La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Hawar, cild 1, hejmar 1-23


Auteur :
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1998, Stockholm
Préface : Pages : 612
Traduction : ISBN : 91-88592-340
Langue : KurdeFormat : 165x235 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Hawar, cild 1, hejmar 1-23

Versions

Hawar, cild 1, hejmar 1 - 23

Celadet Alî Bedir-Xan

Nûdem


Xwedî û berpirsiyarê Hawarê Celadet Ali Bedir-Xan di sala ı897an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Ew kurê Emîn Alî Bedir-Xan û birayê Kamiran û Sureya Bedir-Xan e. Di warê siyasî, kulturî û edebî de, rola Celadet û malbata wî mezin e. Malbata Celadet ku bi têkoşîna xwe ya ji bo avakirina Kurdistan navdar e, piştî avakirina cumhûriyeta Tirkiyeyê, ji aliyê karbidestên cumhûriyetê ve tê surgun kirin. Bavê Celadet, Emîn Alî û birayê wî Sureya li Misrê bi cîh dibin û Celadet û birayê xwe Kamiran jî ji bo xwendine diçin Almanyayê. Celadet li Almanyayê doktoraya xwe ya huqûqê dike û di salên sihî de vedigere Şamê. Şam hingî di destan fransizan de ye. Celadet li wir dest bi takoşîna kurdayetiyê dike û dibe yek ji pêşengên tevgera Xoybûnê ya girîng. Piştî ku serîhildana Agiriyê têk diçe, Celadet Bedir-Xan destê xwe ji siyasetê dikişîne û xwe bi hemî hêza xwe dide kultur û edebiyatê. Ew di sala 1932an de dest bi weşandina kovara Hawarê dike. Ji sala 1932an heta 1943an 57 hejmarên Hawarê derdikevin. Ji bilî kovara Hawarê jî wî ji nîsana 1942an heta adara 1945an bi navê Ronahiyê kovareke din derxistiye. Ev kovara ha jî xwerû bi kurdî bû û li ser hev 28 hejmar derketine. Ji bilî kovarên Hawar û Ronahiyê Celadet Bedir-Xan ev pirtûkên ha jî nivîsandine: Elîfba kurdî, Rêzimana kurdî, Ferhenga kurdî, Rêzana elfabeya kurdî, Rûpeline Elfabê, Dibaca Mewlûdê, Dibaca Nivêjên Êzdiyan, Mektûb ji Mustefa Kemal paşa re, Ji mesela Kurdistanê, wergera çîroka Conî û Cimêma û bi dehan nivîs û gotarên çapkirî û neçapkirî... Herweha Celadet Bedir-Xan digel birayê xwe Kamiran bi riya weşanên Hawarê bi dehan pirtûk pêşkêşî pirtûkxaneya kurdî kirine. Celadet Bedir-Xanê ku ji bilî navê xwe li dor deh navên din jî bi kar anî ye, di 15. 7. 1951ê de mîna gelek pêşeng û rewşenbîrên kurdan, ji welatê xwe dûr, li Sûriyê wefat kir. Ew niha li goristaneke Şamê veşartî ye.



HAWAR HAT HAWARA ME!

Hawar denge zanîne ye. Zanîn xwe nasîn e.
Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiye vedike.
Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin.
Hawara me berî her tişrî heyîna zimanê me dê bide nas kirin.
Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e.

(Cdadet Alî Bedir-Xan, Hawar hejmar 1, 1932)

Kovara Hawarê gelekî bi derengî kete destê min. Ez bawer dikim min ew di ala 1982an de bi dest xistibû. Niha nayê bîra min bê min ew çawan û bi kijan riyê bi dest xistibû, lê baş tê bîra min gava ew ketibû destê min, fena ku malê dinyayê bûbû yê min. Ez ji xwendina wê têr nebûbûm. Mina ku min tiştekî xwe yê bi qîmet winda kiribû û dîsan ew dîtibû. Hawarê ez hê bêtir bi nivîsandina kurdî ve girêdabûm. Şêriniya zimanê kurdî bi min şêrîntir kiribû; fikra dostanî, xweşbînî û bêhnfirehiyê li ba min bi qîmet kiribû. Ez ber bi cîhana kurdîtiyê, ber bi kûrîtiya diroka Kurdan ve ajotibûm. Xwendina çîrok, stran, şîret û gotarên di Hawarê de tameke bi lezet dabû min. Bîrbirî û sergiraniya Celadet Bedir-Xan, hêviya peydabûna entelektueliyeke kurdî li ba min xurt kiribû. Hêviya entelektueliyeke kurdî ya xurt, hêviya biserketinê dabû min. Ew Hawara bi çapeke piçûk û bi aleke kurdî pêçayî, ji bo min, bersiveke herî di cih de ya li dijî polîtıkayên asîmîlasiyon û înkariyê bû. Niha, gava ez rûpelên Hawarê di ser hev re diqulipînim, ez têdigihîjim ku Mîrza Hemreş Reşo bi jinûveçapkirina Hawarê zehmetiyeke çawan kişandiye, karekî çigasî baş û pîroz kiriye. Ez bawer dikim, ger ne ji vê fikir û xebata Hemreş Reşo bûya, wê Hawar bi tenê di arşîv û pirtûkxaneyên hin entelektuelên kurdan de bima û wê nivşek ji xwendina Hawarê bêpar bima. Bêparmayina vî nivşî, wê di warê zimên de gelek serêşî bi xwe re bianiya. Hemreş Reşo bi jinûveçapkirina Hawarê, hem Hawar ji mirin û jibîrkirinê parastiye, hem ew gîhandiye nifşekî, hem jî rê li ber berberî û nelihevkirinên zimanê kurdî girtiye.

Niha, gava mirov li dîroka Hawarê û li rola wê ya îroyîn dinihêre, di salên heftêyan de çapnebûna Hawarê, hem di warê zimên û rola zimên de, hem jî di warê hîsên milî û xwenaskirinê de, kêmasiyeke mezin e. Di salên heftêyan de, bi taybetî ji 75an heta 80yî, li bakurê welêt tevegreke xortan ya xurt hebû. Dînamîka salên heftêyî mina bombeyekê ji teqandinê re amade bû. Lê ev dînamîka ha bêtir angajeyî siyasetê bû. Ger bi qasî karên siyasî, karên edebî û çandî jî hatibûya kirin û di wan salan de kovara Hawarê li bakurê Kurdistanê an jî li Tirkiyeyê hatibûya çapkirin, wê li hemberî pêla asîmîlasiyonê bibûya hendek. Lê mixabin, ew nivşê li welêt, ji peydakirin û xwendina kovara Hawarê bêpar ma; yên ku derketin derveyî welêt, ev kovara ku di dîroka edebiyata me de rola wê ne kêmî rola pirtûkeke pîroz e, li biyanîstanê bi dest xistin. Dîsan li vê biyanîstanê, dostê hêja, rehmetiyê Mihemed Bekir, bi zewq û besteke mezin li derxistina Hawarê mijûl bûbû. Wî bi çapeke bedew, ji hejmara 1ê heta hejmara 9an, mîna cildekê derxist. Lê nexweşiya kambax pêxîla vî dilşewatê kurd berneda û hê berî ku ew bigihîje armanca xwe bi cîh bîne, wî ji nav me koç kir. Mirov dikare bibêje, ku di pêla dudan ya danasîna kovara Hawarê de, rola rehmetiyê Mihemed Bekir gelekî mezin e. Xwedê wî bi rehma xwe şa bike.

Mîna jinûveçapkirinên Hawarê, destpêka weşana wê jî her li derveyî welêt bûye. Piştî şikestina serîhildanên Dêrsim û Agiriyê, piştî xebatên dûr û dirêj, Celadet Bedir-Xan, bingehê kovara xwe li Şamê datîne. Ew hejmara pêşî di 12ê îlona 1932.an de derdixe. Celadet Bedir-Xan dixwaze bi derxistina kovara Hawarê di diroka kurdan ya nûjen de rûpelekî nû veke û kurdiya ku bi salan di bin nîrê zordestiyê de maye, rizgar bike. Wekî din, ew bi kovara Hawarê kevneşopiyekê jî dişikîne; dev ji nêvî bi tirkî û nêvî bi kurdiyê berdide, an jî bi temamî dev ji zimanê tirkî berdide û di şûna wê de kovara xwe, çend rûpelên frensizî ne tê de, xwerû bi kurdî derdixe. Celadet beg dixwest bi riya Hawarê kurdan bi zimanê wan, bi girîngiya zimanê wan; bi gotineke din, bi hebûna wan bihesîne. Gava mirov çavekî li her 57 hejmarên Hawarê digerîne, mirov dibîne ku Celadet Bedir-Xan vekirî tu îdeolojî nepesinandine, kurd nekirine sinif û tebeqe, sinif û tebeqeyek negirtiye û li dijî sinif û tebeqeyeke din şer nekiriye. Di ferhenga wî de gotina "kurd" tê maneya biratî, hevaltî û dostaniyê.

Di welatekî bê dibistan de, bê perwerdeya bi zimanê mader de, wî dixwest bi Hawara xwe dibistaneke milî ava bike; tê de fikir û ramanên milî, tê de dostanî û biratiyê belav bike.

Lê dema wî demeke bêdengiyê bû; demeke şikestina kurdan, demeke tirs û surgunan bû. Kurdên xwende kêm bûn, yên hebûn jî ne ewçend nêzîkî zimanê kurdî bûn. Celadet dixwest bi riya Hawarê hem nivîskaran çêbike, hem jî xwendevanan bigihîne. Wî destê alîkariyê dirêjî Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Nûredîn Zaza û hinên din kir, ew ber bi cîhana nivîskariyê ve kişandin û bi xêra wê dibistanê ye ku îro navê van kesayetiyên kurdan nemir bûne. Hem ew kesayetiyên kurdan nemir bûne, hem jî bi xêra Hawarê zimanê kurdî yê edebî zindî maye. Ji xwe gava Celadet Bedir-Xan destê xwe ji siyasetê dikişîne û xwe bi hemû hêza xwe davêje qada ziman û edebiyatê, ew ê li van rojan fikirîbe. Li gorî delîlan ku li dû wî mane û li gorî gotinên kevaniya wî Rewşen Bedir-Xan ku ez di sala 1987an de li Baniasê lê bûbûm mêvan, Celadet Bedir-Xan derwêşekî karê xwe bûye. Wî hemû xebata xwe li ser siberojê ava kiribû. Ji bo me bû, ji bo nivşekî berî me bû. Lê nivşê berî me pê nehesiya û tê re buhurî, lê ev nivşê me pê hesiyaye û mîna ku li xezîneyekê rast hatibe, bi herdu destan lê xwedî derdikeve. Hebûn û maneya Hawarê îro ne bi tenê ji bo kurdiya nivîskî, lê ew li ba kurdên îro mîna otorîte jî hatiye qebûl kirin. Ez bawer dikim ger îro kovara Hawarê tunebûya, me ê di warê zimanê nivîskî de gelek sereşî ji hev re derxista. Îro, piraniya partî û rêkxistinên kurdan, piraniya çapemeniya kurdî li ser riya Hawarê diçin. Ev jî, ji bo rojên pêş kêfxweşiyekê dide mirov.

Mina ku min di destpêkê de jî got ku kovara Hawarê cara pêşî di sala 1982an de kete destên min, lê hinek hejmarên wê yên eslî, di sala 1987an de gava ez li Baniasê li Rewşen xanimê bûbûm mêvan, wê dabû min. Wê ji min daxwaza çapkirina hemû hejmarên Hawarê kiribû. Ji bilî Hawarê jî wê hinek pirtûkên weşanên Hawarê û xebata Celadet ya li ser zimên "Bingehên gramera kurdmancî" dabûn min. Me "Bingehên gramera kurdmancî" mîna pirtûk di sala 1993an de weşand. Lê herçî jinûveçapkirina Hawarê bû, hem hemû hejmar li ba me peyda nedibûn, hem jî ji bo karekî weha cesareteke mezin, cidiyet û berpirsiyariyeke taybetî diviya. Gava di destpêka salên 90î de me di bin bandora Hawarê de dest bi weşandina kovara Nûdemê kir, em hê bêtir li ser derxistina Hawarê fikirîn. Hejmarên ku li ba me kêm bûn, me ji ba Mehmed Uzun û Mahmûd Lewendî peyda kirin. Herdu hevalan jî bê ku tu keleman ji me re derxin, arşîvên xwe ji me re vekirin; ez li vir spasên xwe yên ji dil ji herdu hevalan re pêşkêş dikim. Herweha, dostê hêja Emîn Narozî bi xebata şev û rojan tîpguhêziya her 23 hejmarên pêşî kir; ne ji vê xebata wî bûya em ê ji xwendina wan ya latînî bêpar bimana. Ez li vir gelekî spasî wî jî dikim.

Mina tê zanîn, her 23 hejmarên pêşî bi herdu alfabeyan; ango bi alfabeya erebî û latini dihate weşandin. Ji hejmara 24an heta ya 57an tenê bi alfabeya latini hate weşandin. Hem di destpêka kovarê de hem jî di berdewamiya weşana kovarê de ji bilî zaravayên kurmancî, mirov pêrgî zaravayên soranî û zazakî jî tê. Ji ber ku zaravayê soranî îro jî bi alfabeya erebî tê nivîsandin, me hemû nivîsên soranî neguhastin alfabeya latînî, lêbelê me bi ten ew nivîsên soranî ku pevgirêdaneke wan an bi kovarê re an jî bi nivîsên kurmancî re hebûn, guhastine. Herçî nivîsên zazakî ne, ji ber ku îro ev zarava bi alfabeya latînî tê nivîsandin, me tîpguhêziya wê kiriye. Lê me di tîpguhêziya hersê zaravayan de jî, tipa "q" û "k" rast, yanî mîna îro bi kar anîne. Di 23 hejmarên pêşî de tîpa "q" di şûna "k" de û tîpa "k" jî di şûna "q" de dihate bi kar anîn. Di guherandinên hejmara 24an de, em dibînin ku hem alfabeya erebî ji kovarê radibe, hem jî herdu tîp mina ku em îro bi kar tînin, têne guhertin.

Herçiqas em di destpêkê de fikirîbûn ku Hawarê weke cildekê derxin jî, lê paşê me maqûltir dît ku em bikin du cild. Cilda yekê ji 23 hejmarên pêşî û beşa tîpguhêziyê pêk tê û cilda dudan jî ji hejmara 24an heta ya 57an e. Me ji bo her cildekê naverokên cihê çêkirine, lê me hejmarên rûpelan ji hev veneqetandine. Dibe ku hin hejmarên bi zehmetî werin xwendin hebin, lê me ev yeka han da xatirê orjînalê û me nexwest em hemû hejmaran ji nû ve binivîsînin û orjînala kovarê xerab bikin.

Me bi vê xebatê xwest ku em di sedsaliya rojnamegeriya kurdî de careke din balê bikişînin ser xwendin û nivisandina zarê kurdî û careke din Hawarê û xwedî û berpirsiyarê wê Mir Celadet Ali Bedir-Xan bi bir binin.

Firat Ceweri
Stockholm, 1998

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues