Dilokêd Cimaeta Kurda
Ordîxanê Celîl
Hayneşîrat
Dilok, nimuneke (janreke) folkilora cimaeta kurdaye here belabûye. Here em derheqa qewimandinêd terîqa cmaeta kurdaye başqe-başqe da dikarin qinyata ji klamêd mêrxasîê hildin û ji hine serhatiyêd mayîn jî derheqa femdarî, bîr û bawarya cmaetêda dikarin bizanibin, lê ji kilamêd cimaeta kurdaye bengîtîê, îlahî ji diloka, em gelek qinyatêd qîmetlî derheqa rabûn-rûniştandina cimaeta kurdaye berê, pevgrêdana wêye sosîalîê, nêt û mremêd wê xwestinêd wêye here qencda dikarin bizanin.
Niha çetine, ku em terîqa pêşdaçûna diloka karibin bidin, çimkî dilokêd berê bi nivîsar negihîştine me. Lê tu cara naê înkarkirinê ew fikir, wekî terîqa sêwirandina diloka ewqas qedîmîye, çiqas ku terîqa nimûnêd folklora cmaeta kurdaye mayîn. Berevkirina dilokêd kurda ... |