La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Merivên reben


Auteur :
Éditeur : Welat Date & Lieu : 1991, Stockholm
Préface : Pages : 188
Traduction : ISBN : 91-9712-54-8-2
Langue : KurdeFormat : 115x190 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Merivên reben

Merivên reben

Dostoyevskî

Welat

Varvara Alekseyevna min ya bêhempa!

Do ez bextiyar bûm, ewqas bextiyar bûm ku tewatî ne dikete min! Di dawiya dawîn de we dev ji serhişkiya xwe berda, û carekê be jî, we guh li min kir. Şeva çûyî, ez saet li 8an ji xew şiyar bûm. (Xoşewîsta min, mîna ku hûn jî dizanin, piştî karê vatiniya rojê ez hez dikim ku saetekê duduyan rakevim.) Min find vêxist, kaxez kişand ber xwe û min serê pênûsa xwe tûj dikir. Dema ku min serê xwe weha carekê rakir, bû kutekuta dilê min. Mîna ku we di dawiya dawîn de kul û kesera vî dilê min î reben fam kiri be. Min nêhirî ku perda pencera we hinekî ji hev vebûye û weke wê cara ku min xwesti bû, disa bi ber guldanika balsamînê(*) ve bû bû. Di wê gavê de mîna ku di pencerê re ruyê we bi ber çavên min bikeve. Ji min wetrê hûn jî li min dinêrin û min difikirin. Lê ez ewqast dilteng bûm ku, kevoka min, lewra min nikani bû ew bergeha serçavê we î xweşik ji hev derxista. Lê wextekê, ev çavên me jî bê mij û bê ximam bûn, xoşewîsta min. Pîritî birineke bêderman e, horiya min! Çavên min nuha her tarî dibin. Ku ez hinekî bixebitim û êvaran binivisînim, sibetirê çavên min sor dibin û hêsir jê tên. Ez şerm dikim ku yek ê min bi vê rewşa girî bibîne.

Lê dîsa jî min anuha di xeyalên xwe de pişirîna we dit, pişirîna we ya şêrin û dilovan. Ew pêjnên ku di wê ramûsana min de li min rabû bûn, anuha disa dilê min dagirtin. Varenka min, wê cara ku min hûn maç kirin, nizanim tê bira we an ne? Lê bi min wusa hat, mîna ku hûn di pencera xwe de gefan li min bixwin. Ma ne wusa ye, xaxcirîn! Di nama xwe de, bê peyv û bê gotin divê hûn yek bi yek van hemû tiştan binivsînin.
.....

(*) Balsamîn: Ji latînî tê: Balsamîna Hortensis. Kulîlkeke gîyayîn e. Kulîlkên wê bi gelek rengên têvel in.



Ax, ev çîroknivisên ha!... Tiştên kêrdar, baş û dilxweşîn nanivisînin; radibin çi tiştên tewş û vala hebin, li hev berhev dikin û davêjin holê. Ku ji destê min bihata, min ê nivisandin li hemûyan jî qedexe bikira. Çi ne ev tiştên ha! Meriv dixwîne û dixwîne, di ramanan de wenda dibe û pê serê meriv tevlihevî dibe. Wek ku min got, bi navê Xwedê min ê qedexe bikira, rasterast min ê nehişta ku ew binivisînin!

Prens V. F. Odoyevskî(*)

(*) Ji serpêhatiyên V. F. Odoyevskî (1804-1869)

DOSTOYEVSKÎ

Fyodor Dostoyevskî di 30ê payîza paşîna sala 1821î de li Moskvayê tê dunyayê. Di vê demê de bavê wî li vir di nexweşxana xizanan de doktor e. Li hêleke hewşa vê nexweşxanê xaniyekî piçûk ji bo malbata Dostoyevskiyan amade dibe. Dostoyevskî ji xwe mezintir birayekî xwe î bi navê Mîxayîl heye û wek xweng û birayên malê, heft kes in. Diya Dostoyevskî ji malbateke dewlemend e, baqil, dilovan û xwînşêrin e. Lê bavê wî merivekî hişk, çikos û bi cireke naxoş e. Di malê de hertiştî bi ya xwe dike û daxwaza dilê wî her li ser wê yekê ye ku bibe dewlemendekî malmezin û xwediyê erd û wargehan. Heta derekê vê daxwaza xwe bi cî tine û li rojhilatî Moskvayê, tev du gundan bi qasi du sed koleyan bi dest xwe dixîne. Bi alîkariya vê hebûna bavê xwe Dostoyevskî di duwanzdesaliya xwe de dest bi dibistana dewletê dike û piştî wê jî li Petersbûrgê dest bi dibistana avahîzaniya leşgerî dike. Hîn di vê dema xwendekariyê de bala wî li ser edebiyatê ye. Ji hevalên xwe bêtir, nêzikiya wî û pirtûkan bi hevdu heye. Şevên nîvê şevan ji nav nivînên xwe radibe, xwe vedikişîne aşxana dibistanê, dixwîne an ji dinivisîne. Ji romantizmê heta realîzmê baş têdigêhîje; Balzac, George San, Hugo, Pûşkîn, Gogol, Dickens dixwîne û nas dike. Niviskarî, hîn di wê demê de bi wî ve xuya dibe. Lê di wan nêzikan de diya Dostoyevskî di çelsaliya xwe de dimire (1837). Pişti vê yekê bavê wî vedigere ser wargehên xwe û zû di bin ve dibe, bi ser nakeve. Herweha xwe dide ber vexwarinê, dest davêje jinên kolê xwe, zordariyê li wan dike û heta ku di sala 1839an de ji hêla kolên xwe ve tê kuştin. Meriv baş tênagêhîje bê ev kuştina bavê wî çi bandorê li Dostoyevskî dike, lê bêguman şop û pirêzên van tevgerên bavê wî di berhemên wî de xuya dikin.

Di sala 1843an de dibistanê xelas dike û dibe efser. Weke avahîzanekî leşgerî heta salekî kar dike, dûre dev jê berdide û dikeve pey xeyalên ramanên xwe. Di binê şevsipiyên havina Petersbûrgê de dûrûdirêj digere, asimanên gwînvemirî, sî û reşayiya ku ronahiya şevê li ban û dîwarê kuçan û li qeraxê pirên Petersbûrgê, li ber çavên wî weke pîrebokan ne. Reş û sipî tevlihev e. Di wersirên van kuçan de Dostoyevskî li pey tîpên tenê ye, xwe di jiyana wan de nîgar dike. Dostoyevskî van xeyalên xwe yên xortaniyê dûre di Şevên Sipê de (1848) û di Dilekî Tenik de dihûne.

Romana xwe ya pêşîn, hîn di dema xwendekariya xwe de li ser dixebite. Piştî ku ji kar vediqete jî car bi car wê dinivisîne û dinêre ku her car jî xweşiktir dibe. Di rojeke buhara paşîna sala 1845an de Merivên Reben jê derdixe. Destnivisa wê ji hevalekî xwe yê kevn û efser î bi navê Grîgorovîç re dixwîne. Ev berhema pir bi Grîgorovîç xweş tê, wê şevê destnivisê digire û diçe ba Nekrasov. Ew û Nekrasov dor bi dor ji hev re bi deng dixwînin û di xwendina rûpela dawîn de hêsir bi çavên herduyan jî dikeve. Kurteşeva Petersbûrgê li ber destê sibê ye. Berê xwe didine mala Dostoyevskî, wî ji xew radikin, Nekrasov wî hemêz dike, pirozbayî û serketinê lê dike. Ev yeka bandoreke wusa li Nekrasov dike ku ji vê dilpekiya xwe destnivisa Merivên Reben digire û rasterast berê xwe dide ba rexnegirê wê demê Belînskî. Belînskî dixwîne û ji bandora Merivên Reben nafilite. «Gogolekî nû bi ruyê Rûsiyayê dikeve.» dibêje û dixwaze tavilê Dostoyevskî bibîne. Lê ji bo Nekrasov gelekî dijwar dibe ku ew bikanibe Dostoyevskîyê şermok serwext bike ku ew û rexnegirê mezin Belînskî hevdu bibînin. Lê Belînskî bi pesn û dostaniya xwe, şermokiya wî ji ser radike û Dostoyevskî wê şevê bi sermestî û dilekî xweş vedigere malê. Dûre li derekê çêlî vê yekê dike û dinivisîne ku ji bextiyartirîn demên jiyana wî yek ji ev dema ha bûye.

