La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ardû, ji kurteçîrokên gelêrî


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2001-01-01, Stenbol
Préface : Pages : 176
Traduction : ISBN : 975-8637-42-8
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 4493Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Ardû, ji kurteçîrokên gelêrî

Ardû, ji kurteçîrokên gelêrî

Hesenê Metê

Avesta

Hesenê Metê - (1957) Ji Erxaniya Diyarbekrê ye, ev bi qasî 20 salan e ku ji wan deran dûr e, li Swêdê dijî. Kitêbên wî yên ku heta niha çap bûne ev in: Smîrnoff (çîrok, 1991), Labîrenta Cinan (roman, 1994), Epîlog (çîrok, 1998). Ji xeynî van kitêban Keça Kapîtan (1988) a Pûşkîn, çend kurteçîrokên Çehov bi navê Mirina karmend (1989), romana Dostoyevskî Merivên reben (1991) wergerandiye kurdî. Smîrnoff, Labtrenta cinan û Epîlog di nav weşanên Avesta de ji nû ve têne çapkirin. Ev kurteçîrokên gelêrî bi formeke edebî hûnandine û bi navê Ardû (1991) cara pêşîn di nav weşanên Welat de li Stockholmê çap kirine.



Ardû, ji çel û du kurteçîrokên gelêrî pêk tê. Di civatekê de, di navbera du kesan de dema ku peyv tê ser peyvê, an jî peyv li peyvê disekine, ev kurteçîrokên ha wê çaxê wek argument têne gotin. Bi katkirina van kurteçîrokan, çîrokbêj dixwaze rastiya gotinên xwe bi cî bike û pê peyva rast derxîne. Tiştekî herî balkêş jî ev e ku dema xwediyê çîrokê nikare gotinên xwe bi awayekî zanetir û nimûnên berçavtir bide famkirin, “Yek hebû” dibêje û dest bi katkirinê dike. Kurteçîrokên di vir de ji çend navçeyan û ji devê çend kesan hatine girtin. Hesenê Metê jî, ji van kurteçîrokan babetekî herî xweş hilbijart û wekî edebiyateke nivîskî ew di forma pirtûkekê de hûnand.



PÊŞGOTIN

Ev pirtûka ku destê we de ye, ji 42 kurteçîrokên gelêrî pêk hatiye. Ev kurteçîrokên weha bê cî û bê sedem nayên gotin. Di civatekê de, di navbera du kesan de dema ku peyv tê ser peyvê, an jî gotin li gotinê disekine, ev kurteçîrokên weha wê çaxê weke argument têne gotin. Bi katkirina van kurteçîrokan, çîrokbêj dixwaze rastiya gotinên xwe bi cî bike û pê peyva xwe rast derxîne. Tiştekî herî balkêş jî ev e ku dema xwediyê çîrokê nikane gotinên xwe bi awayekî zanetir û nimûnên berçavtir bide famkirin, "yek hebû" dibêje û dest bi vegotinê dike. Ev "yek" ango lehengê çîrokê ne bi nav e. Lewra rengê lehengên kurteçîrokên weha bi herkesi dikeve û pirî caran li herkesi jî tê.

Her kurteçîrokek kêmasiya aliyekî meriv raber dike: Dînîtî, kêmaqilî, sersivikî, saxikî, gêjî û bêhayiya meriv bi zarekî xweş raber dide. Lewra wusa diyar e ku ji bo kesekî gelek dijwar e ku li nava çavê yekî hemberî xwe binêre û jê re bibêje:

"Tu ehmeq î." An jî"Tu derewan dikî.". Lê dema ku ev tiştên ha bi zar û çîrokek weha bi lêv dibe, nermtir û xweştir dibe.

Me bala xwe dayê ku ev kurteçîrokên weha li navçeyên cuda cuda bi gelek babetên wekî din têne gotin. Derketin û destpêka wan ji deh babetan jî zêdetir e. Lê herçiqas derketin û destpêka çîrokan ne weke hev bin jî mîna naverok ji hev ne dûr in û ev jî ji karakterekî edebiyata devkî ye. Loma me jî pêwîst ne dît ku em her kurteçîrokekê bi hemû babetên wê di pirtûkekê de biweşînin.

Di arşîva me de ji devê Şemdînê Diyarbekirî, Hesenê Mêrdînî, Seîd û Mahmûdê Sêwregî, Ûsifê Berfiratî, Seîdê Wanî, Şerîfê Mûşî, Seydayê Binxetî, Arifê Bedlîsî û Mele Mihemedê Deşta Gewra çîrokên weha hebûn. Em ji van hemû ciwamêran re sipas dikin ku wan ji bo alîkariya evî karî xwe ne dan paş. Û me sipasiyeke taybetî jî ji bo Hesenê Metê heye ku ji van kurtçtrokan babetekî herî xweş hilbijart û wek edebiyateke nivîskî ew di forma pirtûkekê de hûnand.



Nexweşî

Ev serê çar heftan e ku jinik bi nexweşiyek bênav ketiye û anuha di nava nivînan de ye. Di çend rojên pêşîn de mêrik nizane ku nexweşiya jina wî ê ewqas dirêj bajo. An ne wî ê di roja rojîn de jina xwe bibira ser doktorekî, li riya saxiya wê bigeriya û anuha jî tew pêwîst ne dikir ku ewqas bipa.

Mêrik hinekî bi dudilî ji oda gund derdikeve û ber bi malê tê. Dema ji deriyi eywanê dikeve hundur, nalîna jina wî ya nexweş dîsa tê bihîstin. Loma gavên wî sist dibin, lê dîsa jî dikeve hundur, ber bi nivînên jina xwe diçe, li ber serê wê rûdine, hêdîka destê xwe dide ser eniya wê, tiliyên xwe di nav port wê î kej re dibe û tîne, û bi awayekî ku tiştekî bixwaze dibêje:

- Tu çawa î, xatûn?

Nalîna xatûnê berztir dibe û bi dengekî nexweş dibêje:

- Ji bere jî xirabtir im.

Dilpekiya hêviya xweşiyekê li mêrik sist dibe, bi dengekî gazindar dibêje:

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues