Versions- Bîr, hejmar 1 [Diyarbakır, 2005-04-01]
- Bîr, hejmar 3 [Diyarbakır, 2005-10-01]
- Bîr, hejmar 4 [Diyarbakır, 2005-07-01]
- Bîr, hejmar 5 [Diyarbakir, 2006-07-01]
- Bîr, hejmar 6 [Diyarbakır, 2007-01-01]
Bîr, hejmar 6
Mehmet Konuk
Bîr
Li gor periyoda kovarê, hinek derengî bikeve jî, hejmareke nuh ya kovara BIRê bi naverokeke dewlemend gihîşte ber deste we. Di vê hejmarê de jî nivîs û gotarên li ser DDKOyan berdewam in. Digel nivîsên dosyaya DDKO-II, hûnê gelek nivîsên balkêş ên din jî di vê hejmara BÎRê de bixwînin.
Birêzan, bi taybetî li Kurdistanê û bi giştî jî li Rojhelatanavîn û dinyayê de ewqas bûyerên girîng ên ku me eleqeder bikin hene, ne mimkune em di pêşgotinekê de bi teferuat behsa wan bikin û li ser van bûyeran nihêrîna xwe bi awayeke berfireh dîyar bikin. Digel vê yekê bi kurtî be jî, em dixwazin li ser hinek mijar û bûyerên girîng ên di rojevê de bi çend gotinan fikir û ramanên xwe binivîsînin.
Çawa ku hûn jî dizanin meha adarê, di dîroka me kurdan de meha bîranîna bûyerên xweş û nexweş e: Helbet di meha adarê de xweştirîn roj Newroz e.
Newroza we pîroz be... |