Kurtepêşgotinek
Mîzah şaxeke edebîyata miletekî ye ko beşê herî balkêş e. Ger di civatekê de mîzah û rexneyên mîzahî tunebin, pêşketina wê civatê jî qels e. Mîzah jî wek gelek şaxên edebî û folklorî û mûzîkî, parçeyek ji neynika wî mil-letî ye ko di wê neynikê de kil û kêmasîyên xwe dikarin bibînin û xwe li gor wê rast bikin.
Ji derveyî pêkenîn û henek û laqirdîyên devkî yên folklorîk, çi bigre her millet xwedî mîzaheke nivîskî ye jî. Di her civatekê de bi destpêka der-ketina rojname û kovaran re, her weha kovar û rojnameyên mîzahî jî dest bi weşanan kirine. Ger em di edebîyatê de hicîv û rexneyên helbestkî ne-hesibînin, di edebîyata kurdî de mîzahê bi derketina rojname û kovaran dest pê nekirîye.
Yekem rojnama kurdî Kurdistan di 1898-an de derket û ji wê rojê heta îro li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt nêzîkî 1026 kovar û rojnameyên kurdan derketine. Di nav van rojname û kovaran de tenê pênc kovarên mîzahî derketine (Mîrkut, Zengil, Îsot, Kovik û Tewlo) ko wan jî piştî salên 1985-an dest bi weşanê kirine.
Di 1985-an de bi alîkarîya carcarî ya Eşref Okumuş, bi navê Mîrkutmin kovareke mîzahî derxist. Di wê kovarê de di bin navên cihê cihê de min gelek nivîsên mîzahî û pêkenîn nivîsîn. Piştre di kovara Federasyona Komelên Kurdistanê Berbangê de bi navê Sîrkut, paşê li gel Mamoste, bi navê Tirşik me mîzaha xwe li wê domand. Û nuha jî di rojnama Armancê de bi navê Beroş quncikeke min heye ko tê de li gel pêkenîn û karîkaturan, carna hin çîrok an nivîsên mîzahî jî dinivîsim. A ev kitêb hinek ji wan nivîs û çîrokên ko di wan quncik û kovaran de cih girtine, hatiye amadekirin.
Mahmûd Lewendî |