La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Evdirehîm Rehmîyê Hekarî


Auteur :
Éditeur : Xanî & Bateyî Date & Lieu : 1991, Brøndby
Préface : Pages : 142
Traduction : ISBN : 87-983307-4-8
Langue : KurdeFormat : 143x207 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 2243Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Evdirehîm Rehmîyê Hekarî

Helbestvan û nivîskarekî welatparêz
Evdirehîm Rehmîyê Hekarî
[Abdurahim Zapsu]

Evdirehîm Rehmî sala 1890-ê li navça Elbakê (Başkale, niha qeza Wanê ye) hatîye dinyayê. Babê wî Seyid Mehmed Pertew ji binemala Seyid Evdilqadir Geylanî ye. Dîya wî Ematullah Xanim jî keça Hacî Teyyar Begê ji binemala Ebbasîyan e. Dapîra wî Zelîxa xanim jî, keça Seyid Muhyedînê Arwasî ye.

Evdirehîm Rehmî xwendina xwe ya sereta li Elbakê, ya navînî jî li bajêrê Wan'ê û li dibistana "Darûlmûellimîn" (Dibistana Mamostatîyê) timam kirîye û îcaza (Destûr) xwendina dînî jî li ber destê birayê piçûk yê Seyid Evdilhekîm Arwasî, Seyid Taha Arwasî wergirtîye. Piştî vê xwendinê çûye Enqerê û "Dibistana Karmendîya Malî" xwendiye. Xwendina xwe ya bilind jî li zanîngeha İlahîyatê li Stanbolê timam kirîye.

Heke îro digel hemû zulm û zordarîya dijminan li çaralî netewê Kurd nehatibe helandin, eve ji alîyekê ve ji saxlemî, xurtî û zengînîya ziman, çand, edebiyat û pîşeya kurdî têtin.

Zimanê kurdî bi çîroka, helbesta, dîloka, strana, serpêhatîya, destana û hemû cûre karên Çandî û edebî wekî qerasekî polayî xwe ragirtîye û bûye stûna serpîyamana netewê Kurd. Jîyana civakîya Kurd, xwarin-vexwarin, cil û berg, desen, nexş û motîfên xebatên raçandin û hûnandinî herweha bûyne berpalên stûna jîyandina netewê Kurd...

Hindî xezîna çand û edebîyata kurdî çavê rojê dibîne zengînî, têrî û qîmetê wê çêtir xûya dike. Me jî bi vê bîr û bawerîyê xwest kar û xebata Evdirehîm Rehmîyê Hekarî ya çandî û edebî digel kurte jîyannameya wî bi xwendevanan ra bigihînin ku ji nêzîktir bête naskirin û bireke berhemên wî bi pirtûkekê serê xwe pratîktir bêne xwendin. Di ev bire helbest û nivîsarên pirtûka me da dê bête dîtin ku Evdirehîm Rehmî jî dilsozî û dilovanîya xwe li beramber gel û welatê xwe wekî Xanî, Feqîyê Teyra, Elî Herîrî û Melayê Bateyî ji nava dilê xwe anîye ziman.

Wî jî ew dengê xurt yê Xanîyan ji axa Hekarîya li serê sedsalê daye vedan.

Weşanxana
Xanî & Bateyî


Table des Matières

Naverok

Bira I.
Li Ser Evdirehîm Rehmî

Pêşgotin / 7
Portre / 15
Kurteserborî / 16
Şerê bo îslametîyê / 17
Evdirehîm Rehmî dîndarekî xweşbîn bûye / 18
Şahidê Seîdê Nursî / 19
Paşnavê Zapsu / 19
Berhemên wî yên bi Tirkî / 20
Berhemên wî yên ne hatine weşandin / 22
Evdirehîm rehmî di kovara Jîn'ê da / 25
Xebatên Bi Rêz û Qîmet /  27
Tesîra bîr û bawerîya dînî li ser welatperwerîyê / 34
Evdirehîm Rehmî di komelên Kurd da / 36
Nivîskarîya Evdirehîm Rehmî / 37
Evdirehîm Rehmî di bîranînên Musa Anter da / 46
Keçên E. Rehmî Jale û Hale / 49
Kurê Evdirehîm Rehmî Pertev / 53

Bira II.
Helbest û Nivîsarên Evdirehîm Rehmî di Kovara Jîn'ê da / 55

Bira III.
Ferhengok 113
Albûm 131




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues