PÊŞGOTIN
Bawer bike ku serê xwe li ser mil û gerdena xwe nerm nerm dilivand û hino hino bêhna gerden û bin guhê xwe dikir behna çend mûyên xerman î zêrin en zulfên perîşan û piştrastbûnê ji çavê xwe yê zîq bi difre vedikir û tiriya xwe nerm û nazik di ser sing û bere xwe yê qelew û gilover û bi goşt re dibir û diani... min digot, sed xwezî bi wî... bi naz û nîmeta wî û bi rêz û hurmeta wî...
Xelet ji min fam nekî... neke ku wiha bizanî ez dijî mafê ajel (heywan) im, na înşelleh belki ez xwe bi sersipurde û kemergirêdana her mafekî rewa dizanim, bê temaşekirina reng û deng û sima û regez, heya bi mafê mêş û pêşî û megez...
Vêca ezîz, ez şerqiyekî derbider, bazdayiyekî vî aliyê û wî aliyê gelek beşer, hêvixwestinê bi rewa dizanim û rewa ye. Ez bi nêta jiyana baştir û aramî bêhtirîn di vê dawiya dawî de yek du salên din di vê qeraxa Ewrupa de dîsa min xwe aware kir û min xwest ez jî ji mişkileyan dûr ji bo her dem pîvana xwe bigirim û tenê ji bo seredan vegerim... Min bi xwe re gelekî milmilane kir û ya dawî xweşikbûn û ciwaniya Ewrupa û xwarina wê nikarin min ragirin û vegeriyam û min nikarî...
Demek bû ketibûm hezkirina ramaneke wiha û xew û xwarin û xeyal jî bi xwe ve girtibû. Di serê de diçûm nav park û baxên giştî û bi sipehî û hûrî ve bigre û berde û derdeseriya derûnî ya Rojhilatî û Asyayî û Afrikayî min daniştvanê ser kursiyê textî dixist jêr çavdêriya şîrovekirinê...Heya çend heyvan ev karê min bû... Di vê dawiya dawî de baweriya min bi wê şîrovekirina dûr û bi dizî nema û ez bi xwe ketim wî pestî... Heman nexweşî... heman xwelîserî, heman derbiderî bi wê hestê min dest bi Gemal [kuçik] kir... Gemal kudike berê wan janan e, Gemal şevbûhêrka tirs û taliya wê demê ye, Gemal neynika şîneke bêdeng û wê xemê ye.
Ez bi te re me... Ev roj gelekî bi derd û azar im, ev jîn pir bi hetk û mişkile ye... lê belê ji bîra te neçe her çawa be kevir di ciyê xwe de giran e...
Xusrew Caf |