PÊŞGOTIN
Wek ku xwendevanên Berbangê pê dizanin, em hersê nivîskarên vê pirtûkê di redaksîyona Berbangê de kar dikin. Ji xwe, me ji hinek nivîsarên vê pirtûkê jî, di çend hejmarên Berbangê de weşandi bûn. Di vê mijarê de, xebatên me hersê hevalan jî cuda cuda hebûn. Heval Xorto di destpêka şerê Kendavê (Xalîcê) de roj bi roj not girtibû. Heval Cemal Batun li ser şerê Kendavê û pirsa Kurdan gelek nivîsar nivîsandibû û bi gelek berpirsiyarên tevgerên Kurd re hevpeyvîn çêkiribûn. Heval Amed Tîgrîs jî, ji roja destpêka şerê Kurd û Iraqê bi navê "Roj bi roj" nivîsarên peryodîk nivîsandibû û beşek jê di Berbangê de weşan dibû. Me hersê hevalan biryar da, ku xebatên xwe bikin yek û bi wan re, ew dokumentên ku li ser vê pirsê hene û derketine berhev bikin û di yek çavkaniyekê de çap bikin. Ji ber vê yekê me bûyeran li gor dîrokê bi rêz kir û dokumentan jî li navê bi cih kir.
Ji derê gotaran me nexwest her bûyereke bi dûr û dirêj şirove (komentar, yorum) bikin. Me vê mafê fîkirandin û şirovê ji xwendevanên xwe yên hêja re hişt.
Ev beşek ji dîroka cîhanê û ya Kurdan a çend mehan an jî çend rojan e. Ji bo rojên pêş Kurd dikarin li ser van bûyeran bifikirin û bigihêne bîrûbaweriyekê. Ji aliyê din ve, bûyera şerê Kendavê û bi taybetî trajediya Kurd ku li ber çavê cîhanê pêk hat, bila wek dîroka me ya berê ji bîr û wenda nebe. Wek dîroka me ya kevin bi gotinên vala û yekalî nemîne. Ji ber ku ev çend meh di dîroka Kurdistanê de gelekî girîng in. Bila di rojên dahatû de gelê Kurd, kirin û bûyerên ku li ser axa Kurdistanê pêk hatin, bê şirove bizanibe. Bila gelê Kurd, çerxa cîhanê, rola rêxistin û pêşewayên xwe bê şirove nas bike. Bi xwe biryar bide.
Heger xwendevan di hêla ziman de, hinek zehmetiyan bibînin, bila li me biborin. Ji ber ku pirtûk ji sê pênûsên cuda derketiye.
Kovara Berbangê û rojnamevanê Swêdî Stefan Hagberg ji bo fotografan arşîvên xwe ji me re vekirin. Em ji wan re gelek spasdar in!
Nivîskar 1992 Stockholm
Beri dagîrkirina Kuweytê rewşa İraqê
Iraqê, 8 sal bi İranê re şer kir û di dawî de jî, bi serket. Piştî vê şerê han Iraq di nav Ereban de bû xwedî peyv û rêzgirtineke mezin û giran. Bi rastî, eger mirov bi çavekî realîst li encamê şerê İran û Iraqê temaşe bike, dê bigêhe vê baweriyê, ku Iraq ji şer, wekî aliyê serfîraz derket. Piraniya dewletan û bi taybetî yên Rojava û Sovyetê piştgiriya Saddam kirin. Niha baş tê zanîn û di rojname û kovarên mezin û navdar de hate dîyar kirin, ku di destê CIA gelek wêneyên ku li ser cîh ên leşkerî yên stratejîk yên İranê, hebûne, ew dane Iraqê.
Herweha bi awakî berdewamî, pisporên leşkerî yên Sovyetê, di xizmeta artêşa Iraqê de bûn. Alîkarî ji welatên Rojava û Rojhilat her dihatin kirin. Bi komkirina van tiştên jorin, Iraq di dawiya 1980-an de sîstemeke leşkerî û çekdarî ya herî nûjen û bilind pêk anî.
Hêzên Kurdên çekdar û merkezên wan, ji ber êrîşên kîmyewî û çekên giran hema hema li nav axa Kurdistana Başûr neman. Partî û hêzên Kurd, merkez û pêşmêrgeyên xwe ji Kurdistana Başûr kişandin herêma Kurdistana İranê. Saddamê faşîst, piştî serketina şerê li dij İranê Kurdistanê carekê din çol û wêran kir.
Lê, şer bi xwe re barekî gelek giran ani ser aboriya Iraqê. Deynê Bexdayê, nêzî 100 milyar dolar bû. Bêkarî gelekî zêde bû. Ew bû pirsek ji yên herî girîng. Gelek kargeh nedikarîbûn kar bikin an jî berhemên wan kêm bûn. İraq, di krîzeke bê ser û ber û kûr de bû. Ji serxweşiya serketina şerê İranê, divê Saddam planên êrîş û dagîrkirineke nû bidîta û wê pêk bihaniya.
.....
|