Xelat
Tîrêj
Weşanên Niştîman
Serpêhatiyeke evînî
Serpêhatiya Ciwan û Kejê
Di wextê kevin de, heyamê berê Li bajarê Amed hebû yek merî Bi navê ciwan ew bi nav û bi deng Xwedî gurz û mertal û şûr û tifeng Nêçîrvanê wehş û teba bû Ciwan Li çol û çiya bû bi roj û şevan Ne dibhîst tu deng, bil ji yêd bilbilan Dikir geşt û seyran di nêv sorgulan Vexwarina wî her dem ji avên zelal Û xwarin ji goştê kewan û xezal Ewî ha ji bayê felek qet nebû Bi şahî û xweş bû di gel xem nebû Mixabin nekir dom bi wî re felek Ji nîşka ve lê wergerandî kelek Ketî nîva perwane û lengeran Serê wî kete qal û balêd giran Ji mervêd kevin min bihîst bê gûman Bi vî reng û hawî we gotî Ciwan. ..... |