Derdî dûrî
Derdî dûrî kuştimî Derdî wişyarî û sebûrî kuştimî Yadî yaran û welatim roj û şew Lê heram kirdim qerar û xurd û xew Xem rewênêk lêre min nakem bedî Çon pena bo mey nebim, saqî! edî! ! Nabînim xak û welat û şarî xom Nabînim nasya û dost û yarî xom Rû le her laye dekem, namo ye bom Nabînim cê jwan û kewne lanî xom Şew dekêşim, şew nexûnî û bê xewî Roj deçêjim derd û daxî bê ewî
Hêmin Mukiryanî
Kesê mihnet dî û firqet vexwarî cir'eya hicrê Girî wan tê bi halê min, di vê hicran û zecrê da Bi dama muhbetê bend im, xedenga firqetê dil nuht Bi şubhî murxî nîm besmel di hev wer têm di xwînê da
Melayê Cizîrî
DÎLOKEK BI NIYAZA PÊŞGOTINÊ
Yara min... Babelîskeke xwîngerm - sergerdan ji rewrewka wê çolistanê dipijiqe, li ber dergehên rizyayî yên dilê min, toza xwe pêşkêşî termê bêrîkirinê dike... şeveke reş a tarî giyanê min bi bina hinê, bi tîna gulbeybûn û hezhezûkan, mist dide. Ta ku ez û pencereya çavbirçî, gulên ku ji çilmisandinê çeng dibin, û baskên mirinê di hêlîna nalînê de fêrî firînê bibin.
Erê yarê... va me, di perestgeha şîniya dijwar de me, di nav destên xwedakî zorbaz de, wek mirîdekî gunehkar dilerizim. Li beramber çirên qonaxê, bi destê westana xwe digrim û bi hustûxwarî sucde dikim. Firtonan û şevbuhêrkên bi tore di bîbikên xwe de kedi dikim, bê berpal û bê fener, di zixtên mirina hovane de, aferîdeyekî bêzar û xewnşikestî me.
Ez dê ji kîjan alî ve xwe bi ser çemê nalîna we de noq kim?
Ez dê li bin kîjan esmanî axeke sar bo xwe hilbijêrim, ta ku laşê min bi kurmikên taristanê û bi bêdengiyê şa bibe?
Ez diramiyam çawa jiyan derbas dibe çawa bi bêdengiyek mezin mirin têt ...jiyanên me rûbar in xwe tevî deryayê dikin derya jî mirin e
Khorkhe Manrik (1440-1478)
Ez dê kîjan heyvê li ser darbesta xwe binimînim, di sînga oxirê de daçikînim ta ku ferişteyên girî mist bi mist, di gurrîna pêlan de, bişkoj bi bişkoj di daristana nalînê de, doj bi doj di raperîna lêvtîna bengînê de bixeniqin?
Xemgîn im yarê, bazinê vê êvarê di hûçikên dîlokên te de, asê maye. Ne zaroktî û nê jî hespên dudil dikarin hetava van sirûdan bigihînin herikîna rûbarê demê. Ne rengxwelî nêzî harmoniya qebqebê dibe û ne jî kewên reşbêniyê xwe dispêrin seretayiya firînê.
Te di bin zimanê xwe de dimeyînim te di agirdanka parsûyên xwe de dikelînim te di kalana kêlîkan de, di landika pinpinîkan de, di volqana perîkan de dilorînim kezîmarên te bi berbejn û pazbendan, bi xoş-xwanên rêving û revendan, bi îstgeh û bendergeh û çadirgeh û xwînreh û bi kormehan dixemilînim.
"Hemûrengên kevnar di dilê min de xwedî ronahiyek xemgîn in. Ma gelo di xuristê de jî wisan in, yan çavê min nexweş in."
Van Gogh
Rono:
Li ser bergeha wê oqyanûsa tozînî, rengên qedera me ji guhanê babelîskan dihate dotin. Her ku ferhenga rengan di pêxêra Girê Şermolan de diçelqiya, rengê qehweyî, dilop dilop, ji qilçix û belgan, ji pîvong û stirîzerkan, ji bîntengiya keroşk û qitikan, dinuqutî...
Rengê qehweyî ye, rengê zaroktiya me yî qurmiçî ye. Li wê çolistana tozperest, eger axîn û ax ji dayik bûn, eger şevçirax ji memikên êşê qut bûn, wê mirî bêrîkirina zindiyan bi cî bikin. Lê jîndar wê çawa qehweyîya çavê miriyan ji bîr bikin???
Ehmed Huseynî |