La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çiyayê Kurmênc û Têvgêra Murûdan


Auteur : Multimedia
Éditeur : WKJKS Date & Lieu : 1993, Stockholm
Préface : Pages : 80
Traduction : ISBN : 91-971832-1-0
Langue : KurdeFormat : 135x200 mm
Code FIKP : Liv. K. L. 3693Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Çiyayê Kurmênc û Têvgêra Murûdan


Çiyayê Kurmênc û Têvgêra Murûdan

Roger Lescot

WKJKS

"Roger Lescot yek ji wan dostan bû ku wî di warê nasandina çanda Kurdî de bi wergerandinên xwe yên sipehî xebateke giranbiha kiriye. Di sala 1936'an de gava ew li Parîsê xwendina xwe temam dike, hukûmeta Fransa wî dişîne Enstîtuya Fransiz a Şamê. Li Şamê ew rastî Celadet Bedirxan tê, dostaniyeke wî ya mezin çê dibe.

Roger Lescot giraniya xebata xwe ya zanistî dide ser Kurdan; Kurdî hîn dibe, çîrok, metelok û efsaneyên Kurdî berev dike, li ser jiyana Kurdan ya civakî, li ser ola Êzidiyan lêkolînan dike. Hin beş ji vê xebata wî ya destpêkê di kovara Hawarê de di bin navê "Tawusparêzî" bi Kurdî û bi Fransizî derdikevin.

Roger Lescot di nav Kurdên Sûriyê de hewqas dihat naskirin û hizkirin ku kesî bi navê wî yê Fransizî gazî nedikirê; navekî Kurdî lêkiribûn: Ew Lezgîn Axa bû.

Di sala 1938an de pirtûka wî ya pêşî ya li ser Kurdan dertê. Ew li ser Êzidiyên Sûrîyê û Sincarê ye.

Di Kanûna 1945'an de Roger Lescot li Zanîngeha Sarbonê kursiya zimanê Kurdî saz dike û li wir salekê dersên zimanê Kurdî dide, heta ku Kamûran Bedirxan ji Beyrûtê were dewsa wî bigre.

Gava ku nexweşiyeke bêderman Lezgîn Axa di sibata 1975'an de ji nava me bir, ew hê 61 salî bû"


Table des Matières


Serecem

Çiyayê Kurmênc û Tevgera Mûrûdan

I- Nexşa Çiyayê Kurmênc / 5

II- Gotinek / 6

III- Pêşgotin / 13
1- Hatinêd Çiyayê Kurmênc
2- Şênbûna Çiyayê Kurmênc
3- Dîroka Çiyayê Kurmênc

IV- Durvêd siyasî yêd Çiyayê Kurmênc / 21
1- Bingehê siyasî yê Çiyayê Kurmênc
2- Pirsa olî
3- Pirsa civakî :
a- Nîzama hebûnê
b- Kontra

V- Destpêka Murûdîtiyê li çiyayê Kurmênc / 28
1- Kokêd Murûdîtiyê
2- Dûrvêd olî yêd Murûdîtiyê
3- Murûdîtî û pirsa civakî

VI- Durvê siyasî yê Murûdîtiyê / 36
1- Murûdîtî û siyaseta deverîn
2- Peywendiyêd Murûdan bi Tirkan re

VII- Dîroka Mûrûdîtiyê li Çiyayê Kurmênc / 44
1- 1933- 1938
2- Şibata 1938 - adara 1939
3- Piştî adara 1939
 
VIII- Paşgotin / 50

IX- Paşkok - Hozêd Çiyayê Kurmênc / 53
1- Şikakan
2- Amkan
3- Biyan, an Ocaq Izedîn
4- Şêxan
5- Cûmiyan
6- Rûbariyan
7- Xerzan
8- Heştiyan
9- Xastiyan

X- Endêks / 71




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues