La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nûdem, hejmar 21


Auteurs : | | | | | | | | | | | | | Multimedia | | | | | | | | |
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1997, Järfälla
Préface : Pages : 148
Traduction : ISBN : 1103-1964
Langue : KurdeFormat : 160x235 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Nûdem, hejmar 21

Versions

Nûdem
Kovara hunerî, edebî û çandî

Destpêka Şerefnameyê

Şerefxanê Bedlîsî

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan. Destpêka gotara min bi sipasî ji wî Xwedayî re dest pê dike ku pesnê Wî bi dilekî ronak ve wek roja bi tîrrij erd û asîman ronî dike, ew Xwedan şukir û senayê ku hemû payeberz û serbilind li ber dergahê Wî destpençe û sernizm disekinin.

Ew, karmendek e ku: firaxek nalînê ji bo pena û pêsîrê giyana Adem ji heriyê çêkiriye, bi tîna tîrêja merhemeta xwe hişk kiriye û bi çav li ser gerandinek wisan rêk û pêk kiriye û ewqas rêz lê girtiye ku, layîqê meclisa baregahê pir şukur û sena ya Wî be û li ber pêckên textê Yezdan de bi qedir û hêja cî jê re veqetandiye.

Ew, hunermendek e ku: di axa reş a şilekî de xêr û bereketek wisan rijandiye ku bi hezaran hezar barên mirarî û cewher di bazara durrnasan di muqabilê wê de ne tiştek bin.

Ew, baladestek e ku: ew padîşah, xan, beg, serdar û serwerên bi pozbilindî, kibîrî û şanazî xwe bi ser bindestan radigirin û henekan li ha û li wir dikin, li hemberê hêz û desthilata Wî rût, pût û bêser û ber in. Ew parsek û bêpenayên ku bi çavên çakî li destê bexşînder ê Xwedayê tîk û tenê dinêrin û destên niyazan tenê ber bi baregaha Wî ya şukurdar bilind dikin û ji Wî pê ve karên wan bi tu kesê hel nabe û her tenê Ew e baregaha wan a dawiyê. Ger çendîn bi şiklî û bi dêmen, bê paye, bê ser û ber, şeperze û perîşan in, lê di rastiya xwe de padîşahên serbilind û dilxweş her ew in.

Bi zanatî hinekan wek bi demî bilind dike, bi ser civakan de datîne û ji bo ceribandinê, rîsê wan têrba dike, demek pişta xwe dide wan. Di netîcê de Melekê Mirinê ji wan re dişîne, wan ji meclisa jiyanê dertêxe û ber bi gora cîhanê ve dişîne û wan dispêre gora tengeber û sar. Di roja pirs û hesabê de qenc û xerabiyên wan ji wan dipirse û li ber dadgeha xwe ya bilind bêşermî û bêkêmasî başî û xerabiyên wan ji wan re dihejmêre, sax û qahîman ...


Ouvrage complet
VisionneuseNûdem, hejmar 21
Visionneuse n'a pas trouvé le document
La réutilisation non commerciale de ces contenus est libre et gratuite dans le respect de la législation en vigueur et notamment du maintien de la mention de source.



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues