La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dildarê Doza Kurdistanê, Hikmet Buluttekin - Çeko


Auteur :
Éditeur : Nas Ajans Date & Lieu : 2015, İstanbul
Préface : Pages : 290
Traduction : ISBN : 978-9944-221-15-3
Langue : KurdeFormat : 165x230 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Mar. Dil. N°Thème : Politique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Dildarê Doza Kurdistanê, Hikmet Buluttekin - Çeko

Dildarê Doza Kurdistanê, Hikmet Buluttekin - Çeko

Faris Medeni Marsîl


Nas Ajans


Bala min kişand ku di derbarê Hîkmet Buluttekîn (Çeko) de tiştek nahê zanîn û hevalên wî jî zêde tişt di derheqî wî de nizanin. Wek bi serê derzîyê bîrê bikolim, li vir û li wir min di derheqê wî de agahî berev kir. Lê agahî ne ew agahî ne û têr nake meriv di derheqê wî de bibe xwedîyê zanyarîyeke ku ruhiyeta wî zanibe ka çima ew di emrek weha ciwan de terka mekteba xwe û malbata xwe kiriye û bêşdarî têkoşîneka weha radîkal bûye.

Meriv Dr. Şivan hinek fehm dike, tiştên di derheqî wî de hatine nivîsandin û gotin de diyar dibe ku ew xwe mîsyonerek doza Kurdistanê hesibandîye. Him hissî him jî rasyonal fikirîye. Him xwestîye heyfa malbata xwe ku di Dersîmê de hatine kuştin hilîne him jî bi tevayî Kurdistanê ji bin nîrê kolonyalîzma Tirkiyeyê xelas bike. Kefenê xwe li serê xwe pêçandîye. Ev fikra rizgarîya Kurdistanê rûh û mêjîyê wî dorpêç kiriye û nikaribûye xwe jê xelas bike û ji bo ku xwe ji vê dozê ‘rizgar’bike nikaribûye xwe îqna bike.

Lê Çeko li gor Dr. Şivan ciwan e, ev ciwantîya wî û konjuktura wê demê tesîr lê kiriye. Ew Atmanekî ye. Atmanekî wek aşîret, aşîretekê serê xwe ji yekê re natewînin, herweha hin hevalên wî dibêjin bawerîya wî ya bi dozê û bawerîya wî ya bi Dr. Şivan du fenomenên bingehîn in ku bêşdarî têkoşîneka weha radîkal bûye.

Li gel bawerîya wî bi Dr. Şivan re muşterekîya wan yên din jî hene; herdu jî di dema xwendakarîya xwe de jîr û zîrek bûne û di dibistanên dewletê yên leylî de xwendine û mek-tebên xwe bi dereceyên herî bilind xelas kirine.

Çeko bi xwe him jî di wan salan de, bi kurdî gelek nivîs nivîsandîye û gelek nivîs wer-gerandîye kurdî. Di derheqê xwe de tiştek nenivîsandîye. Ji xwe wê demê di derheqê xwe de nivîsandin ne karê şoreşgêr û welatperweran bû. Ew şoreşgerekî bi nav lê bê nîşan e. Di wan salan de û di wî emrî de ew bi karê ji xwe mezintir rabûye; di dema xwe de di nav wan neslên xwe de cîyekî wî yê taybet heye; di civatek normal de û di welatekî azad û xwedîyê dewlet de ew bi her awayê piralî objekta lêkolin û nirxandinên taybet e; lê ez di çerçeweya ku ew nehê ji bîr kirin û keda wî ji bo neslên pişt wî ve bihê zanîn de, mam. Ji xwe di nav ciwanên kurdan de yên ku naznavê wî ”Çeko" ji xwe re hilbijartine û didin jiyandin, hene.

Faris Medenî Marsîl, di sala 1956ê de li Diyarbekirê hat dinê. Dibistana seretayê, navîn û lîseyê li Diyarbekirê xwend. Ji ber sebebên sîyasî Enstituya Perwerdê ya Konyayê (Selçuk Egitim Enstitusu) di sala dawîyê de terk kir. Di sala 1978ê de bû xwedîyê kovara Devrimci Demokrat Gençlik. Ji bo vê di sala 1979ê de hat girtin û salekê di girtîgeha Diyarbekirê de ma; 8 sal ceza danê. Lê cezayê wî ji alîyê Mahkemeya Bilind (Yargitayê) ve nehat pejirandin û hat berdan. Lê di doza giştî ya DDKDê de 10 sal cezayê hefsê danê.

Di sala 1981ê de mecbûr ma derket derveyê welêt. Li derveyê welêt Zanîngeha Rojnamegerîyê xwend û têza xwe ya dîplomayê li ser “Di Şerê Cîhanê yê Duyem de Rojnamegerîya Kurdî’’ nivîsand. 10 sal (1988-1998) di redaksîyona rojnameya Armancê de, di navbera salên 1988-1995ê de bi navê Halîm Can berpirsîyarîya kovara Medya Guneşî ya Awrûpayê kir. Ji sala 1999ê heta 2004ê şef redaktorê kovara Berbangê ya Federasyona Komelên Kurdistanê li Swêdê kir. Ji sala 2000 vir ve edîtorê www.kurdinfo.com e. Li gel gelek nivîs û maqaleyên wî bi navê; ’Cûreyên Nûçeyên Rojnamegerîyê'(1988) kitebekê wî heye.


Table des Matières


Naverok

Destpêk / 11
Provakatorî û ajanîya fewzî Kılıç û bûyara duzceyê / 15
KAK (Koma Azadîya Kurdîstan) / 25
- "Va ye meydan, ka kî kê diqewirîne!"
- Damezrênerên KAKê / 30
- Dîtinên Damezrênerên KAKê
- Destûra KAKê
- Organên KAKê
- Sêtîr û avakirina wan
- Genelgeyeka KAKê
- Cezakirina endam
- Beyanên KAKê
- Pêşgotin
- Planên îmhayê
- Îdrîsî Bîdlîsî dîsa li meydanê ne

Panorama sîyasî û hîn taybemendîyên salên 60î û avakirîna rêxistînan / 70
- TIP
- FKF
- DDKO
- MTTB
- MNP
- CKMP / MHP
- Komeleyên li dijî Komunizmê
- Sempatî û heyranî jî efseran re hebû / 90
- Di bin navê 'dilxwazên aştîyê' de falîyetên CIAyê û Tirkiyê / 95
- Beyanên nijadperestî li dîjî Kurdan / 97
- Hevwelatî dê serdana komsîyona mafê mirovî nekin
- Suat Eren di Senatoyê de hevwelatîyên me yên Rojhelat dijmin îlan kir.

Li metropolê avakîrîna komeleyên hemşerîtîyê û derxîstina kovaran / 103
Bûyara 23an a1963ê bû fıtîla avakırına rêxıstınan / 106
Rêxistinên kurd yên îlegal û legal li Tîrkiyê û bakurê kurdistanê / 111
- PDKT
- KAK
- ROJ
- DDKO
- PDK-T

Hîkmet Buluttekîn (Çeko) / 114
- Dêlît-Pasûr
- Malbat
- Eşîr
- Xwendin
- Pasûr
- Licê
- Ergenî
- Anqere
- Şiîrên Cegerxwîn îdeolojîya Çeko dixemilîne
- Dîtinên hevalên wî derheqê Çeko de

Nasandina Dr. Şivan bi Çeko re û çûyîna wan a başûr / 135
- Pêşmergetî û lehengîya Çeko li Başûr
- Çeko wek nûçegîhanî şer
- Xebatên Çeko yên Kurdî
- Reportajên Çeko / 148
- Hevdîtina Barzanî
- Mahzûmanîya Salih Yûsivî
- Şoreş ji xeynî doktoran kesî ji bakûr naxwaze
- Hejar xweşsohbet e
- Mêrê Barzan tucaran xîyanetê nake
- Navê 'Hewa' ji Hewar tê!
- 'Hemû wekî mirîşka bi şev dikşin lûsê xwe'
- Kanê wekî Dêrê gundê fila ye
- 'Şoreş şoreşa feqîra ye'
- 'Em li ser nan bûn dengê peqînê hat
- Radyoya Dengê Kurdistanê
- Ingilîz dixwest Mele Mistefa bikire
- Xwîndarî û Cahşîtî
- Ji bo pere millet dibe caş
- 'Pêşmerge bira li leşkerên Ereb mexe lê ji caşan texsîr neke'
- 'Li Sileymaniyê dê erdê cahşan li gundîyan bihên parvekirin'
- "Hetanî 1965 a me şer bi fişekê hikûmatê dikir"
- Di navbera Baxda û Gelale de guftugo
- General Emaş ji nişkava çû Anqerê
- 'Ewê kîngî dawîya van fend û derewan bê!'
- 'Qumandan divê di navşer de be'
- Di Şerê Mangêşkê taqtîkên şaş
- Ha Bijî Newroz
- Civîna emirhêzên Behdînan li ser paşeroja caşan

Çekoyê Organîzator / 184
Dîtinîn hevalên wî di derbarê organîzatorîya wî de

Bûyer û girtina çeko / 195
Tarîxa kuştina Şivan, Çeko û Birûsk
Malbata wî çawa pê dihese ku Çeko hatîye kuştin

Du Seîd du Partî herdû jî bi eynî nav, herdû jî tekılhev û tevlıhev / 209
Avakirina Partîya Demokrat a Kurdistanê li Tirkiya (PDK-T ) a Dr. Şivan
Çima Reşo Zîlan di Partîyê de cî nestend?

Ber bi destpêka dawîya jîyana wan / 232
'Îtîrafname û dîtinên Omer Çetîn Bernameya PDK-T / 252

Nîzamnameya Navxwe ya PDK-T / 256

Axaftina DR. Şivan / 267




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues