La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dûr û bê Qesem


Auteur :
Éditeur : Havîbûn Date & Lieu : 2002, Berlin
Préface : Pages : 144
Traduction : ISBN : 3-926522-91-7
Langue : KurdeFormat : 120x190 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Dûr û bê Qesem

Dûr û bê Qesem

Zeynel Abidin

Havîbûn


Ji bo kîjan avayên hilşiyayî,
Kîjan destên avavok,
Çêbûye evîn?
Hûnerên şêlû
Û helbestên bêgûman,
Tenêbûna me dimeşînin
Da bersivek bide,
Êvara min!
Wêneyek,
Çi wext,
Nejîndebûna me ye?
Hêşta hêviyên xwe,
Bê çek nehîştîbûn
Xortên agirnihêr.
Keçên avrûyî,
Jana xwe dixemilandin,
Bi xeyalên xwe yên avavok
Û ji memikên wan,
Daxwezeke xeşîm dipekiya
Singên me.
Me û wan, pêkve
Û bi daxwezeke dilovan,
.....



Diyarî

Ji bo kesên, ku wan xwe ji kêmasiyên xwe afirandin û ti car tenezûla merhemata dijminên xwe nekirin...

Ji bo kesên, ku wan, bi ked û hebûn, bi raman û hestên xwe yên pîroz li ser azadkirina welatê xwe û rizgarkirina gelê xwe yê kedkar û avakirina dinyayeke azad û wekhev tekoşiyan û di vê rê de wek gulên sor, axa welatê xwe hembêz kirin.

Ji bo kesên, ku wan, canek ji canê xwe dan û ew, li axa welatê xwe gorandin û hê jî, li dij dagirkerên xwînmij, mîna hawareke pîroz li pey Doza Kurdistan dimeşin.

Ji bo dayikên şehîdên şoreşa Kurd û Kurdistan... Bi hezaran car rêz digrim û bes li ber gelê xwe
serê xwe ditewînim...

Zeynel Abidin



Beşa yekem

Û ji min xiraptir tu nalînekê nehatiye rûyêerd.

Êvara hîva mirî

Ji bo kîjan roj dibarî,
Êvara hîvê?
Ji bo kîjan rengên kevnare,
Ku ew bi zerbûna xwe dixemilin?
Keniyên te,
Rêzên miriyan dixe li ber rêya min,
Keniyên te yên reş û kelagirî,
Min divê!

.....



Pirtîrkên Zeynel Abidîn yên çapkirî

Helbest
Bir sevgi bîn yara (1987)
Diyarbekir destanı (1988)
Köz deryasının Med alevleri (1991)
Stran digotin (1995)
Yeniden doğuşun ahitleri - 1 (1998)
Agir digrî (1998)

Roman
Hüznün maviye akar (1998)
Binefşên tariyê (2000)

Werger - helbest
Min ji bêrya te piranga kevin kirin
(Ahmed Arif)
(1998)

Ber çapê
Werger - roman
Memê zirav - 1
(Yaşar Kemal)

 

 






Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues