La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rono û sirûdên bêrîkirinê


Auteur :
Éditeur : Jîna Nû Date & Lieu : 1994-01-01, Bällinge
Préface : Pages : 70
Traduction : ISBN : 91-88054-40-3
Langue : KurdeFormat : 130x210 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 2402Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Rono û sirûdên bêrîkirinê

Rono û sirûdên bêrîkirinê

Ehmed Huseynî

Jîna nû


Diyarî
...Jibo Rono (Nûra Şêx Bekir)
Min bi hêsirê sirûdan giyanê xwe
dişewitand. Di hembêza te de hînî dijwarîya
sînoran dibim. Li jêr xuşexuşa awirên wan
çavên te, ez bi lalî, bi welatekî qedexe re di
peyivîm!
... jibo we! Hûn..!
Roj bo roj, lavlava bêrîkirina we, bi sermestî
hildiperike asoyên giryanê.

Berhemên Ehmed Huseynî:
1 - Mistek ji şîna bêcir (ligel M. Efif Huseynî), Stockholm, 1990
2 - Bi xewna we pênûsê dilorînim, Stockholm, 1993



PÊŞGOTIN

Olana cih û nehogirî ya bi demê re di Sirûdên Rono de

Rono û Sirûdên Bêrîkirinê, pîyeseyeke cih hilgir e û dîloka derbaskirina sînorê laşekî bêşûn e. Hewldanek taybetmend e bo duristkirina rengê kesayetîya cîwaran, bo bi ma'nekirina demên pîroz.

Bi rojeva bîranînê hemî dîmen û çêj û bin û razên rabirdû, ji wir ta vir -ku hê jî berdewam in- bi amadeyîya xwe amade dibin.

Di nav bêcirîya bêdeng a demên dorpêçkirî de, bi hawara peyvan, bir -ta ku çav bibîne- pêlpêlkekê berbi şûnwaran ve mîna dergûşeke xewnan, dirêse. Ev jî, arezûyên bêaram xav dike, radizîne.

Bi gurîna deng û rîtma sirûdan, sembol, form û naverok û xurusta hundur û derve ya tiştan di nav Sirûdên Rono de cihên xwe bi dest dixînin.

Li vehêsîna îstgehan sirûd berbi asoyeke din ve - ku awazên bêrîkirinê di tembûra dil de qonaxa di navbera cih û laş de bi hev dû ve girê dide- diçin…

Rengên bejnên bêrîkirinan bi harmonîyeke xwelîrengî sirûdan dineqişînin.

"Min nizanîbû ku ezê hewqasî bêrîya goristana bajêr bikim. Eger roja Pêncşemê tu çûyî serdana dayika min, kêstekên li dora gorê biguvêşe da ku nalîna min bête vejandin".

Bêrîkirin di asoya bîranînan de radikişe û laş jî dibe du beş; laşek sergerdan û laşek bi şûnwaran himbêzkirî, herdû laş daku hevdû bibînin, asoyekê ji guftûgoyê, ji têramandinek pexşanî vedikin û diçirînin.

Di katên revyayî de, cih di bêrîkirinê de bêtir amade dibe, bi sîmayê wêneyan, em dikarin giyanê rewrewkî yê tiştan bi çavê anuhayîyek bêşûn, bibînin. Li ser giyanên tiştan henasa helbestê berz dibe, ev henase jî mûsîqayekê di guhê me de diçerpîne. Li seranserî Sirûdên Bêrîkirinê, cih, şûn, war serên xwe hil didin, lewra bîranîn, ji wir ta vir - ku ne dîyar e- berî ku bigihêje serê qonaxê, rûyên xewnên xewrevînî hişyar dike. Gewrîya sirûdan tî dibe. Giyan diçe beramberî pencereyên dil. Li wir, hemû tişt, hemû bîranîn li gel hevdû dipeyivin. Nalenal jî li ser lêvên tîhn-zuha yên sirûdan dikin zingezing. Di nav vê asoyê de evîn, mirin, xatirxwestin, hatin û çûn, jibîrkirin, zûhabûn h.d. di zimên de bînê radikişînin.

Di vê navberê de, em li giringîya şûnwaran rast tên, ev giringî tîrêjeke germ di laşê me de peyda dike. Rono jî, li wir, berî roja Pêncşemê di nava deftara bîranînê de li wesîyetnameya dawîn digere. Dil jî, li vir bi destekî kêstekî têt hejandin.

Lîskên bêcir û neaşnayîya demê, balendeya bîranînê ji pencereyeke ji pencereyên dil bi firê dixîne, difire û diçe berbi kuç û kolanên sîbergirtî yên Amûdê û bi şûnwaran re hevdînan werdigrin.

Ehmed bi awazên van sirûdên xemgîn di nav demên nediyar û şûnên li cihmayî de, bi piyaseya asoyeke vekirî, dixwaze, careke dî, paşerojê durist bike û sirûdan jî bike dergûşa pêşeroja şûnwaran.

Di van sirûdan de, cih, bûnewerîyekê bo hemî tiştan durist dike, paşeroj jî di nedîyarîyekê de xwe diyar Bike. Ev jî wa dike ku cografyayek berfireh bo ziman peyda bibe û hewldana vê peydakirinê jî zemînekî bi ber û berhem bo pêşeroja zimanê pexşanê amade dike.

Stokholm, 94.02.21
Hendirên




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues