Ez kurdî hîn dibim, pratik kürtçe dersleri
Abdullah İncekan
Nûbihar
Bi pirtûka di destê we de hûn dikarin him kurdîyaxwe, him jî qabîlîyeta xwe ya hînbûna zimên pêşve bibin. Kitêb sîstematîk û gav bi gav hatîye amadekirin: - Metnên xwendinê - Kelîmeyên nû - Agahîyên gramer û îmlayê - Xebatên 'elimandinê Li ser CDyê bi îmkana guhdarîkirina her metnî, hûn dikarin pêvajoya hînbûna xwe rehettir bikin. Hemû wêneyên di pirtûkê de ji hêla Armin Wollnitza jibo kitêba di destê we de ye hatine çêkirin. Ew dikin ku metnên xwendinê hêsan werin fêm kirin. Bi pêveka di dawîya kitêbê de hûn dikarin xwe kontrol bikin da ku di hengama hînbûnê de îhtîyaca we bi kesî nemîne. www.kurdihindibim.com
Abdullah İncekan di sala 1977an de hat dinê. Wî mekteba ewil li gundê xwe xwend û dû re bi famêla xwe re koçî Almanyayê kir. Li wir wî li dû mekteba navîn û liseye li üniversiteye beşên Germanîstîk û Türkolojiyê qedand. Di teza mastera bilind da wî hin xalên di zimanên Kürdi û Almanî de da berhev û ev xebat jî li eynî üniversiteye hat weşandin. Wî beşên Almanî wek Zimanê Dudiyan û înterkulturel Pedagoji li dû qedandina herdu beşên evvil xwend û di sala 2003yan de xilas kir. Abdullah İncekan hetanî niha di hin universîteyan de dersên zimanê Kurdi û Tirkî daye. Xêncî vê, ji bo mezinan dersên Almanî jî daye. Ew niha li lîseyekê wek mamos-teyê ziman û edebiyata Almanî dixebite. Ew di perwerdeya xwe de hetanî niha van zimanên bîyanî hînbûye: Tirkî, Almanî, Îngilîzî, Fransizî û Latînî. |