SIVKE GOTINEK JI WERGÊRÎ
Gelek salên giran û nexweş biser gelê mede barîn û dîsa nuhe jî ev gele her yê li bin barê herê nexweşê sitemkariyê, rênc û êşa dikêşit.
Ev nivêsîna Seydayê Xalid nivêsî pêngaveke bo helsengandina salên borî û demê nuhe... Hewildaneke bo dest nîşankirina birînên gelê Kurd û Pedivyatiyên nojdariya wan birînan.
Bi min pêngavek pirr hêjaye, û pêdiviye her Kurdek bixwinit. Hêjatiya vê pêngavê pêtir di hindê daye hewildaneke bo Xilolekirina dîwarê tirsê, tirsa bê eger ji nivêsîn û helsengandinê.
Nivêsevanî gelek hizrên giring yê divê nivêsinêde derbirîn û diyar kirin. Lê wekî min daxwaza wî bi supa sivê pesend kirî û biryar day vê nivêsînê ji erebiyê wergêr me kurdiyê, mêna (wate) ew nine ez xudan û helgirê heman bir û bawer û heman hizra me, di bit li gelek ciha hizr û boçanêt me êk nebin. Lê gelek bi fer dizanim em hemî fêrî loqa dîmukrasiyê bikin û baştirîn rengên dîmukrasiyê ew e, xwe nî bikeyn çawan di xwazîn derav û delîvan ji gotin û derbima hizrêt xwera peyda bikeyn û serbest bêjin û diyar biken. Ez li wê bawerê nînim (ji ber gelek egera) rewşenbîrên Kurd bikarin û bizanin rastiya tewaw û bîr û bawerên gogirî û bê kêmasî derbibirin.
Lê disan li wê bawerême her êk ji me dikarit hindekê ji rastiyê û dirustiyê destnişan bikit û bêjit. Û kengî rastî û dirustiyên me hemiya vêk ketin û gehiştine hev û kombone ser êk, hîngê dê xwe di qonaxek bêrincî û gelek başde bibînîn.
Evca ji bo xizmeta pirsa gelê xwe, ji bo nojdarkirina birîna me ya here bijan û mezin, divêt hestên me diber pirsiyarbin û ne bi tinê rê bideyne hev da hizrêt xwe derbibirîn, lê divê harîkariya hev bikeyn û astenga ji rêya hev ladeyn û cudahiyên li nav bîr û bawer û darêtina hizran ji xwere nekeyne eger bo kuştina vê hulma dîmukrasiyê ya ku hêdî hêdî dinav civaka Kurdistanê de divejit û serhildidet û piç piçe di sexletêt mede diyar dibit.
Cahfer Mayî |