Belînskî û kesên li dor ateîzma wî, kêfxweş dibin ku ji bo tekoşîna wan hevalekî din peyda bû. Lê dûre bi derketina berhema wî ya Wekhev (1846) dide xuyakirin ku Dostoyevskî li ser vatiniya huner bi awaki din difikire û bi xwe jî merivekî humanîst e. Hiş û aqilê wî li ser duduliya meriv, di navbeyna rastî û fantaziyê de bi êşeke giran diqepije.

Lê pesnên ku Belînskî li ser Merivên Reben ji bo Dostoyevskî dabû, têra wî dike ku ew jî beşdarî civinên salonên lîteraturî bibe, pîrozbahî lê bibarin û navûdengê wî were gotin. Tê gotinê ku Dostoyevskî ji vi navûdengê xwe sermest, qure û pozbilind dibe. Di salonan de bêdeng e û hertim mijûlê xwe ye. Lê dema ku dipeyive jî gelekî ji xwe razî ye û dorê nade kesekî. Ev tevgerên wî nerihetiyê li yên dora xwe peyda dike û bi taybetî ji Tûrgenyev, wî wek zimandirêjekî naşiyê salonan bi lêv dike. Ev yeka jî di jiyaneke dûrûdirêj de dibe sedemê naxoşiya di navbera wî û Dostoyevskî de. Pişti gelek salan Dostoyevskî di berhema xwe ya bi navê Cinina (1871-72) de, bi niviskar û lehengê xwe î Karmazînov portra Tûrgenyev wek pozbilindekî serjinik nîgar dike.

Dûre Dostoyevskî ji kesên dor Belînskî vediqete û beşdari grûba Petraşevskî dibe. Petraşevski utopîstek e. Di bin bandora utopistên fransî û bi taybetî jî ya Fourîr de ye. Her rojên îniyan grûbeke xort li mala xwe dicivîne ser hev, ji bilê xwendina nivisarên edebî û felsefî, desthilatiya Rûsiyayê, sansura çapemeniyê, rewşa xelkê û li ser nûkirina van hemû tiştan tê peyivîn. Peyivînên di van civînan de ji daxwazên xeyalî zêdetir naçe. Ji beşdaran geleki wan bi awaki naşi û zarokane ji reformên pratik bêtir, daxwaza bihuştekê dikin ku li Rûsiyayê ava bikin. Haya dezgehên polîsên wê demê jî ji vê yekê heye. Ji ber ku ew vê aksiyonê ji xwe re xeteriyeke mezin nabînin, dengê xwe nakin. Lê disa ji sixurekî xwe î bi navê Antonellî dişînin beşdariya van civînan ku raporan berhev bike. Êdî Antonellî jî mîna ku yekî ji wan be, di van civînan de carina pêşniyarên reformên pêwîst dike.

Dostoyevskî dinêre ku Petraşevskî meriveki zimandirêj û devsistekî bêkêr e. Ji beşdarên van civînan hevalekî wan î bi navê Speşrov heye ku Dostoyevskî pir baweri pê heye. Lewra kuştin, mirin û serhildan çavên Speşrov natirsîne û bi her awayî soreşgerekî dilpêt û dilsoz e. Dostoyevskî pêşniyarê wî dike ku ji pênc şeş dilêrên dilsoz grûbeke piçûk û bi dizi ava bikin ku tew bila haya Petraşevskî û kesên din jî jê nebe. Lê pêre nagêhînin. Antonelliyê sixur bi polîsên Çarê wê demê Nikola I. dide zanîn ku Dostoyevskî di buhara navîna 1849an de nama Belînskî, nama qedexekirî di civinê de xwendiye. Nama ku Belînskî di wextekê de ji Gogol re şandiye û tê de rexnên giran lê kiriye ku çima Çar, dêr û koledarî tê parastin. Ya rastî, ditinên Dostoyevskî ne bi rexnên Belînskî re ne. Tenê li ser beşa koledariyê ditinên wî û Belînskî li hev dikin.

Piştî xwendina vê namê rapora ku li ser vê grûb û xebatên wê berhev dibe, ji Çar Nikola I. re tê şandinê. Bi fermana Nîkola I. di 23ê buhara navîna 1849an de, tev Dostoyevskî 33 endamên vê grûbê têne girtin û hemûyan dişînin kela Peter-Paulê. Safîkirina karê vê grûbê heşt mehan dikêşe. Di bin vê çavdêriya polîsên Çar Nikola I. de ji bo xelasiya hevalên xwe çi ji destê Dostoyevskî tê, ew dike. Tiştê ku Dostoyevskî pê sûcdar dibe ev e ku: «Rexne li sazgehên dewletê kiriye, li hemberî sansur û koledariyê rabestiye, di civînekê de nama Belînskî xwendiye.» Dostoyevskî di binê çavdêriya polîs de van hemû tiştan jî li xwe datîne û nabêje, na. Lê weha dibêje: «Ku herkes ji ber ramanên xwe yên bi dizî û ji ber tiştên ku di civinên hevalên xwe de dibêje, sûcdar bibe; ma kî ê neyê arihandin ku!»

Di binê çavdêriya polîs de delil nayêne dîtin ku girtî bi cezayên giran werine arihandin. Di 22ê zivistana pêşîn de girtiyan ji wîr dûrdixin û dibin. Ev girtiyên ha wer bawer in ku ew ê wan bişinin Sibiryayê û li bajarê Omskê bi karê zorê werine arihandinê. Lê ew xwe li qada Semyonovskê dibînin ber çavên sê çar hezar kesan biryara mirina wan tê xwendinê. Piştî vê biryarê, metranek tê û bi wan dide zanîn ku ew bi gunehweşînî xwe ji bo mirinê amade bikin. Wê çaxê Dostoyevskî bi dengekî nizm ji hevalekî kêleka xwe re dibêje: «Ne gengaz e ku ev yên ha bixwazin me îdam bikin.» Lê hevalê wî tabûtên li jêra qadê nîşanî wî dide. Li ser vê yekê hemû girtî jî bawer in ku ev biryara mirina wan rast e û ew ê werine îdamkirinê. Nayê ser hişê kesekî ku dêr û metran ji beşdarî komediyeke weha bibin. Kirasên îdamê li hemû girtiyan dibe, çavên sê kesên pêşin têne girêdan û bi berepaşî bi singan ve têne şidandin. Leşgerên çekdar li pêş wan cî digirin, lûlên tivingên xwe ber bi wan dirêj dikin û li bendi fermana gulebaranê ne. Ev gav û ev bergeha, bandoreke wusa li Dostoyevskî dike ku heta dawîya jiyana wî ji ew ê her bi wî re bijî û di berhemên wî de werine hûnandin. Lê gulebaranî nabe. Piştî gavekê efserekî fermanê dismalê dileqine û tê dide zanîn ku Çar Nikola I. ev girtiyên ha ji mirinê bexişandine û ceza wan daxistiye ceza karê zorê. Ev jî metodeke çavtirsandinê ye ku bi daxwaza Çar li dar ketiye. Çi dibe bila bibe, lê Dostoyevskî Piştî bist salan ji jina xwe re çêli bextiyarbûna xwe ya vê gavê dike. Gelek hevalên wî di vê rewşê de xemgîn dikevin û jê yek jî dîn dibe.

Dema ku dîsa vedigerin zindanê, Dostoyevskî ji birayê xwe re weha dinivisîne: «Êdi hertişt safî bû. Ez bi çar salên karê zorê û Piştî van çar salan jî bi çar salên leşgeriyê hatime arihandinê. Îro, sibe em ê biçin. Hêviya min ne şikiyaye, birayê min, min cesareta xwe qet wenda ne kir. Jiyan li her deverê ye. Ne li vê dunya hawurdora me, lê di hundurê me de bi xwe ye. Ez ê dîsa di nav merivan de bim. Ji xwe mana jiyana rastîn jî ev e ku meriv wek merivekî di nav merivan de bimîne, heta û heta wusa bimîne, di çi rewşê de dibe bila bibe lê qels nebe. Ez êdi viya têgêhiştim. Ev ramana ha di xwîn û goştê min de bi cî bû... Ma tew dibe ku ez ji vir û şûn de pênûsê negirime destê xwe? Piştî çar salan, rewş ê dîsa dest bide. Ku nivisandin li min were qedexekirin, ez ê bimirim. Panzdeh salan di zindanê de mayîn û nivisandin, ji min re çêtir e...»

Beriya çûyina Omskê, Dostoyevskî birayê xwe dibîne. Şopeke nerihetiyê jî li rûyê wî tune. Dilê birayê xwe xweş dike jê re weha dibêje: «Bêhna xwe teng neke. Ez naçime mirinê. Kesên ku di zindanê de derkevine pêşiya min jî meriv in, heywan nînin. Dibe ku merivên ji min baştir û rûmeta wan ji ya min berztir be. Piştî ku ji zindanê derkevim jî ez ê dîsa dest bi nivisandinê bikim. Di van çend mehên dawîn de ez rastî gelek tiştan hatim û ez ê li wîr ji hînî gelek tiştan bibim.»

Di şili û şepeliya zivistanê de heta mehekê bi taxtikê riya Omskê dikutin. Dema xwe digêhînin zindana Omskê, ne karmend û ne ji zindaniyên vir kesek rû nade van girtiyên nû. Di dest de davêjine zindanê û derî li ser wan tê girtin. Dostoyevskî li ser pêjnên xwe yên wê demê weha dibêje: «Mîna ku ez bi saxî keti bim gornê...»

Zindaniyên li vir, gundiyên nezan û naşi ne. Dostoyevskî û hevalên xwe ji xwenda, zana û ji malmezinan in. Ev ji dibe sedem ku di navbera wan de nakoki derkeve. Nakokiyeke gunditi û naşîyane. Li ser vê yekê Dostoyevskî di namyeke xwe de ji birayê xwe re weha dinivisîne: «Ku dest bide, ew ê me bixwun. Ne gengaz e ku em xwe li hemberî wan biparêzin. Şev û ro em di nav hev de ne û hertim jî ji me re weha dibêjin: Hûn malmezin in. Ma we hîndik em dan çokirinê. Hûn ji berê wusa bûn û we neheqî li xelkê dikir. Lê anuha hûn ji me hemûyan jî nizmtir in.»

Sal û demên pêşin di vê zîndanê de ji bo Dostoyevskî dijwar e. Ji bo ku bi zîndaniyan re danûstandinên xwe dayne, nêzîkî wan be û xwe ji merivekî wekî wan bide naskirinê, çi ji destê wî tê dike. Lê nabe, zîndanî her jê sar in û jê dûr disekinin.

Lê sala dawîn ji bo wî parikî rihetir derbas dibe. Bi kêmanî îcaza xwendina hinek pirtûkan didine wî. Di sala 1854an de, ji rojan rojeke zivistana navîn Dostoyevskî ji zindanê tê berdan. Sibê zû li hemû selulên zîndanê digere ku xatir ji hevalên xwe bixwaze. Li ser wê gava derketina xwe jî weha dibêje: «Gelekan destên xwe î hişk û qertûşi dirêjî min kirin. Lê bi rastî jî yên ku destên xwe bi dostanî dirêjî min kirin, gelek kêm bûn. Ji wan gelekan dizanî bûn ku ez ê êdi bibim yekî ji wan ciyê. Dizanî bûn ku li bajêr nasên min hene û dema ji vir derkevim, ez ê biçim ba wan efendiyan û bi wan re weke wan rûnim. Ev yeka ha dizani bûn û dema xatir ji min dixwestin, bi tevgereke wusa bûn, mîna ku ez efendiyek bim û ne hevalekî wan.»

Derketina Dostoyevskî hîn jî nayê wê manê ku ew ê bi her awayî serbest bibe û dest bi nivisandin û weşandina berhemên xwe bike. Li Omskê bi qasî du heftan li ba hevalekî xwe dimîne û dûre wî dişînin Semîpalatînskê garnîzona siwarî. Piştî mirina Çar Nikola I. (1855) tîrêjên hêviyên azadiyê li Dostoyevskî xuya dibin û bi xêra nas û dostên xwe yên karmend li vir dest bi nivisarên xwe yên edebî dike. Xewna Apo (1859) û Gundê Stepançîkovo û Şênîyên Wir (1859) dinivisîne, dişîne Rûsiyayê lê çapa van berheman bala kesekî nakşîne û heta derekê meriv dikane bibêje ku Dostoyevskî ji bîr bûye. Û dîsa li ser notên berhema xwe ya bi navê Bîranînên Ji Mala Miriyan (1860-62) kar dike.

Û evîna wî ya pêşîn jî li vir dest pê dike. Li vir hevnasiya wî û Mariya Dimîtrîyevna Îsayevayê çêdibe. Mariya bîst û şeş salî ye û jina alkolîstekî ye. Piştî ku mêrê Mariyayê dimire, Dostoyevskî pêşniyara zewacê li wê dike. Lê Mariya pê dide zanîn ku ew evîndarê mamosteyekî ciwan bûye û nikane biryara xwe bide.

Bi alîkariya hevalekî xwe î kevn Dostoyevskî apoleta efseriyê digire, rewşa wî ya abori xweş dibe û vê pêşniyara xwe ya zewacê ji Mariyayê re dubare dike. Herweha di sala 1857an de bi Mariyayê re dizewice. Lê bextiyariya ku tê payînê ji wan dûr e. Mariya bi xwe nikane, bi xwî û ramanên xwe yên naxoş, wî dêşine, diqehirîne û dilê wî dişikîne. Wekî din jî nexweşiya jana zirav li Mariyayê diyar e û hêdi hêdi gwînvemirî dibe û jar dikeve. Di sala 1864an de jî dimire.

Di sala 1858an de daxwaznameyekê ji ciyê pêwîst re bi rê dike ku ji karê leşgeriyê veqete. Di sala 1859an de bersiva vê daxwaznama wî tê ku destûra vegera wî ya Petersbûrgê tune. Lê dikane biçe Tverê. Dostoyevskî li Tverê jî ji Çar û generalan re daxwaznamên vegera Petersbûrgê dişîne. Di dawîya dawîn de ev daxwaza wî bi cî tê û di sala 1860î de li Petersbûrgê ye. Bi vegera xwe re tev birayê xwe, bi navê Vremyayê kovarekê diweşînin.

Di havîna sala 1862an de Dostoyevskî cara pêşîn derdikeve dûrgeşteke Ewrûpayê. Di Almanyayê re derbasi Îngilîstanê dibe, li Fransa, Swîsre, Îtaliya û Awusturyayê digere. Piştî vê dûrgeşta xwe, li ser ditinên xwe yên li ser entelektuelên rûsan serê Dostoyevskî zelal dibe. Li gor têgêhiştina wî, ew ê ji bo Rûsiyayê malxirabiyeke mezin be ku meriv bide ser riya nimûna welatên Ewrûpayê. Li ser nivisareke kovarê, Vremya qedexe dibe. Vê carê ji bi navê Epoxayê dest bi weşandina kovareke din dikin. Lê ramanên wî, daxwaz û ramanên rewşenbirên dema wê rojê, rewşa welêt, qedexebûna kovarê û derxistina vê kovara nû, hemû jî alozî ne. Ji bilî van aloziyan, wek ku berê jî hati bû gotin jina wî di vê demê de dimire û piştî du mehan jî birayê wî dimire.

Evîneke nû bi Dostoyevskî ve xuya dibe. Bi navê Appolinarya Suslovayê keçeke ciwan û xwendekar, li Petersbûrgê şevekê beşdarî civînekê dibe ku li wîr Dostoyevskî çêli bîranînên xwe yên zîndanê dike. Li wîr xwîna Suslovayê li Dostoyevskî dikele, dilê wê dikeve vî mêrikê ku bist salan jê mezintir û pêwendiyên wan germ dibe. Lê gelek nabuhure dilsarî li Suslovayê peyda dibe. Bi hev re biryara dûrgeşteke Ewrûpayê digirin. Lê Dostoyevskî di wê wexta diyarkirî de nikane bi Suslovayê re biçe. Dema ku Dostoyevskî tê Parisê, Suslova pê dide zanîn ku ew dildarê yekî Amerîkalatînî bûye. Dostoyevskî gelekî ji Suslovayê hez dike û evîndarê wê bûye. Li ber wê digere ku ew ji nû ve pêwendiyên xwe xweş bikin. Lê Suslova hertim neheqiyê lê dike û wî piçûk dixine. Û Dostoyevskî hîn jî evindarê wê ye.

Dostoyevskî dûre vê keçikê bi navê Polînayê di berhema xwe ya Qumarbaz (1866) de, bi navê Nastasîya Flîppovnayê di Îdîot (1869) de û bi navê Grûşenkayê jî di Birayên Karamazov (1879-80) de dide xuyakirinê.

Ji romanên xwe yên mezin Dostoyevskî li ber nivisandina Sûc û Cezayê (1866) rûdine û dinivisîne. Di demeke teng û dijwar de ye. Ev dijwarî ji tunebûna peran, nerihetbûna ji deyndaran e. Ji ber destengiya xwe pêymanek bi weşangerekî re çêkiriye ku ew ê di wexteke diyarkirî de paknivisa romaneke xwe bide wî. An ne, weşanger ê li ser wan hemû berhemên wî yên ku wî heta nuha nivisandiye, rûne. Heta mehekê beriya peymana wan Dostoyevskî rêzikek jî ne nivisandiye. Dûre bi alîkariya nasekî xwe, ji dibistana stenografiyê bi navê Anna Snîtkînayê keçeke jîr û bîstsale banî nivisandinê dikin. Piştî bist û şeş rojan paknivisa romana Qumarbaz amade dibe. Di dema karê vê berhemê de bala Dostoyevskî her li ser vê keçika jîr û şêrin e. Dûre pêşniyara zewacê li wê dike, bersiveke erê digire û piştî du mehan ji bi hev re dizewicin. Herweha Anna Snîtkîna dibe sermiyan û bermaliya Dostoyevskî. Di salên pey re Dostoyevskî gelek peran di lîstikan de wenda dike, rewşa wan xirab dibe, heta tiştên xwe yên dawîn jî bi girûganî datînin; lê dîsa jî ev jinika ciwan, serastiya rêkûpêkiya malê dike, nêzîkî çardeh salan paknivîsa gelek berhemên Dostoyevskî ew bi destê xwe dike, dibe histûna mala wî, diya zarokê wî û di ber re jî her li ser nexweşiya wî ya epîlepsiyê li wî mêze dike.

Di dawîya jiyana xwe de Dostoyevskî tevayiyê hiş, hêz û wexta xwe dide ser nivisandina berhema xwe ya Birayên Karamazov ku tiştekî weha derkeve. Lê hîn di ser çap û weşandina wê re salek derbas ne bûye, Dostoyevskî dimire (1881).

Çiyayên herî bilind, geliyên herî kwîr, deryayên herî berfere, bi kurtî; natûrê bala edebiyata Dostoyevskî ne kişandiye ku di berhemên xwe de nîgara wan bike. Pirsa Dostoyevskî pirsa meriv e. Dixwaze têbigêhîje ka ev aferîda çi ye û dikane têkeve nexşên çendik û çend rewşan. Hîn di hîjdehsaliya xwe de Dostoyevskî ji birayê xwe re weha dinivsîne: «Meriv, aferîdekî wusa ye ku têgêhîştin û jihevderxstina wî pir dijwar e. Ku tu tevayiyê jiyana xwe ji bo jihevderxistina viya bibuhurînî jî, nekeve wê gumanê ku tu wexta xwe li avarê derbas dikî.

Min ev yeka ha ji xwe re kiriye kar, lewra ez dixwazim bibim meriv.»

Bêguman ev merivê ku tê gotin, merivekî taybetî ye, merivekî Dostoyevskî ye, merivek e ku ew dixwaze biafirîne û weke nimûne berde nav civakê, civak li wê nimûna wî binêre, ew jî werine guherandin û herweha civakek nimûnegîn derkeve. Ji xwe ciyêbûna wî ya ji ateîzma Belinski û sosyalîstên utopîst jî ji ber vê yekê ye. Dema ku bergeha li ber dara mirinê dibîne û dijî, di wê gavê de ruh, mejî û daxwaz ji laşê wî derdikevin û Dostoyevskîyekî pûç li wir, li ber dara mirinê dimîne. Gava ku mizgîna bexişandinê jî dibihîse, Dostoyevskîyekî nû bi ruyê dunyayê dikeve. Ev guhertina Dostoyevskîyekî kevn û nû, di navbera çend hilman de dibe. Lê ev hilmên ha têra bingehiya felsefa wî dike ku: Ew, dûre bûyer û tîpên çar salên zîndaniya xwe jî li ser bihûne; wekî psîkologekî berî Freud û hemû zanayên vî beşî, xwe di qelişa ruhê rewşa meriv de bera xwarê bide; li wir fêrî wersira rewşa ruhê zarok, jin, xort, dîn, ehmeq, mêrkuj û xwekujan bibe.

Di çar salên xwe yên zîndanê de, Dostoyevskî, bi xwendina Încîlê serwextî oldariyeke asimanî û bi nasîna xelkê rûs jî serwextî rastiya civaka wê rojê dibe. Ev oldariya pîrozwer bi humanîzma wî ve dikele û dixwaze ruhekî paqij, mejiyekî têgêhîştî, xwî û zarekî xweş biafirîne ku jê meriv û civakek bêqisûr ava bike. Li gor wî serketina vê yekê jî tenê bi riya baweriya Xwedê dibe. Û li vir bi van ramanên xwe Dostoyevskî eksîstensîyalîstekî wekî Kierkegaard e.

Beriya ku Îdîot were nivisandin, di binê siya van ramanên xwe de Dostoyevskî dixwaze romaneke dûrûdirêj binivisîne. Ev romana ê ji pênc beşan pêk bihata û ew ê ji 2000 rûpelî jî zêdetir bibûya. Dostoyevskî ê ev romana bi navê Jiyana Gunehkarekî Mezin binavanda. Mebesta Dostoyevskî di vir de jî afirandina merivê bêqisûr e. Lê ev romana ku tê gotin, ne hat nivisandin. Ji dêla ve vê romanê Cinina, Xort (1875) û Birayên Karamazov li ser bingehên vê romana pîrozwer hatine nivisandin.

Dostoyevskî oldarekî mezin e. Bi qasî ku oldar e, bi ewqasî jî dudilî ye. Ji xwe bi vê duduliya xwe serwextî hebûna Xwedê dibe. Di hemû berhemên xwe yên piştî zîndanê de, hebûn û tunebûna Xwedê dihûne, li Xwedê digere. Di ciyekî xirab de bi destê lehengê xwe digirê, pê dilîze, di êş û azara jiyanê de diqepijîne, dixîne dudiliyeke hebûn û tunebûna Xwedê, merivan pê dide kuştin, tirs û gumanê pê dide hîskirin, dîn dike û bi çolan dixe... Lê di dawiya dawîn de alîkariya lehengê xwe dike, dibe ber deriyê mala Xwedê û li wir wî dide dest Îsa. Li ser vê rewşa xwe ya oldariyê, di sala 1870î de ji Maîkov re weha dinivisîne: «Çi bi zanatî û çi bi nezanî, di tevayiyê jiyana min de, pirsa bingehîn ya ku her di hişê min de, pirsa hebûna Xwedê bû.»

Dostoyevskî yekemîn niviskarê êş û azara jiyanê ye. Hunermend, psîkolog, humanîst û dilovan... bi van nexşan, yekî nola wî ne hatiya û ne jî çûye. Bi xwe jiyaneke tal, xizan, bi êş û nexweşî buhurandiye. Erd û asiman, cin û perî, çê û xirabî di jiyan û berhemên wî de li hev dipiçikin û hevdu dihûnin Gelek rexnegir û lêkolîneran li ser Dostoyevskî pir û pir tişt gotine û nivisandine. Ji van tiştan gelekî wan ji hev dûr û gelekî wan jî nêzîkî hev in. Ji ber vê yekê, ez ne bawer im ku bi nîgartineke din û yeke din û yeke din meriv bikani be ruh, raman û felsefa wî bidine famkirinê. Û ne dûrî aqilan e ku em bibêjin: Dostoyevskî bi xwe jî nîgara êvîn û oldariya xwe, dilovaniya ruhê xwe, kwîraniya felsefa xwe, nexş û hûnandina hunermendiya xwe bi dev ne kiriye û nikani bûye bike. Dibe ku ev ji bo wî jî gelekî dijwar bûye. Dostoyevskî bi xwendinê tê famkirinê, lê dijwar e ku were katkirinê.

Hesenê Metê




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues