La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Laleşîn, Dîwan


Auteur :
Éditeur : Apec-Tryck Date & Lieu : 1997-01-01, Spånga
Préface : Pages : 240
Traduction : ISBN : 91-98014-10-3
Langue : KurdeFormat : 140x210 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 4226Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Laleşîn, Dîwan

Laleşîn, dîwan

Şêx Memduhê Birîfkanî

Apec

Min di vê pirtûkê de, bes hindek ji helbestên şa'irê bi nav û deng Şêx Memdfi'hê Birîfkanî belav kirine. Ev helbest ji rojnameya Hawkarî, Bizav, Birayetî û kovara Hawar û Ronahî û pirtûka Hozanvanêt kurd ya Sadiq Behaeddîn Amêdî û destnivîsa Îhsanê Birîfkanî û ji kasêta dengê Şêx Memdûhî bi xwe ya ko berî wefata xwe bi rojekê li Bexdayê, li mala kurê xwe Ebdulselamî tomar kiribû û herwisa ji destnivîsa Reşîd Findî ko helbesta Yazdey Adarê ji zar devê şêxî bi xwe nivîsîbû hatine wergirtin.

Xwe helbestên şêx Memdû'hî bi destxeta wî bi xwe hene, lê mixabin, hêş derfeta bidestxistin û çapkirina wan bi dest min ve nehatiye. Dibe ko di van helbestên berî nûke weşyayî de şaşî hatibine kirin, lê ji ber nebûna destnivîsa wî di destên min de, ez neşiyam wan hemî şaşiyan rast bikim, lê min li gor pêçêbûna xwe û alîkariya dayika xwe hewil daye ko şaşiyan rast bikim û şi'irên wî yên di dest min de bigehînim ber destên we yên hêja.

Gelek şa'ir hene ko di qada helbestvaniyê de xwedî pêçêbûnên bilind in û afirandinên wan yên şi'rî yên bihadar û pirr ciwan û şiyana şi'rî hene lê mixabin ko berhemên wan yên çapkirî nînin û ji ber hindê jî haya xwendevanê kurd, bi awayekê baş, jê nîne. Mebesta min ji belavkirina vê pirtiikê ew e ko aliyê şêx Memdû'hî yê helbestvan û hestdar, cihana wî ya tijî evîn û sofîtî û welatparêzî, şêxê xweş kurdîaxêv deynim ber çavan.
.....



PÊŞGOTIN

Xwendevanê hêja, min di vê pirtûkê de, bes hindek ji helbestên şa'irê bi nav û deng Şêx Memdfi'hê Birîfkanî belav kirine. Ev helbest ji rojnameya Hawkarî, Bizav, Birayetî û kovara Hawar û Ronahî û pirtûka Hozanvanêt kurd ya Sadiq Behaeddîn Amêdî û destnivîsa Îhsanê Birîfkanî û ji kasêta dengê Şêx Memdûhî bi xwe ya ko berî wefata xwe bi rojekê li Bexdayê, li mala kurê xwe Ebdulselamî tomar kiribû û herwisa ji destnivîsa Reşîd Findî ko helbesta Yazdey Adarê ji zar devê şêxî bi xwe nivîsîbû hatine wergirtin.

Xwe helbestên şêx Memdû'hî bi destxeta wî bi xwe hene, lê mixabin, hêş derfeta bidestxistin û çapkirina wan bi dest min ve nehatiye. Dibe ko di van helbestên berî nûke weşyayî de şaşî hatibine kirin, lê ji ber nebûna destnivîsa wî di destên min de, ez neşiyam wan hemî şaşiyan rast bikim, lê min li gor pêçêbûna xwe û alîkariya dayika xwe hewil daye ko şaşiyan rast bikim û şi'irên wî yên di dest min de bigehînim ber destên we yên hêja.

Gelek şa'ir hene ko di qada helbestvaniyê de xwedî pêçêbûnên bilind in û afirandinên wan yên şi'rî yên bihadar û pirr ciwan û şiyana şi'rî hene lê mixabin ko berhemên wan yên çapkirî nînin û ji ber hindê jî haya xwendevanê kurd, bi awayekê baş, jê nîne. Mebesta min ji belavkirina vê pirtiikê ew e ko aliyê şêx Memdû'hî yê helbestvan û hestdar, cihana wî ya tijî evîn û sofîtî û welatparêzî, şêxê xweş kurdîaxêv deynim ber çavan.

Xwe bê guman, kartêkirina van helbestan bêtir dibû eger ew di dema xwe de bihatana weşandin. Lê herwekî em hemî dizanin li Iraqê jî, mîna li perçeyên din yên welatê me, hikimetên desthilatdar rê nedidan çapkirin û weşandina berhemên edebî, yên ko bi canê welatparêzî û kurdistantiyê di aviz bûn ji wan helbestan. Di ser hindê re jî çend helbestên şa'irê nemir di çend rojname û kovaran de û di radyoya kurdî ya Iraqê de hatibûn belav kirin. Herwisa di rojnameya Welat ya 22-28-ê sibata 1992-ê, di hejmara 12-ê ya kovara Nûdemê ya sala 1994-ê û di kovara Karwan û Beyan û Roşinbîrî de li ser Birîfkanî hatiye nivîsandin li helbest yan parçehelbestên wî tê de hatine weşandin.

Ji bilî jînenîgara şêx Memdû'hî ya ko piştî vê pêşgotinê dihêt, ez jiyannameya şêx Nûreddînê Birîfkanî ya ko şêx Memdû'hî di wextê xwe de ji Ebdulreqîb Yusifî re hinartibû li wî jî di pirtûka xwe Dîwana Kirmancî de weşandibû - digel destxeta şêx Zeynelabidînî li ser şêx Şemseddînê Qutib û şêx Nûreddînê Birîfkanî û çawa demezrandina rêça sofîtiyê li Birîfkanê ko wî ji zardevê şêx Memdû'hî wergitibû - di vê pirtûkê de belav dikim. Mebest ji vê jî pirtir û çêtir naskirina şêxê şair, malbat û rêça wî ye.

Ez dixwazim li vê derê diyar bikim ko şêx Memdûhî ne bes helbest vehandibûn, lê wî herweha ferhengeka kurdî - erebî jî çêdikir, lê hêj timam nekiribû. Niha jî ez mijûlî amadekirina wê ferhengê me bo çapê. Ez her di vê pirtûkê de wêneyên şêx Memdûhî û malbata wî û gundê Brîfkanê û şêxên Brîfkanê digel destxetên helbestên Brîfkanî û secereya malbata Brîfkanî ya kê şêxî bi xwe amde kiribû belav dikim. Ji berhemên Brîfkanî yên nehatîne weşandin pirtûkeke li ser malbata şêxên Brîfkanê bi navê El-heqîqe wel-beyan fî tercumet sadat Brîfkan ji wî dest pê dike heta digehe bapîrên wî yên herî dûr, ez wê jî ji çapê re amade dikim.

Hêvîdar im ko destnivîsên helbestên Exlatiyê hemîşe zindî, yên bi destxeta wî bi xwe, bikaribin di rojeka ne dûr de ronahiyê bibînin û xwendevanê kurd û hezdarên edeb û bi taybetî şira kurdî çavên xwe bi dîtin û xwendina wan kil bidin.

Tebax 1996
Zahidê Şêx Memdûhê Birîfkanî




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues