La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Mirina rojê


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2006-01-01, Stenbol
Préface : Pages : 64
Traduction : ISBN : 9944-382-06-X
Langue : KurdeFormat : 115x195 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 6836Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Mirina rojê

Mirina Rojê

Jîla Huseynî

Avesta

Jîla Huseynî - Di sala 1964an de li şarê Saqiz li rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Keça dadvan û zana Mehran Huseynî ye, ku xwediyê kitêbxaneyeke zengîn bû û pêş ku biçe ser dilovaniya xwe, rolek mezin dibû di handan û piştgirtina şair de. Jîla di temenê pazde salî de, dest bi nivisîna şi'rê kir. Di sala 1996an de gihaşt dilovaniya xwe, di gel keça xwe ya ji nû ve li dayik bûbû, piştî kurek li dû, xwe hişt bi navê Ramî, di encama bûyereke maşînê de, di oxira civanê di gel Şerko Bêkes, di wextê serdana wî ji Tehranê re. Şi'rên wê bi zimanê Farisî jî hene. Endama damezrêner bû di Encûmena Wêjeyî ya Mewlewî Kurdî li şarê Sine. Ji berhemên we:

- Geşey evîn (şi'r, 1995)
- Qelay Raz (şi'r, 1998)
- Berhevokek şi'rên zarokan, nehatiye çapkirin.
- Çend kurteçîrok di berhevoka Qelaya Raz de hatine çapkirin.



Eger bû û te jinek dît
bejna wê bi xemê xemilandî be
çavên wê kiz û xembar bin
lêvên wê ziwa û gelişî bin
û te ez û pê şibandim
neveciniqe
nebêje wêneyê vê hejarê
di albûma raburiya min de
yadîgar e.



JÎLA HUSEYNÎ RONAKİYA FİNDA DİLÊ ROJHİLATÊ WELATÊ MİN BÛ

Ronakiyek mê û bi jan bû ku şev li dû şeva ew Rojhilatê tarîk de geştir û geştir dibû. Jîla ji bo bi şi'rê vêdiket û dişewitî, çunke di şi'rê de xoşewîstî û aştî û çavên zarokên Kurdistan û hemû dinyayê didît. Ew dildareke giyan mişt bi perwane û hîveron bû.

Ji bo azadiya xakê, azadiya jinê, azadiya gotinê dijî, evînî li kû ba ew jî li wir bû. Ew dema ku ev jina perwana dorbera şi'rê bû, jinên nivîskar kêm bûn, perda ser wêje û derbirînê jî stûr bû û tenê ew û çend jinên wek wê ew perda hilavêtibûn. Ez bi xwe ji nêzîk ve, di riya nameyên wê yên ciwan re, dizanim ku şi'r aşiq bû û Jîla jî maşûqê wê bû. Di nava dorpêça ebareşî Îran de, ew serekî ronak û semaya keziyeke firî û azad bû. Jîla... hêşta negihiştibû nîvê pêlekanên jiyan û şi'r û kamilbûna ezmûn, ku destê mirinê ji nişka ve û nehîngir gihîştiyê û ani xwar! Lê belê eger bi çend helbestên ciwan be jî Jîla ji mirin û jibîrçûnê re dibêje:

Hûn bi min nikarin, çend ristên ciwan bes in boyî ku ez qet û qet nemrim û jibîrneçim û her gav di nava şi'ra jiyanê de bim.

Şêrko Bêkes
15.1.2006



Şi'r

bobelat

"Buhar" e
Ev sal buhar xemgîn e
dest û derdor û biyaban
sîma xwînî ne
ne livîna xelkê ye
ne firîna tilûr e, ne nûzîna jîn e
ne fênikiya dar e...
û xurîna rûbar e...
û ne girnijîn û pêkenîn e
Hewar e, dad e, giryan e, şûn e
"Buhar keça min"
buhar xemgîn e
bobelata Helebçe û mirina evîn e

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues