Tacê bîranînê
Wezîrê Eşo
Şayîrê xerîbîyê Fêrîkê Ûsiv
Çiqas jî Fêrîkê Ûsiv wek şayîrekî kurd li welatê kal û bavên xwe kêm deng daye, lê di nava kurdên sovêta berê, û bi taybetî Ermenîstanêda, li kîderê ewî jîyana xwe û nivîsandina berhemên xwe bi cî anîne, wî wek helbestvanekî herî bi kemal û bi serda jî mezin dihesibînin.
Raxistina jînenîgarî û kar û barê helbestvanekî weke Fêrîkê Ûsiv di nava gotarekêda, çiqasî jî ew berfirehbe, ne gengaze. Ber vê yekê min biryar danî, ku dest ji nivîsandina gotareke bi awayê standart bikşînim, û her bi tenê hinek nêrîn û dîtinên xwe, ku pêwistir dibînim, ser helbestvanê hizkirî, jîyan û karê wî raxim ber çevan.
Ez ber vê yekê van nêrîn û dîtinên xwe pêwast dibînim, ji ber ku ew cara yekemîn tên eşkerekirinê, û bilî min belkî yekî din nikaribe jî vê yekê bi cî bîne, ji ber ku yên dikaribûn pirî-hindikî bi cî baniyana, ewana bi piranya xweva weke Fêrîk xatirê xwe ji cîhana ronik heta-hetayê xwestine. Di vî warî de, eger em dikarin waha bêjin, pirîvîlêjî, serdestîk min heye, ne ku bi tenê haya min, wek hogirê Fêrîk yê zarotîyê û nêzîk, ji pir kesan bêtir ji jiyan û karkirina wî, lê her wa ji wan bûyêran jî heye, yên ku ji alîkîda, karaktêra wî, weke mirovê kurd, weke şayîr dîhar dikin, ji aliyê dinva jî, ku tiştekî pir giringe û dîrêkt girêdaye vê nivîsa meva, sedema tirajêdiya wî wek helbestvanê kurd, yê welatparêz, miletparêz… |