Pan Di van rojên dawî de ez li ser roja ebedî ya havîna Nordlandê ponijîm û ponijîm. Ez li vir rûniştime û li ser holika ku ez tê de dijîm û li ser daristana li paş holikê diramim û min xwe daye nivîsandina li ser wê, tenê ji bo xatirê gêwlê xwe û ji bo kurtkirina demê. Dem li ber xwe dide, weku ez dixwazim zû bi zû derbas nabe, tevî ku ne xema min e û ez jîyana herî bi kêfjî dijîm. Ez bi hertiştî bi têkûziyê razî me û sî salên min tu sal nînin. Çend roj berê min ji devereke dûr cotek perikên çûkan girtin, ji keseke ku ne pêwîst bû wan bişîne; tenê du perikên kesk li pelê kaxezeke tackirî ya posteyê pêçandî û bi mohreke girtî. Dîtina du perikên kesk ên weha ehrîmanî ez kêfxweş kirim. Wekî din tu tiştê ku min biêşine nîne, ji bilî werma ku carnan di lingê min ê çepê de peyda dibe. Ew piştî birîna derbeke kevn, ku ev demeke dirêj e baş bûye, çêbûbû. |