La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kaniyek ji Mezopotamyayê: Nisêbîn


Auteur :
Éditeur : Enstîtuya kurdî ya Stenbolê Date & Lieu : 2005, Stenbol
Préface : Pages : 334
Traduction : ISBN : 975-6282-36-3
Langue : KurdeFormat : 215x295 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Kaniyek ji Mezopotamyayê: Nisêbîn

Kaniyek ji Mezopotamyayê: Nisêbîn

.....
Nisêbîn, di dîroka kurdan de xwedî cihekî taybet û xweser e. Nisêbîn bajarekî wisan e ku hê jî, di her qada jiyanê de zimanê kurdî bi awayeke xwezayî lê tê bikaranîn û ji vî bajarî gelek nivîskarên hêja yên kurdînûser derdikevin. Li ser Nisêbînê cara yekem e ku xebateke wiha tê kirên. Der heqê Nisêbînê de mirov çi bixwaze, dikare di vê pirtûkê de bibîne. Di vê pirtûkê de dîrok, çand, huner, aborî û hwd. taybetmendiyên Nisêbînê tev hene. Di vê berhemê de, hinek navdarên Nisêbînê cih girtine. Lê helbet diyar e ku kesên din ên navdar jî hene. Ji ber ku ji Nisêbîn gelek kesên navdar derketine.

Hezkirina welêt, ji naskirina welêt pêk tê. Mirov welatê xwe çendî baş binase, hezkirina welêt jî, ew çend zêde dibe. Armanca vê berhemê, danasîna welêt e. Pêdivî û hewcedariya me û welatê me bi xebatên wiha hene. Em hêvîdar in ku ev berhem, ji bo xebatên bi vî rengi, bibe mînakeke balkêş.
.....

Şefîk Beyaz

 


PÊSGOTIN

Nisêbîna ku berî bi hezaran salan bûye bajar, bûye paytext û li gorî dema xwe bûye yek ji navendên şaristaniyê; bajarekî pir delal e. Di dîrokê de gelek dest guhertiye, xwedî çandeke dewlemend e û pir mirovên hêja gihandine. Îro her çi qas ji xaka xwe, ji hetava xwe, ji dîroka xwe dûr ketibe jî, xwedî bingeheke xurt e; hêviya ku wê li ber roniya rabirdûya xwe bibiriqîne, dide.

Gava mirov dîroka Nisêbînê bi bîr bine ku parçeyekî girîng e ji çand û dîroka Mezopotamyayê divê mirov van ji bîr neke: Şaristanî û mirovahiya ku li vê "erda bixêr û bêr" şîn hatiye ku Nisêbîn bi xwe jî li ser dilê wê cih digire; Destana Gilgamêşê ku hatiye nav vê erdê, li nemiriyê geriyaye; Zerdeştiya ku li ser van erdan şax daye û rêberiya sê olên mezin kiriye; Baxçeyên hilawistî yên Babîlê ku yek ji nuwazeyên cîhanê ne, ji bo keça vî welatî hatine çêkirin; asûriyên ku bi hezaran mirov kor kirine û bi êrîşan bajar tar û mar kirine; xwedîderketina li cihûyên ku ji aliyê babîliyan ve ji welatê xwe hatine koçberkirin; keybanûyên (prenses) wê yên ku wekî bûk çûne ji hitîtî, asûrî û misriyan re û li wan deran çanda xwe jiyandine; cihokên wê yên ku ava tirî ya ku ji rezên wê yên meşhûr hatî bidestxistin veguhastine Mûsilê; Zanîngeha Nisêbînê ya ku yek ji zanîngehên ewil ên cîhanê ye; Daraya li ber serê wê ku îro jî bermahiyên wê mirov heyranî xwe dihêle; rojên wê yên ku Selahedînê Eyûbî yê cengawerê kurd ezimandiye, ku di dîroka cîhanê de cihekî wî yê rêzdar heye; ji ber ku bi hezaran sal e xaçerê ye mêvanên wê yên ku her bi karwanan ji Îran, Stenbol û Bexdayê hatinê; 40 hezar bax û bostanên wê û serayên wê yên direxşan; nivîs û şiîrên ku qala xweşikiya wê dikin... Ji ber vê yekê me dîroka Nisêbînê bi derdora wê re, bi tevahî girt ber destê xwe û bêyî ku em li sînorên îro bialiqin, me bi berfirehî rahiştê.

Gava me dîroka Nisêbînê (bi kurtayî be jî) da ber xwe, em gelek dûr çûn, lewre serboriya mirovahiyê li ser van erdan dest pê kiribû. Ji bo ku erd û bajarên Mezopotamyayê rabirdûya hemû mirovahiyê û binesaziya yên îro ye, têgihîştina rabirdûya Mezopotamyayê di rastiya xwe de têgihîştina dîroka şaristaniyê ye. Nivîsandina tebeqeyên şaristaniyê yên bajarên weke Nisêbînê, nivîsandina jîr û zanabûna mirovahiyê, serpêhatiya wê ya xanî avakirinê, serboriya wê ya ku bûye serdestê xwezayê, rabirdûya wê ya biefsane ye. Bermahiyên dîroka Mezopotamyayê ku gelek şaristanî di nav xwe de hewandine û mîrasa hevpar a mirovahiyê ye, ku ji kolanan hatine bidestxistin, îro li gelek muzeyên girîng ên cîhanê tên pêşandan, wekî din li cîhanê bi hezaran pirtûk li ser hatine nivîsandin; digel vê, xebatên me bi xwe yên der barê dîrok û çanda me de pir kêm in.

Xebata me ya ku beri bi şeş salan dest pê kir, cara ewil sala 2001'ê bi navê "Tarihin Tanığı Nusaybin" (Nisêbîna Şahidê Dîrokê) bi tirkî hat weşandin û bingeha vê xebata ku heta îro bi awayekî hûr û kûr berdewam kir, pêk ani. Digel ku van salên dawiyê gelek lêkolîn hatine kirin jî, îro gelek mijarên din ên der barê çand û hunera herêmê de hene ku hê jî nayên zanîn û pêwîst e bi awayekî zanistî bên lêkolînkirin. Me bîr bir ku em ê nikaribin çanda me ya ku xezîneyeke pir hêja ye, di beşeke biçûk a vê pirtûkê de bi tevahî vebêjin û me bi kurtî hin mijar vegotin. Û me xwest em çanda Nisêbînê ya ku ew û çanda derdorê di nav hev de ne, bi awayê ku me ji gel berhev kiriye, bidin. Em hemû dizanin ku derfetên me pir kêm in. Di warê nivîskî de çavkaniyên me pir hindik in. Ez hêvîdar im ku dîrok û çanda me ya giranbuha bê parastin û ev gav bibe bingeh ji karên berfirehtir, xurttir û bedewtir ji yên pêşiya me re.



PÊŞEK

Rojek ji rojên zivistanê, Meha Berfanbarê bû. Banûyek, bi coşeke mezin hate hundirê odeya Serokatiya Enstîtuyê. Piştî çend gotinan, dosyayek dirêjî min kir, ji bo ku ez lê binêrim. Min dest avête dosyayê û hêdî hêdî min rûpelên wê veguhastin. Min dît ku ev dosya, bi serê xwe gencîneyeke mezin e.

Belê, ev berhema di destê we de, bi rastî gencîneyeke mezin e. Ji ber ku ev pirtûk, di nêv xwe de gelek tiştinan dihewîne û di vî warî de xebateke yekemîn e. Li gorî zanîn û agahiya me, xebateke wiha, li bakurê welêt ta niha qet nebe bi kurdî nehatiye kirin. Ji ber vê yekê jî, ev xebat gelek girîng e. Di vê xebatê de kedeke hêja û mezin heye. Em dizanin, der heqê hinek bajarên kurdan de xebat hatine kirin û berhem jî derketine. Lê ev xebat, hem bi tirkî hatine nivîsandin û hem jî ne bi giyaneke kurdewerî hatine kirin. Ji ber vê yekê, girîngî û giraniya vê berhema di destê we de, bi ya min gelek mezin e.

Nisêbîn, di dîroka kurdan de xwedî cihekî taybet û xweser e. Nisêbîn bajarekî wisan e ku hê jî, di her qada jiyanê de zimanê kurdî bi awayeke xwezayî lê tê bikaranîn û ji vî bajarî gelek nivîskarên hêja yên kurdînûser derdikevin. Li ser Nisêbînê cara yekem e ku xebateke wiha tê kirên. Der heqê Nisêbînê de mirov çi bixwaze, dikare di vê pirtûkê de bibîne. Di vê pirtûkê de dîrok, çand, huner, aborî û hwd. taybetmendiyên Nisêbînê tev hene. Di vê berhemê de, hinek navdarên Nisêbînê cih girtine. Lê helbet diyar e ku kesên din ên navdar jî hene. Ji ber ku ji Nisêbîn gelek kesên navdar derketine.

Hezkirina welêt, ji naskirina welêt pêk tê. Mirov welatê xwe çendî baş binase, hezkirina welêt jî, ew çend zêde dibe. Armanca vê berhemê, danasîna welêt e. Pêdivî û hewcedariya me û welatê me bi xebatên wiha hene. Em hêvîdar in ku ev berhem, ji bo xebatên bi vî rengi, bibe mînakeke balkêş.

Nivîskara vê berhemê Eslîxan Banû, berê jî, li ser Nisêbînê xebat kiribû û ev xebat hate weşandin. Lê ev xebat, bi ziman tirkî hatibû kirin. Nivîskar, di afirandina vê berhemê de ji xebata xwe ya berê jî, gelek sûd wergirtiye. Ji ber vê yekê, hin beşên vê berhemê, ji tirkî hatin wergerandin. Dibe ku hinek kêmahî çêbûbin. Lê em bi bawer û hêvîdar in ku, hûn dê ji vê pirtûkê gelek hez bikin û jê sûd wergirin.

Ji bo vê xebata hêja em, nivîskara xwe ya delal pîroz dikin û jê re spasdar in.

25.05.2005
Şefik Beyaz
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues