La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirov


Auteur :
Éditeur : FIKP Date & Lieu : 1989, Paris
Préface : MultimediaPages : 96
Traduction : ISBN : 2-908416-02-6
Langue : Arabe, Anglais, Français, Kurde, TurcFormat : 110x180 mm
Code FIKP : Liv. Al. El. Fl. Kl. Tl. 929Thème : Politique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirov

Civîna Gelemperî vê Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirov wekî îdeala hevbeş a ku hemû gel û hemû netewe dixwazin bighênê ji bo ku hemû kes û hemû organên civakê, ev Danezan timî di bîr de, bi hînkirin û hêvotinê bixebitin ku riayeta van maf û azadiyan pêşve bibin û bi tedbîrên berebereyî yên neteweyî û navneteweyî, nasîn û bicihanîna gerdûnî û fiîlî yên wan him di nav gelên dewletên endam bi xwe him di nav yên erdên ku li jêr hukmê wan de ne ewle bikin.

L'Assemblée générale proclame la présente Déclaration universelle des droits de l'homme comme l'idéal commun à atteindre par tous les peuples et toutes les nations afin que tous les individus et tous les organes de la société, ayant cette Déclaration constamment à l'esprit, s'efforcent par l'enseignement et l'éducation, de développer le respect de ces droits et libertés et d'en assurer, par des mesures progressives d'ordre national et international, la reconnaissance et l'application universelles et effectives, tant parmi les populations des Etats Membres eux-mêmes que parmi celles des ter­ritoires placés sous leur juridiction.

Now, Therefore, The General Assembly proclaims This Universal Declaration of Human Rights as a common standard of achievement for all peoples and nations, to the end that every individual and every organ of society, keeping this Declaration constantly in mind, shall strive by teaching and education to promote respect for these rights and freedoms and by progressive measures, national and international, to secure their universal and effective recognition and observance, both among the peuples of Mem­ber States themselves and among the peuples of territories under their ju­risdiction.


PÊŞGOTIN

Danezana gerdûnî ya mafên mirov roja 10.12.1948 li Parîsê, li Qesra Chaillot hate îlan kirin. Di şerê cihanê yê dijî rejîma Hitler û hevalbendên wî qasî şêst milyon mirov hatibûn kuştin, piraniya welatên ewropî xesarine mezin dîtibûn, wêran bûbûn.

Ji bo ku careke din barbarî û hovîtiyeke wilo neqewime, pêwistiya avakirina cihaneke nû li ser bingehên azadî û riayeta mafên mirov, wekheviya dewletan û helkirina difttî û gelşeyên navbera wan bi riya diyalog û gotûbêjê xwe nîşan dida. Di hezîrana 1945 de li Konferansa San Fransisco'yê, nemînendeyên 51 dewletan Teşkîlata Neteweyên Yekbûyî danîn ji bo « parastina neslên nû ji belaya şerê ku di jiyana mirovekî de du caran kulên ku nayên gotin anî serê mirovahiyê». Berpirsiyariya parastina aşîtî û pêşî li şerekî cihanî yê nû girtin bi giranî hate spartin koalisyona sê dewletên ku di şer de serketibûn (Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Brîtanya Mezin û Yekîtiya Sovyetî) û Fransa û Çîn.

Ji vê avahiyê re bingeheke manewî ya ku gelên ji ol û çandên cihê dikaribin qebûl bikin û lê xwedî derkevin diviya. Komeke pisporên ji çend dewletên cihê, li jêr serekiya zaneyê fransiz René CASSIN û pispora amerîkanî Eleonore ROOSEVELT, li ser vê pirsê xebitî û metnê Danezanê amade kir.

Di amadekirina wê de piraniya axaftin û minaqeşeyan li ser peywendiyên navbera mafên siyasî û mafên sosyal bûn. Welatên sosyalîst digotin ku mafên siyasî (serbestiya bîr û bawerî, ya civîn û komele danîn, ya çûnûhatinê, hwd...) mafên teşeyî û şeklî ne, kesê ku karê wî, mala wî, serweta wî tune be, ji paşeroja xwe ewle nebe nikare van mafan bi kar bine, loma berî hemû divê ku mafê kar, tenduristî (sihet) û xwendin bên ewle kirin. Ji bo Welatên Rojava amanca mafan parastina mirov e li hemberî destelat (otorîte) û kirinên kêfî yên dewletê; gava ku serbestiyên bingehiyên mirovekî li hemberî dewletê hatin ewle û garanti kirin êdî lêgerîna bextewarî û jiyaneke baştir berpirsiyariya wî kesî ye, ne ya dewlet an civakê ye. Lihevanîna van her du dîtinan dijwar bû; di dawiyê de bi piraniya dengên pisporan metneke ji 30 bendan pêkhatî ji Civîna Gelemperî ya Neteweyên Yekbûyî re hate pêşneyar kirin û Civîn vî metnî bi piraniya dengan qebûl û îlan kir. Yekîtiya Sovyetî deng neda.

Piştî vê Danezanê, Neteweyên Yekbûyî hin peyman û konvansiyonên din jî li ser parastina mafên aborî, çandî, civakî yen mirov, li dijî nijadperestî û ji bo parastina mafên hindikahiyan qebûl kirine. Lê Danezan timî wekî serkanî û bingeh maye û li her aliyên cihanê kesên ji ol û bawerî, ji nijad û rengên cihê, en ku li dijî zulm û zordestiyê rabûne, ji vê bûne hatine êşandin, şkence dîtine, doza bicihanîna hukmên Danezana gerdûnî kirine, ji ber ku hukmên wê, di hiqûqa navneteweyî de, serdestî qanûnên her dewletî ne.

Bivê nevê pires tê bîra mirov? Gelo ev hukm, ev maf ji ku tên? Reh û kaniya wan çi ne? Ji çi ol an felsefeyê, ji kîjan raman û îdeolojiyê tên? Çawa dibe ku îro piraniya mirovahiyê li van mafan xwedî derdikeve, doza wan dike?

Di nêrîna pêşîn de Danezana gerdûnî têjikê Danezana fransizî ya 26 tebax 1789 e : hukmên wê yên bingehî pirîcar bi eynî peyvan girtiye û hin bendên li ser mafên sosyal bi ser ve kiriye. Lê Danezana fransiz bi xwe esmanê fikir û ramanan bi wehiy danehatiye xwar. Ew berhema tevger û herikanên fikrî yên cihêreng ên Ewropa Rojava ye.

Wekî gelek fikrên siyasî yên îro (azadî, demokrasî, sosyalîzm, komunîzm, lîberalîzm, parlament, partî, sendîka, komele, hwd...) mefhûma "mafê mirov" jî ramaneke ewropî ye û, di şerê dijî mutlaqiyeta dînî û siyasî de, di nav sedsalan de peyda bûye û teşe (şekil) girtiye.

Li gora olên yek-xwedayî (misilmanî, cihûtî, fileyî), Xwedê gerdûnê (kaînatê) tevî hemû afirandiyan (mexlûqan) çê kiriye, bûyin, jiyan û mirina her afirandiyî bi îrada wî dibe; Ew qadir e, li her ciyî hazir û nazir e. Di sedsala XIIan de, di dema gurr a şerên xaçparêzî de, hin zaneyên ewropî bi ser pirtûkên fîlozofê yewnan ê kevnare Aristot vedibin û dixwazin wekî wî li "qanûnên xwezayê (tabietê)" bigerin. Di sedsala XIII de Thomas d'Aquin hîmên felsefî yên vê herikanê datîne. Ji bo Dêrê lêgerîna qanûnên xwezayê, ya pergala (nîzama) xwezayî ya cihanê li dijî azadiya Xwedê û baweriya potentia Dei absoluta (qudreta mutleqa Xwedê) ye, talûke û gune ye. Xirecira navbera tomîstan (alîgirên Thomas) û Dêra katolîk ta sedsala XVIan dom kir.

Ev sedsal li Ewropa ya borana dînî, ya Reform a Luther, ya veguherînên civakî û zanistî yên mezin e. Luther ramana "berpirsiyariya ferdî" tîne. Berpirsiyariyên ferd li hemberî Xwedê û kesên din hene lê hê qala mafên wî nayê kirin. Keşfa riyên deryayî, dagirkirina Amerîkayê cêribandin, zanîn û bergehên ewropiyan firehtir dikin. Di sala 1540 de keşeyekî spanî, Fransisco de Vitoria pirtûkek bi navê Ders li ser Hindiyan dinivîse û tê de pirseke ji bo wê demê gelek "xav" dipirse: «Gelo ev Hindiyên Amerîkayê ku ji baweriya me ya rastîn ev çend dur in dikarin wekî mirov bên hesibîn û bibin xwediyên mafên ku ji mirovan re tên nasîn?». Bersiva wî, li gora heyama wî, wêrek e: «Belê, baweriya wan her çi be ew jî mirov in, û wekî mirov hin mafên wan, nemaze mafê wan ê mulkiyetê heye, em nikarin li ser navê baweriyên dîna mal û mulkên wan ji wan bistînin». Mafê mulkiyetê dibe, mak û pêşiyê hemû mafên din ên mirov.

Ber bi dawiya sedsala XVII an, di sala 1690 de, fîlozofê îngilîz John LOCKE, di pirtûkek bi navê
Essay Concerning Human Understanding (Cêribandin li ser têgihiştiniya mirov) de sentezek kûr a herikanên fikrî yên sedsalên berê li ser pirsên mirov, berpirsiyarî, azadî û mafên wî û mulkiyetê dike. Ev pirtûk tesîrek mezin dike li ser ronakbîrên ewropî yên sedsala XVIII an, çawa Descartes tesîrek mezin kir li ser ramana zanistî ya sedsalên XVII û XVIII an. Mirov dikare, bi kurtî, dîtinên Locke di sê xalan de bicivîne :

Qanûnên xwezayê bi saya hiş ji cêribandinên bihîstekên me tên nasîn, lewra bê cihêyiya nijad, ol an reng herkesê xwedî hiş dikare bi ser van qanûnan vebe. Ango Qanûna xwezayî bi xwe re ji herkesî re azadiyek wekhev tîne.

Herwekî hemû afirandî (mexlûq) malê Xwedê ne, tu mirov nikare bibe malê kesekî din. Loma tu meşrûiyeta koletiyê nîne. Wisa jî mafê tu kesî nîne ku ew xwe bikuje ji ber ku ew ne xwediyê mutlaq ê cane xwe ye, can malê Xwedê ye û bi emanetî ji me re hatiye spartin, ji bil Xwedê mafê tu kesî din nîne ku vî emanetê bistîne.

Herkes maf û erkek (wezîfek) wekhev heye ku jiyan û serbestiya xwe biparêze. Ango hemû mirov li ber Xwedê û li ber qanûnên xwezayê wekhev in. Dinya ji civaka mirovan re hatiye bexşîn, mulkê hemûyan e. Lê mirov dikare bi xebata xwe hin ji vî malî veguherîne, ji zanîn, şehrezayî û azadiya xwe têxê û bixe mulkê xwe. Bi vî awayî, bi saya xebatê, mulkiyeta tiştan dibe domahiya mulkiyeta mirov li ser wî bi xwe. Xebatkarekî ji xebata wî kirin ne tenê wî ji malekî bêpar hiştin e, lê wî ji xwedîtiya şexsê wî jî kirin e.

Fîlozofên fransiz en Roniyan (Diderot, D'Alembert, Voltaire, Rousseau) mefhûmên maf û azadiyê ne bi baweriyên tu ol û baweriyê û ne jî bi Xwedê ve girê didin. Ew maf û wesfên xwezayî yên mirov in, pêgirê mirovahiyê ne. Di xebata xwe ya navdar Contrat social (Qebala civakî) de Jean-Jacques Rousseau dinivîse: «Mirov serbest tê dinyayê, li her ciyan ew di nav zincîran de ye.» Ji bo ku rojekê ev mirovên serbest bi hevre di civakeke serbest de bijînn Rousseau hebûna hin rûmet û baweriyên muşterek, hebandina oleke sosyal pêwist dibîne.

Danezana serxwebûna Amerîkayê (Fîladelfiya, 4 temûz 1776) cara pêşîn hukmê qanûnek dide van dîtinên felsefa Roniyan. Danezan «wekî rastiyên bi xwe eşkere dihesibîne ku mirov wekhev tên dinyayê, ku Afirînerê (Xaliqê) wan hin mafên najêger dayê wan wekî jiyan, azadî, lêgerîna bextewariyê, ku hukûmetên mirovî hatine danîn ji bo bicihanîna van mafan». Sêzde eyalet qanûna xwe ya bingehî diguherînin û heşt ji wan Danezana mafan datînin ser qanûna xwe ya bingehî. Hemû mafê azadiya ferdî bi bîr tînin û dibêjin ku ev azadiya sivîl a destpêkî ye. Hemû wisa jî azadiya olî (dînî) wekî mafekî naguhêr û najêger dinasin û wê wekî azadiya mestirîn dihesibînin. Di nav van herdu seriyan da, azadiya ferdî û azadiya olî, mafên din ên wekî mafê mulkiyetê, yê civînê cî digrin.

Divê ku bê gotin ku gelê brîtanî, di dîroka xwe ya gelek taybetî de, hin mafan ji demeke dirêj de bi dest xistibû. Hê di sala 1215 de keyê (qralê) wan John ê Bê Erd bi Magna Carta (Peymana Mezin) danîna Encumenek mezin qebûl kiribû û hin maf û azadiyan nasîbû ji gelê xwe re. Bê raya Encumenê key nikaribû bac bistîne û Encumen dikaribû berpirsiyarên mezin en dewletê tawanbar bike, ji wan hesab bipirse. Encumena Mezin di sedsala XIV an de bû Parlament û ew di sala 1399 wêriya key bi xwe ji textê wî deyne. Di destpêka sedsala XVan de li Îngilistanê giraniya karînê di destê Parlamentê de bû, ne di yê key de. Lê ev rewşek domdar û ewle nebû. Hin keyên xurt dikarîn dengê Parlamentê kêm bikin, bibirin û wê ji mafên wê bêpar bihêlin. Wê demê Parlament sebr dikir heta hatina keyekî qelstir û jê doza mafên xwe yên berê dikir. Bi vî awayî di sala 1629 de Parlament bi Pétition of Rights (Daxwaznama Mafan) maf û îmtiyazên xwe bi keyê nû Charles I da qebûl kirin Lê hema pey vê "nasînê", Charles Parlamentê belav kir û 11 sal welat bê Parlament, bi "zordestî" îdare kir.

Îngiltere kete boranek siyasî, piştî Şoreşa Şandar a Oliver Cromwell de demek bû komar, paşê di sala 1689 de cardin bû keyîtî (qraliyet). Keyê nû, George I, danezanek mafan bi navê Bill of Rights nasî. Li gora wê danezanê bê raya Parlamentê key nikare bac bistîne, mahkemeyên taybetî deyne an têkilî helbijartinan bibe. Divê ku ew azadiya gotin a Parlamentê û mafê daxwazname nivîsîn a gelê xwe qebûl bike.

Ev mafên ku keyên brîtanî bi van bills' an ji gelê xwe re dibexşîne bêtir tahdîdên mutlaqiyetê ne, hukmên wan bi dem û mercên dîroka îngilîz ve girêdayî ne, bergeheke wan a giştî û cihanî nîne. Danezana serxwebûna Amerîkayê jî xeynî Amerîkayiyan xitabî tu gelên din, tu mirovên din nake, ne cihanî ye.


DANEZANA MAFÊN MIROV Û WELATÎ

Yekemîn Danezana mafan ya bi rastî cihanî û gerdûnî ya Şoreşa Fransiz a 1789 e. Ev Danezan, piştî du mehên xebata amadekirin û hefteyek minaqeşe li Meclîsê, roja 26ê tebaxa 1789 hate qebûl kirin. Ew ji 17 bendan pêk tê. Li ber giringiya wê ya dîrokî em ji bo cara pêşîn temamiya wê li jêrê bi kurdî çap dikin:

Nemînendeyên gelê fransiz, di Meclîsa Neteweyî de civiyayî, nezanî, ji bîrkirin an piçûkdîtina mafên mirov wekî sedemên tenha yên bedbextiya giştî û xirabiya hukûmetan dihesibînin, û biryar dan ku di danezaneke resmî de mafên xwezayî, najêger û pîroz ên mirov diyar bikin ji bo ku ev danezan, timî di bîra hemû endamên civakê de, bê navber, maf û erkên wan têxe bîra wan, ji bo ku kirinên karîna teşrîî û yên karîna icrayî dikaribin her gav bi amanca her muesesa siyasî re bidin ber hev û ji wan re bêtir bên riayet kirin, ji bo ku giliyên welatiyan, êdî li ser bingehên sade û bê îtiraz danî, parastina Qanûna bingehî û bextewariya hemûyan amanc bigrin. Lewra, Meclîsa Neteweyî, di hizûra û li jêr himaya Heyîna Bilindtir de, mafên han ên mirov û welatî dinase û îlan dike :

Bend 1- Mirov serbest û di mafan de wekhev tên dinyayê û dimînin. Cihêtiyên civakî tenê dikarin li ser bikêrhatiniya muşterek bên danîn.

Bend 2- Amanca her komeleya siyasî xwedîkirina mafên xwezayî û timzindî yên mirov e, ev maf azadî, mulkiyet, ewleyî û berxwedana li hemberî zordestiyê ne.

Bend 3- Bingehê her serweriyê (hakimiyetê) bi esasê xwe di nav netewe de ye. Tu cism, tu kes nikare otorîteya ku yekser jê nehatibe girtin bi kar bîne.

Bend 4- Azadî karîna kirina her tiştê ku ziyanê naghîne kesên din e : loma ji bikaranîna mafên xwezayî yên her mirovî re tu sînor nîne bilê sînorên ku bikaranîna van mafan ji endamên din ên civakê re jî ewle (temîn) dikin. Ev sînor tenê dikarin bi qanûn bên danîn.

Bend 5- Qanûn tenê maf heye ku kirinên ji civakê re ziyandar qedexe bike. Her çi yê ku qanûn qedexe nekiriye nikare bê memnû kirin û tukes nikare bê mecbûr hiştin ku tiştê qanûn nefermiye bike.

Bend 6- Qanûn îfada viyana (îradeya) giştî ye. Hemû welatî maf hene ku bi xwe an bi destên nemînendeyên xwe beşdarê çêkirina wê bibin. Divê ku qanûn ji bo hemûyan eynî be, çi ji bo parastina wan çi ji bo cezakirinê. Herwekî hemû welatî li ber wê wekhev in, ew dikarin li gora şehrezayiya xwe, bê tu cihêyiyê din en bilî ya fazîlet û jêhatîbûna wan, bikevin hemû kar, rutbe û meqamên resmî.

Bend 7- Tu kes, dervayî rewşên ku di qanûn de hatine diyar kirin û li gora teşeyên ku ew datîne, bê tawanbar kirin û girtin. Divê ku yên ku emrên kêfî dixwazin, dişînin, bi cîh tînin, an didin bicihanîn bên ceza kirin, lê divê ku her welatiyê ku li gora qanûnê tê gazî kirin an girtin pêre îtaet bike: ew bi berxwedanê xwe sûcdar dike.

Bend 8- Divê ku qanûn tenê cezayên ku bê guman û bi rastî hewce ne deyne û kesek dikare tenê li gora qanûnek ku berî sucê wî hatiye danîn û îlan kirin û qanûnane tê bi cih anîn bête ceza kirin.

Bend 9- Her mirov ta ku sûcdar neyê îlan kirin bêrî tê hesibîn, heke girtina wî ferz bê dîtin divê ku bikaranîna çi zora ku ji bo girtina şexsê wî ne pêwîst e ji alî qanûn de bi awayekî hişk bête ceza kirin.

Bend 10- Divê ku tu kes ji ber ramanên (fikrên) xwe, heta yên dînî jî, neyê êşandin, bi şertê ku îfadeya wan ziyanê neghîne pergala giştî ya ku qanûn daniye.

Bend 11- Ragihandina serbest a fikir û ramanan yek ji mafên birûmetirîn ên mirov e; lewra her welatî dikare biserbestî bipeyive, binivîse û çap bike, ew ji xirab bikaranîna vê azadiyê di rewşên ku di qanûn de hatine diyarkirin bersîv dide.

Bend 12- Garantiya mafên mirov û welatî hewcê hêzeke giştî ye; ev hêz lewra ji bo sûda (faîda) hemûyan tê danîn, ne ji bo menfaeta arizî ya kesên ku ew ji wan re tê spartin

Bend 13- Ji bo xwedîkirina hêza giştî û ji bo mesrefên îdarê, baceke muşterek ferz e: divê ku ew li nav hemû welatiyan bi awayekî wekhev û li gora karîna wan bê tar kirin.

Bend 14- Hemû welatî dikarin bi xwe, an bi destên nemînendeyên xwe, pêwîstiya baca giştî bibînin, serbestane wê qebûl bikin, bikaranîna wê, çendahî, berhevkirin û domdariya wê taqîb bikin.

Bend 15- Civak maf heye ku ji her karmendê giştî yê îdara xwe hesab bipirse.

Bend 16- Her komela ku tê de garantiya mafan û cihêbûna karînan nehatiye ewle kirin bê qanûna bingehî ye.

Bend 17- Herwekî mulkiyet mafeke destnavêj û pîroz e tukes nikare jê bê bêpar kirin bilî rewşa ku hewcedariya giştî, ya ku bi rêyek qanûnî hatiye diyar kirin, bi eşkereyî dixwaze û bi şertê ku tezmînateke adil û pêşîn bê dayin.

Bi nasîna mafên siyasî yên bingehî, hukmê qanûn, wekheviya li ber qanûn, viyana (îradeya) netewe wekî kaniya hakimiyetê, cihêbûna karînan, Danezana fransiz a mafên mirovan hîmên jiyana demokratîk a modern davêje. Ew di dirêjahiya sedsala XIX an de ta dawiya Şerê Cihanî yê yeka, dibe "mishefa" tevgerên siyasî û civakî yên li dijî despotîzmê li Ewropa û li Amerîka Latîn. Lê di navbera teorî û pratîkê de timî mesafeyeke kêm zêde dirêj hebûye. Mafên ku tê de hatine îlan kirin li Fransayê bi xwe piştî demeke dirêj, di dawiya şer û şoreşên nû de berebere ketine jiyanê. Yek ji van mafên bingehî, yê raydana giştî di sala 1848 de hate qebûl kirin, ew jî tenê ji bo mêrên ji 21 salî mestir. Ewê ev maf ancax di sala 1946 de ji jinan re jî bê nasîn. Mafê civînê di 1881 de, yê sendîka danîn di 1887 de û mafê komele danînê 112 sal piştî îlana Danezana fransiz, di sala 1901 de bi awayekî temamî ket nav qanûn û jiyana Fransayê.

Li hin welatên Ewropayê, wekî Beljîk, Spanya û li piraniya welatên Amerîka Latîn berebere Danezana Mafan di destpêka Qanûna bingehî de cih digre. Lê li hin welatên ewropayî yên din, wekî "Reich"a almanî, împaratoriya Otrîş-Macaristan, Rûsya, despotîzm û mutlaqiyet ta dawiya Şerê Cihanî yê yeka dom dikin. Li Tirkiyê, Îran û Rûsya tevgerên meşrûtiyetxwaz doza Qanûnên bingehî dikin.

Di salên 1920an de Danezana mafan dikeve nav qanûnên hîmî yên demokrasiyên nû, wekî Komara almanî ya Weimar û Çekoslovakya. Lê li jêr tesîra Şoreşa sovyetî ya 1917an berebere doza mafên civakî û aborî giraniya xwe nîşan dide. Ji xwe di sedsala XIXan de ronakbîrên sosyalîst wekî Fourrier,  û paşiyê Marx, bal kişandibûn ser kêmasiyên vê Danezanê. Ji bo wan ev Danezana 1789an demeke dîrokî ya girîng temsîl dike, lê ew dem êdî boriye, qala "mirov" bi awayekî giştî kîrin û doza mafên wî kirin xweziyeke pûç e ji ber ku di civakê de her mirov bi çîn û sinifek ve girêdayî ye, xwestek û daxwaziyên wan cihê ne.  Ji bo xebatkaran mafên girîngtir en xebatê, hînbûnê, sendîka danîn û grevê, mafê lojman û ewleyiya sosyal e.

Di dawiya salên dirêj en şer û tekoşînê ev mafên civakî di Danezana gerdûnî ya mafên mirovîde cih digrin lê bicihanîna wan, di Benda 22 de, ji «tenzîm û hatiniyên her dewletê» re hatiye hiştin. Paş qebûlkirina Danezanê gelek peymanên din di çerçeva Neteweyên Yekbûyî an ajansên wê yên taybetî, wekî UNESCO, de li ser van mafên civakî û çandî hatine îmza kirin. Di dinya îroyî de piraniya dewletan van mafan bi cih naynin û îhtîmala ku ew di demeke nêzîk de ji gelê kurd re bên nasîn ne pir xurt e. Lê dîsa jî nasîna van mafan ferz e. Maf û hiqûq çekên qels û bindestan in. Me ta niha gelek kêm ew bi kar anîne û ev kêmasiyek e. Ji ber ku di şerê me yê hebûnê de heq, hiqûq, edalet hemû li aliyê me ne.

Me divê mafên xwe baş binasin. Li welatên ku tê de mahkeme û qanûn hene, doza van mafan bikin. Zanibin ku mafên ku di Danezana gerdûnî de hatine îlan kirin ji qanûnên dewletan re serdest in. Zanîn kirin e, karin e û di dawiyê de serketin e. Lewra, bi hinceta 40 saliya îlana wê û 200 saliya Danezana mafên mirov û welatî ya Şoreşa fransiz Enstîtuya kurdî, bi arîkariya Federasyona navneteweyî ya mafên mirov, Weqfa Fransa-Azadî ya Stî Danielle Mitterrand û ya Bazara Muşterek a Ewropa vê bel¬geya girîng pêşkêşî xwendevanên kurd dike.

Kendal Nezan

Têbinî: Spasiyên taybetî ji bo hevkarên Enstîtuyê yên hêja Rojên Barnas û Reşo Zîlan ku wergerandina kurmancî ya Danezanê seranser xwendine û bi pêşneyarên xwe edilandine. Hevkarên dinên Enstîtûyê, Bextiyar Emîn, Huner Salim, Ahmedê Mela, Ferhad Pîrbal, Xanî û Amced Şakelî jî wergerandina soranî ya Danezanê û pêsgotina wê pêk anîne, spasên germîn ji bo xebata wan a giranbiha.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues