La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çaryek esman bi şûn de


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2010-01-01, Stembol
Préface : Pages : 94
Traduction : ISBN : 978-605-5585-30-3
Langue : KurdeFormat : 120x195 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 3264Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Çaryek esman bi şûn de

Versions

Çaryek esman bi şûn de

Şeyhmus Dagtekin


Şeyhmus Dagtekin - Di 1964an de li Harûn, gundek kurd li herêma Semsûrê hatiye dinyayê. Piştî xwendina xwe ya odio-vuzuelê, li Enqerê, ew di 1987an de diçe Parîsê û lê dijî. Bi fransizî, kurdi û tirkî dinivîse. Piraniya kitêbên wî li ba Castor Astral hatine weşandin.

"Xewnan dîtin têr nake, dibê mirov bike" ji min re digot bavê min. Ez rabûm û min dest pê kir. Min gotinek kir devê xwe ku bikaribe bigihê dilê kesek din, ku bikaribe dilê min vebike di nav devê kesek din de."

Berhemên wî yên din:
- Artères-solaires (Rehjeyên-tavê), helbest, l'Harmattan, 1997.
- Les Chemins du nocturne (Şeverê), helbest, Le Castor Astral, 2000 (Prix international de la poésie francophone Ivan-Goll - Xelata navneteweyî ya helbesta fransizîaxêfan ya Ivan-Goll).
- Le Verbe temps (lêker- dem), helbest, Le Castor Astral, 2001.
- Couleurs démêlées du ciel (Rengên verisi yên esmên), helbeset, Le Castor Astral, 2003.
- À la source la nuit (Li çavkaniyê, şev), roman, Robert Laffont, 2004 (mention spéciale du Prix des Cinq Continents de la Francophonie -dikara tabetî ya Xelata Pênc Qitayên Fransizîaxêfînê).
- La langue mordue (Zimanê gezkirî), helbest, Le CastorAstral, 2005.
- Juste un pont sans feu (Tenê pirek, bê agir), helbest, Le Castor Astral, 2007 (Prix Mallarmé 2007 - Xelata Mallarmé 2007, Prix Théophile Gautier 2008 de l'Académie française - Xelata Théophile Gautier 2008 ya Akademiya fransizî).



Tu ê tenê bi min ve mijûl bibî ne wisa
Ewê hizrên te tenê ji bo min bin, ne wisa
Di dîtina te de, tenê ezê hebim, ne wisa
Di bin çermê te de, tenê ezê hebim, ne wisa
Hemû zengilên hisên te ewê lêdin di eynî demê de ji bo min, ne wisa
Ger tu bixwazî xwe ji min biqetînî jî
Xwe zindankî
çar dîwarên te wê ez bim, ne wisa
Ger te bixwesta xwe dûr jî bikî
Bask û riyên te wê ez bim, ne wisa
Ger te bixwesta winda jî bibî
Windabûna te wê ez bim, ne wisa



ji bo birayê darhirmê, ji bo bira gavan,
ji xwişka pepûkê re, ku bi dirêjahiya
piyadeyên min, tucar ez bi tenê
nehiştim
û ji bo loirê ku ez dadibuhirandim
bi ava xwe ya sar û kelandî

 

çendî av im ez

Bi çi navî em diginginînin wêneyê
Lêkera wêneyê
Wêneya navê me yê bê lêker
Ji navê me yê koçer
Yê bê wêne
Ji kîjan mecûsî emê bidizin deng
Ji bo lê zêdekirina kîjan lêkera bê beden
Ji kîjan lêkera re ku binav nake tu bedenek
Bedena ku derbas dibe bêyî li xwe bike bar ve tu dengek
Wisa sivik weke axa bê rûxar
Li wir ku najî tu bedenek
Bê deng û bê wêne

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues