravê kurmancî bi wêne û şiklên rengîn biweşînim.

Ev pirtûk ne pirtûkek ji bo îlma bijîşkê ye. Ez tenê dixwazim ku bila zimanê me winda nebe û li ser beşê bijîşkê ji pêşva here. Ger rojekî me di dibîstan û zanîngehên xwe da bi zimanê Kurdî ders da, em dikarin vê pirtûkê wekî bingeh bigrin û wê pêşva bibin.
Bi alîkarîya ferhengeka anatomîyê li dawîya pirtûkê, mirov dikarê navên organan û anatomîya mirovan bi kurdî hîn baş hînbibe û dikare bi zimanên din wek tirkî, ingilizî û almanî va bide ber hev.

Ji bo alîkarîya amadekirina vê pirtûkê, ez dixwazim birayê xwe yê Hesen ra, birêz Zîya Acar ra, hevalên hêja Ünal Yardimci, Dr. Fîkret Yildiz û Dr. Emer Simo ra sipas bikim.

Hannover,Tebax 2003
Doç. Dr. Hüseyin Bektaş




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues