La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Şîn û Xebat


Auteur :
Éditeur : Berfîn Date & Lieu : 1984-01-01, Stockholm
Préface : Pages : 86
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 200Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Şîn û Xebat

Perîşan

Şîn û xebat

Berfîn


Zordestan dihêrim

Pizot û pêt û arim ez
Şewat û kêferatim
Çeleng û xurte mêrim ez
Kuhû pût û kelatim
Rewanê serfirazîme
Agid û baz û şerim ez
Bi mêranî bi dengim
Pilingê ser zinarim ez
Ji rengê Areratim
Jîyan û restegarîme
Dûrbîna rojhilatim ez
Kûrdim gelek dilêrim
Hetava serbestîme ez
Zordestan xweş dihêrim
Neyare şew û tarîme

.....



PÊŞGOTIN

Ez dibînim û wisa jî dibêjim kû kesên nivîskar û şair û hunermend ewin yên kû xebatek hêja û bilind ji miletê xwere dikin û serê miletê xwe bilind dikin û hildidin jor ev xebata ji vî rengî nivîsandin û hiner xebateke pir hêja û giring û giran bûhaye û ji rengê herî bilinde.

Nivîskar û şair û hunermend ewin yên kû bi kûrîtî û bi ferehî li ser dîrok û mîjiwa miletê xwe disekinin û bi ferehî jî li ser pê mayê miletê xwe dinivîsin û ev nivîsandin û hiner bihezarê salan li nav rûpelê mîjiwê de.

Li demên direj de dimînin û nifşek didê dest nifşekî û filiklor û mijwa miletê xwe bihemo miletên cîhaêre didin naskirin dizanin kû ev nivîskar û hinermend dibin rohnîyek pir bişewq li ber milatan û dibin tevdanek pir bi hiner û xurt di nav miletan de û dibin rêçek pir fereh ber tevger û rêxistinên miletan û li bermiletan rêvedikê. Herî tê te xuyanî kirin kû rist, şir û hilbest kelema çavê neyarin ji lewra dibejin ev xebata kû ji vi rengî xebateke helî bilinde û bi romete.

Gelek caran bimin rehatiye xuya kirin kû kesên nivîskar û şair û hinermend dilovan û dilpak û paqijin û xwedî bîr û bawerîne ji ber vê yekê ez sipasîya hemî kesên nivîskar û şair û hinermandan dikim û di nav wande jî sipasî nivîskarê hêja û bilind –Kamîran- dikim û serkeftin û pêşveçûne jêre dixwazim ji ber kû ristevanê mini Kamîran rêçekzanistî û hêja girtiye û têde gelek ristên xweş û hêja çêkirine û binezmek wek hêvî hûnandine hêvîdarim kû ristevanê me divê rêçê de bi dûmînê û roj bi roj têde xurttir û ferehtir binivîsîne û bibê şaîrek mezin û payedar û dinav ristevanên miletê xwede cîh bigre û dinav gelê xwede nav û dengekî bilind bistînê.

S.K.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues