"Ez her dem, xwe qismen bi çavên ên din dibînim."
Willam L. Randall
ERRRIK
Li bin dara li ber rawestgehê mîna peykerekî sekinîbû. Lîçika ku ji pozê wî diherikî bi pişta destê xwe paqij dikir û bi wan çavên xwe yên sorbûyî kesên ku diçûn û dihatin dinihêrî. Ji qîre-qîran, ji dengê firêna wesaîtan vediciniqî û pê re jî serê xwe dikişand nava saqoyê xwe.
Bihar bû. Dar û ber bi gûşiyên leylaqan xemilî bûn. Li ser rûyê însanan ew mestbûna şîrîn a biharî veniştîbû. Dema em di ber wî re bihurîn di bin çengê xwe re li me dinihêrt. Destê xwe bir ser lêvên xwe yên ku mîna karokan nepixî bûn û ji me cixare xwest. Me du heb danê. Bi kenekî tewş devê wî vebû. Ew diranê wî yê mîna bizmareke zengargirtî, xuya kir.
Destê min û Sunayê di nav hev de bûn. Min destê wê dişidand û li kuncikên xewle ew radimûsa. Şerm dikir. "Wisa meke! Wê hinek me bibînîn" digot û pê re jî li der û dorê dinihêrî. Paşê bi kelecan got, "Wa li dû me tê!" Min got, "Kî?" Devê xwe anî ber guhê min û got, "Ew mêrikê ku me cixare dayê."Hilma wê ya ku bêhna qehwê jê difûriya hundirê min dixdixand. Min destê wê hîn bêhtir Şidand û min got, "Bila bê, wê çi bibe?" Dema em li serê kolanan, ji vî aliyê rê derbasî kolana din dibûn, min di ser milê xwe re awirek dayê; ewê ku me cixare dabûyê di nava wî saqoyê xwe yê fereh de bi çindikan dimeşiya û hilmên ku ji cixareyê dikişand, ber bi ezman ve pif dikir. Di nava kolanê de her du milên xwe ji hev vekirin û rast sekinî. Dema her du milên wî wiha vekirî li hewa sekinandî bûn, eynî di dirûvê kêlîkeke girs a tirsnak a di nav bostanan de bû. Wekî ku bi me re biaxife, peyvine ... |