La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Beth-Nahrîn


Auteur :
Éditeur : Lîs Date & Lieu : 2011, Diyarbakir
Préface : Pages : 358
Traduction : ISBN : 978-605-4497-09-6
Langue : Arménien, Kurde, TurcFormat : 155x220 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Tur. Syr. Fai. Bet. 186Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Beth-Nahrîn

Beth-Nahrîn

Naûm Faîq

Lîs

Hezkirina ji welêt reng e bi van gotinan bê ravekirin: Hezkirina ji wî welatî ye, yê ku kesek tê de ji dayîk bûye, nanê wî dixwe, ava wî vedixwe, hewaya wî hildimije, li ser axa wî radizê û ji hemû qenciyên wî sûdê werdigire. Gengaz e ku mirov bi hemû civak û neteweyên şarwer re vê hestê bibîne. Ev hest ne bi tenê bi mirovan re, bi ajalan re jî xuya dibe. Çi ku her ajal ji cîgehê ku tê de ji mak bûbe hez dike û her balinde jî ji hêlîna xwe hez dike û bi wê re dilsoz dimine.

Welatê me Suryaniyan ê bav û kalan Beth-Nahrîn e. Em tê de ji dayîk bûn û bi qenciyên wê mezin bûn û gihiştin. Ji ber vê yekê, divê em ji welatê xwe û axa xwe hez bikin.

Beth-Nahrîn deşteke di dîroka cîhanê de nav dayî ye û xakeke pîroz e. Dayîka delal a her Suryaniyekî ye. Baxçeyê kulîlkan e, ku di navê de texlîd bi texlîd kulîlkên ji hev bedewtir digihîjin. Firdewsa duyem e. Ji ber ku ...



Naûm Faîq
(Palak), di mêjûya 5’ê Reşemiya 1868’an de, li bajarê Omîd-Amîd/Amedê ji dayîk bû. Navê bavê wî Ilyas bîn Yaqob Palax, navê dayîka wî Seyde bînt-î Sefer e. Piştî jidayîkbûna xwe bi demeke kurt, ji aliyê Kûryakosê keşeyê malbata xwe ve bi navê Naûm hate mohrkirin. Bernavkê Faîq jî, piştî ku ew dikeve nava jiyana xebatê, ‘etfî wî kirine. Ji ber ku di arîşeyên olî û neteweyî de jêhatî û xîretkêş bûye, xwe îspat kiriye.

Naûm Faîq fêrî zimanên Süryanî, Tirkî, Erebî, Kurdî û Farisî bûye. Bi xwe hê li Omîdê bû, dest bi weşandina kovara bi navê ‘Kevkbo d-Madinho’yê kiriye û pê rê jî bo kovara ‘îrûtho’yê jî nivîs nivîsîne... Di sala 1911’an de, dema ku îtalyayê Şerê Treblûsxerbê li hemberî Dewleta Osmanî ilan kir, ji ber qilqala xwe ya ji ber çivin û xwepêşandanên ku li Omîdê hatin kirin, bê gav maye ku koçî Emerîkayê bike. Wî li wir dest bi xebatên xwe yên çandî û politik kiriye, di sala 1916’an de dest bi weşandina kovara bi navê ‘Beth-Nahrîn’ kiriye û heta mirina xwe, ango heta sala 1930’yî, beyi ku navbirriyê bide ev kovar weşandiye. Li nik vê, bi edîtoriya kovareke ku bi deste Federasyona Asûrî-Kildaniyan derdiket jî, heta ku wê dawî li weşana xwe anî, ber-dewam bûye.

Rehmetî Naûm Faîq xwediyê zanîneke berfireh i bilind bû, her wiha kesayeteke demokrat bû û ji bo hemû gelen ku li ser axa Beth-Nahrînê dijîn mafên yeksan û azadiya ramanê daxwaz dikir û diparast. Em bi xemgînî dixwazin bibêjin ku mafên mirovan û şert û mercên azadiya ramanê hê jî di binê piyên zaliman de têne pêpeskirin û tune têne hesibandin.

 


Table des Matières


Naverok


Pêşgotina Berhevkêr / 15
Pêşgotin / 17

Hezkirina ji Welêt / 19
Tu Beth-Nahrîn î / 20
Şanaziya Neteweya Süryanî / 21
Dewleta Suryaniyan a Mezin / 27
Lo Suryanîno! Werin Em Bi Yek Bin!, 24
Di Werçerxa Şerê Cîhanê yê Yekem de Federasyona Suryaniyan, 26 Beth-Nahrîn / 28
Zimanê Süryanî Zimanê Edebiyatê ye / 29
Civîna Hişyarbûnê ya Li Bajarê New-Kresê / 32
Bo Xwîşk û Birayên Me yên Suryaniyên Rojhilat ên Li Beth-Nahrînê / 33
Kovara Suryanî “Mşahdono” Di Sala Xwe ya Duduyan De / 34
Komîteya Hişyarbûnê Li Bajarê Lizbetê / 35
Bûyerek Li Ser Tixûbê Hebeşiyan / 36
Patrik Mor Şemûn Mêrxasê Asûriyan e / 37
Kovara Beth-Nahrînê / 38
Karên Nebirêkûpêk / 40
Bêhêvîtî / 42
Rêzana Geşedana Neteweyekê / 44
Bila Alîkarê Me Ji Kê Derê Bê? / 46
Giyanê Neteweperweriyê / 48
Xwebînî / 50
Izgado / 52
Suryanî û Azadî / 53
Zimanê Ingilîzî / 54
Navê Pak / 56
Qenciya Emerîkayê / 58
Dibistanên Asûriyan / 60
Di Erka Xwe De Sersarî / 62
Teknîka Geşedanê / 65
Jinên Süryanî / 67
Bingehê Suryanîdyê / 69
Dilovaniya Ku Li Sêwiyan Bê Kirin / 71
Balyozxaneya Asûr û Keldo Li Bajarê Parîsê / 72
Dîsa Balyozxaneya Asûr û Keldo / 75
Bextewarî / 78
Kovara Ro’yoyê (Şivan) / 79
Yekîtiya Zimên / 81
Sala Pîroz / 84
Ramanên Ronîker Bo Xort û Xamayên Li Beth-Nahrînê / 85
Hikmeta Mirovên Zana yên Asûriyan / 88
Dijmin / 90
Ziyana Axaftinê û Sûda Bêdengiyê / 91
Pesin / 92
Roosevelt / 93
Xrîxoriyos Bar-Ebroyo / 94
Bardayson û Berhemên Wî / 96
Xelata Hezkirinê / 97
Hevbeşiya Suryanîtiyê ya Hişyarbûna Giştî / 98
Hezkirineke Derasayî / 100
Zanist / 102
Raza Ku Neteweyan Dibe Serkeftinê Çi ye? / 104
Suryoye û Suroye (Süryanî) / 108
Der Barê Navên Mor û Mort De / 109
Pesnê Bêçune û Dinyaligê / 110
Melfono Mor Narsay / 111
Sedemeke Ketina Me Jî Tiralî ye / 112
Vejaneke Her Ketinê Heye / 114
Şerê Cîhanê yê Yekem û Suryanî / 116
Helbesta Seyfo / 117




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues