La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Tofan


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2006, İstanbul
Préface : Pages : 74
Traduction : ISBN : 9944-382-05-1
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv.-Kl. 1046Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Tofan

Tofan

"ŞER E, ŞÎN E, ŞAHÎ YE... ew êdî Xwedê dizane bê çi ye, lê ez nizanim. Ez nizanim bê li kuderê ye jî. Hawurdor tîr û mîna reşkonekî kurmanciyê tarî ye. Agirekî bi revî, agirekî bi rengên fodilî li binê vî reşkonî bilind hikdikişe û li ser sofiyekî datê. Sofiyekî ji herdu çavên xwe kwîr, di vê tariyê de û li pêş vî agirê pîrozwer çog dane erdê û li ber defa singê xwe elbaneyekê tilî dike. Bi eşq û hunereke welê dirifîcine ku meriv dibêje qeyê bi agir re ketiye şer û qayişê, meriv dibêje qeyê agirperestekî dema Medan e û bi agir re digirî, dilorîne û bi agir re direqise. Bi vê ricifîna elbanê re singeşingeke îlahî bi wan hemû xelekên hundurê qasnaxê elbanê dikeve, ji navê û berjor ew jî xwe pê re li ba dike û rêşiyên li dora şahra serê wî di ser hev de pêl didin.

Vê çîrokê...
divê "Hûn eve ji zarokên xwe re vebêjin,
zarokên we jî ji zarokên xwe re
û zarokên wan jî
ji nifsên dahatû re."

(Tewrat - Yoel 1:3)


"Ya qadirê erd û asiman !
Ez evdekî Te î ji axê Ahmedê Xanî,
ji cenabê Te î zulcelal lava dikim ku bi destûr û fermana Te,
ji îro û pê ve her sêsed û sê calan carekê Bekoyê Ewan bi ruyê vê dunyayê bikevit.
Qesd û mexseda ji evê lavayê ne ew e ku bêmarifetiyek bibit,
na û bîlekis, belbî jî mebest ew bit ku ev hîkmet
mislî lutfeke Yezdanê erş-î ala bibit îbret-î milet"
Hurmetkarê cenabê Te î Mezin

Ahmedê Xanî
21 meha muharremê 1695.

Her kiyê ku rû ji vî erdê bade, ruyê wî reş be.
Her kiyê ku bêbextiyan li ax û ava vî erdî bike, ax û ava reş ê di çavên wî de were û ew ê têr nexwe.
Her kiyê ku zimandirêjiyê li vî erdî bike, ziman ê di devê wî de biwerime û deng ê jê neyê.
Her kiyê ku destdirêjiya evî erdî bike, dest û pêyên wî ê bişkê û ew ê têkeve ber destan.
Her kiyê ku bike bi îzet-î nefsa vî erdî bîlîze, ew ê rezîl û riswayê alema jêr û jor bibe.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues