La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Tarîxa Kurdistan II


Auteur : Multimedia
Éditeur : Roja nû Date & Lieu : 1987-01-01, Stockholm
Préface : Pages : 256
Traduction : ISBN : 91-7672-019-5
Langue : KurdeFormat : 145x205 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Ceg. Tar. II 2440Thème : Histoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Tarîxa Kurdistan II

Versions

Tarîxa Kurdistan – 2

Efrandinên Cîgerxwîn yên heta niha çapkırî

1. Dîwana yekem, Pirîsk û pêtî, Sûriye 1945
2. Cîm û Gulperî, çiroka yekem, Sûriye 1948
3. Dîwana duwem, Sewra azadî, Sûriye 1954
4. Reşoyê Darê, Çîroka duwem, Sûriye 1956
5. Gotinên pêşiyan, Sûriye 1957
6. Destûra zimanê kurdî, Iraq 1961
7. Ferheng, perçê yekem, Iraq 1962
8. Ferheng, perçê duwem, Iraq 1962
9. Dîwana sêyem, Kî me ez, Libnan 1973
10. Mîdya û Salar, Libnan 1973
11. Dîwana çaran, Ronak, Swêd 1980
12. Dîwana 5'a, Zend Avista, Swêd 1981
13. Dîwana 6'a, Şefaq, Swêd 1982
14. Dîwana 7'a, Hêvî, Swêd 1983
15. Tarîxa Kurdistan (Cild 1), Swêd 1985
16. Dîwana 8'a, Aşitî, Swêd 1986


Dewleta Îslamê li Hîcazê

Di çaxekî de, ko welatê Ereb di nav destûra derebegî, êlperestî de di nav şevreşa talan û berdîberdan de digevizî bi navê Muhamed, kurê Ebdulah mirovekî mezin û bîrewer weke sitêreke geş di nav ezmanê Hicazê de çirisand û çend mirovên mezin weke Ebûbekir, Umer, Osman, Elî, Telha, Zubeyr, Sad Seîd, Ebdurehman xwe dane ber ronahiya vî mirovê mezin û bihev re welatê xwe ji vê şevreşê derxistin û oleke nû digeldestûreke nû anîne meydanê û piştî mirina Muhamed ne tenê welatê xwe kirin yek perçe, belkî jî .welatê Rom, Îran û Misir jî xistin bin darê xwe.

1 - Muhemed, kurê Ebdulah (Peyxamber):
Di bîstê nîsana sala 571 de hate hebûnê û di sala 623 de ji bajarê Mekehê çûye bajarê Medînê û di sala 630 de Mekehê bi zor xiste bin destê xwe û destûra Îslamê li dar xist û di sala 632 de serê xwe daniye.

2 - Ebubekir, kurê Qehafe (Sedîq):
Ji sala 632 ta bi sala 634 fermandarî kiriye, di çaxê wî de leşkerê Ereb ji Hicazê derket û dirêjî Sûriye, Iraq û Misrê kirin. Û di sala 634 de serê xwe daniye.

Mirovekî mêr û merd û bîrewer û hozan bû. Serekwezîrê dewleta Muhemed peyxamber bû. Di pişt mirina wî re bû padîşah û serdarê leşker û çavên xwe berdane firehkirina Împeratoriya Îslamê û yekîtiya milet û welatê Ereb.

3- Umer, kurê Xettab :
Ji sala 634 ta bi sala 644 fermandarî kiriye. Serdarên leşker guhartin û leşker li pey leşker rêkirin, nav welatên …




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues