La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Pampa min


Auteur :
Éditeur : Lîmûş Date & Lieu : 2009-01-01, Yêrêvan
Préface : Pages : 96
Traduction : ISBN : 978-9939-805-98-6
Langue : KurdeFormat : 145x200 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 3300Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Pampa min

Pampa min

Fêrîkê Ûsiv

Lîmûş


Berhemên Fêrîkê Ûsiv, ku hatine weşandinê

- Çevkanî, Yêrêvan, 1961
- Gula Elegezê, Yêr., 1964
- Lîrîka, Yêr. 1967
- Ûsivê Nevya, destan,Yêr., 1973
- Narê, Yêr., 1977
- Hisretdevter, Yêr., berevoka "Bhara teze" da hij 3, 1984
- Dinya delal, Yêr., berevoka " Bahar" da, hij, 6, 1987
- Hîveron, Stockholm, 1993
- Hisret, Yêr., 2004, paşe Erbîl, 2005
- Destan, Yêr., 2005, paşê Êrbî1, 2006
- Ber ava gurr, bi zimanê ermenkî, Yêr., 2004
- Bera ber derya, berevoka wergera, Yêr. 2006
- Kerdîga kilama, dupa helbestên çapnekirî, Yêr., 2007
- Berevoka berhema, cilda 1, Yêr., 2008
- Berevoka berhema, cilda 2-a, Yêr., 2008
- Berevoka berhema, cilda 3-a, Yêr., 2009
- Pampa min, berhemên bona zarokan, Yêr., 2009



Derheqa Fêrîkê Ûsiv da

Min dev-devî nîv sehetê êvariya bo 50-î saliya dayîkbuyîna Fêrîk da xeberda. Min got, wekî wetenhizî, dilkelî, hub, hisret, tebiyet, xiyalêd emir ruhê efrandinê Fêrîkê Ûsiv in, efrandin, ku bi mecalêd angor: bi kurmancîke dewlemende bê qisûr û ferih, bi nexş-nîgarê geş, çapêd teqil hatine hunandinê. Şiyêrêd Fêrîk mîna kanîke xweber bilqîn pê bikeve - ji dilê wî dikişin...

... Min Fêrîk hesab kir şayîrê kurdî mezin.

Hecîyê Cindî, s.1984

Bi dil û can pêşkêşî Fêrîkê Ûsiv - şayîr û helbestvanê kurdê sovêtistanê yê hêja, bi xîret, qedirgir û wetenperwêr dikim.

Qanatê Kurdo, 19.01. 1984, Lênîngrad (Pirtûka "Tarîxa edebyeta kurdî")

Fêrîkê min, "Çevkanî"- navê kitêboka teye çûke pêşin — ew îda poêzyaye. Her tişt hatiye gotinê... Ew çevkaniye mizgînî, ji wê çevkaniyê şiyêrên te, ku mîna ava tezeye zelal, sar û xweş, îda dertên me zef şa dikin .

Emînê Evdal, s. 1961

Demeke dirêje - dîna min lêye, çika çi nivîskarên teze têne dinyayê. Û vaye - ne tenê nivîskarên ermenî, lê yên miletên mayîn jî bin kevira derdikevin wek kaniyên zelal, ku vê lepa axa kal - bavê me ermeniya sitirîne. Aha yek ji wana ev e, yekî bi talant, xudanşuret Fêrîk e, ku min bi xwe jê tercme kirîye.

Ez di wê baweriyêda me, wekî ew gelekî hêja ye, ku bibe endamê Yekîtiya nivîskara...

Hovhanês Siraz, s.1964, (Helbestvanê ermenîyî mezin: F.H)

Nava edebyeta me da ciyê Fêrîk, destnivîsar - stîla wî dîyar bû. Kurmanciya bêqisûr, pirzanebûna zargotin, erf - edetên me kurda, qedirgirtina her peyîvekê û bi hostatî cîda karanîna wan, fantazya efrandinêye mezin, bi serbestî zanebûna hemû surên şayîrtiyê Fêrîkê Ûsiv kirin nûnerekî edebyeta meyî herî berbiçev....

Fêrîkê Ûsiv hertim bi derd û kulê Kurdistana xwe va dijît û dikewgirî.

Şekroyê Xudo, s. 1997

Di nava ezmanê helbestvaniya kurdên Sovêta berê da, ji salên 50-î yên sedsala 20-î û virda çend stêrkên geş yên wek stêrka serê sibê derketin û di nav wan da yeke here geş stêrka Fêrîkê Ûsiv bû.

Wezîrê Eşo

Fêrîkê me, Fêrîkê Ûsiv ewledekî gelê kurdî xwedî şuret, merîfeta xwezayi ye (tebyetî) erhed e û mezin e... Di goveka xwedîharkirina şayîrtiyê da Fêrîkê Ûsiv, destpêkê girtî heta dawiyê, xwe testîq kir çawa şexsekî efrandariyêyî helal û bi temamî dilvekirî.

...Û şayîrekî mîna Fêrîkê Ûsiv, ku serdapê îsaf bû, helal û temiz - destê hine "şayîr" û "rewşenbîrên" nexwez û nezan da hergav dizêrya dikewgirî... Pirs ew e, wekî suret - merîfeta ji Xwedê hatî geleka davîte di nava xêrnexweziya tel û terî.

...Naka Fêrîkê Ûsiv wek şayîrekî esilzade bêminet dilive diçe berbi pêşeroja edebyeta kurd û Kurdistanê,.poêzîya wî bi taqên xalis e kûr û bi xemil - rengên ştav va nitiriye... ew her tenê layîq - hêjeyî hizkirinê û qîmetkirina bilind e.

Çerkezê Reş, sala 2003

Şayîrê kurd û hevalê qenc Fêrîkê Ûsiv ra. Gelê me muhtacê qabilyeta şayîrê mîna te ne.

Elîyê Evdilrehman ("Dê",15. 09.1965)

Fêrîkê Ûsiv helbestvanekî Xwedêdayî bû, hostê xebera bedewetiyê. Ewî bi helbest û destanên xwe yê delal cûre, reng û naverokeke nû, bi heqî nûjenîke eslî anî nava poêzya Kurdaye pirqurne. Ji cûrê klasîkî dûr ne ket lê ew bi rê û şopa xwe ye kûre xwexatiyê xemiland, dewlemend û rengîn kir.

Eskerê Boyîk, s.2004

Şayîrê xweyê şureta mezin Fêrîkê Ûsiv teql û akleke teze kire nava poêzîya kurdaye sovêtiyê. Hema ji gavêd efrandariyêye pêşin da ewî nexş û awazêd şayîrtiyêye teze xwe ra anîn, kete nava "crîda" edebyetê, çawa siyarê hespê Pêgasî kihêl.

Babayê Keleş, s. 1984

Ji şikberiyê dere, ku Fêrîkê Ûsiv (1934-1997) sedî-sed ji helbestvanê kurdên Sovyetistana berê yê herî navdar bû...

Têmûrê Xelîl, s. 2006



Pampa min

Pampa mine baş, Pampa min kubar
Wê pal vedaye wan quntarê sar,

Pamp mîna bûka, bûka xeml lê bend,
Dorê çiyayêd me girtine govend...

Çiyayêd me bilind, çiyayêd me kubar
Jê dixulxulin cew û kaniyê sar,

Şimalê mij tê mîna karvana
Ser çiyayê mera diçe arana.

Êvarê bi hewas mij guje-guje,
Û nav mijê da Pamp dihênije...

Pampa mine sar-gulistan Şîraz,
Min jê baq kirin gulêd xwe ye xas...

Ax, çiqa dixast min hezar guman,
Ku wextê mirin min bibe mêvan,

Cimeta min meytêm şahîrî
Çelbike serê çîyayê Dibûrî...

Ku mija Pampê mîna karivana
Bê û ser mire ra here arana

Bîna gulê min,huba dilê min,
Huba dilê min, derd û kulê min

Bibe arana,
Bibe arana,
Bibe arana,
Qurn û dewrana...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues