La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ferheng kurdî-tirkî/tirkî-kurdî


Auteur :
Éditeur : Deng Date & Lieu : 2007, Amed
Préface : | Pages : 1156
Traduction : ISBN : 975-7011-49-1
Langue : Kurde, TurcFormat : 160x240 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Tr.Thème : Dictionnaires

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Ferheng kurdî-tirkî/tirkî-kurdî

Versions:

Ferheng

Ez ji Dêrsimê nehîya Moxindî ji gundê Hulman kurê Bapîr kurê Xelîl kurê Osman kurê Heyto me. Bav û bapîrê Heyto min dernexist, lê kalê wî Bêro (Bayrem) ji Qerejdaxê direve tê li gundê Rîçikê ba axayekî cîwar dibe. Paşê birayê wî Hind jî tê ba wî û pevre tên gundê Hulman, xanî û erazî dikirin. Ev herdu bira ji aşîretê Îzolan bûne û li gor kalepîrên gundîyên me em Îzolên vê herêma Dêrsim beşî Hulman ji van bavana dihên.

Li gor nifûsa min ez di sala 08-03-1940 ji dayêk dibim û navê min Husên datînin. Paşê jî ev paşnava "Yıldız" ji alî hukumatê ve li min şanî dikin. Li Kurdistanê wekî her tiştî ji dayêkbûna mirov jî serrast nîne. Selwî dayêka mina bihûştîn digot: "tu dema rezan de bûyî".

Ew gundê mina piçûk carînan nebûye 50 mal. Ew di dîroka xwe de bi çend caran hatiye ruxandin û ji nû ve ava bûye. Yanê ew di hoyên serpêhatîyên gelê xwe de dijî. Sala 1938, di qeleçoyîya Dêrsim de ew carekî din serûbin bû û hate wêran kirin. Gundîyên ko ji tevkuştina leşkerên tirk xilas dibin, direvin û xwe didin teht û çîyayên herêmê.

Di nîva sala 1939 de ewrên reş li ser dinyayê jî digerin. Helhela şerê cîhanê ya duhemîn bala karbidestên tirkîyê dikşîne û şer li Dêrsimê radiwestînin û yên mayî re jî efûya gelemperî dertînin. Ji alîkî şerê cîhanê duhemîn dibe sedema xilasbûna gundîyên min ya mayî. Bi awayekî dî ko bêjim: "Şerê cîhanê ya duhemîn salek ji pêşîya destpêka xwe de li Dêrsimê dawî tê".

Vê efûkirinê de gundî têne gundê xwe û dixwazên wê dê nû ve şên û ava bikin. Sal 1939 ye û li Dêrsimê bêdengî heye. Destpêka payîzê de ez tême dinyayê. Bo ku ji dê û bavê xwe re bibime hêvîya "jîyana nû". Lê haya wan nîne ku şerê cîhanê ya duhemîn destpê dike.

Leşkerê tirk carek din li Dêrsim belav dibe. Heçî ku mêr in kom dikin û wan digirin êsker û dişînin roavaya Tirkîyê.

Hewft salîya xwe de min nizanbû şer çîye, zulm û zordarî çîye û li gund diçûm dibistanê. Cendirmeyên ku dihatin gund diçûn û li xelkê li me zarokan tadayî dikirin ji bo me tiştekî taybetî bû û ez tê nedigîham. 12 salîya xwe de ji gund derketim û pişt deh salan şunda hatim Ewropa û êdî venegerîyam. Ji merc û hoyên dema dayêkbûna min ta niha hê tiştek nehatiye guhartin. Ji derve û ji dûrve li welêt dinihêrim. Li cîhanê şer nîne lê li Kurdistan ew cara çendane ku şerê cîhanê derbaz dibe. Gundê min a reben jî hê di destê tirkan de dinale. Li herêma Dêrsimê cîh cîh çekdarî û geh jî bi zulm û stemkarî şer domdar e, dibihîsim Hulman maye 30 mal. Ew şerê dizî û kesnebihîstî ku li ber çavê dinyayê dibe dîsa gundê min kavil û wêran kiriye. Xort û ciwanên gund ji ber tadayî, ji ber îşkence û zulmê ji gund derketine û koçber bûne. Û Hulma maye di destê çend kalepîrên kevn de. Xwezî dîsa şerê cîhana sisiyan derketana, dibû ko gundê min li cîhê xwe de dima...

Dê û bavê min di tunetî û xizanîyê de çûn dilovaniya Xwedê. Ez, li welatekî dewlemend di hebûnê de xizanî dijîm. Hêvîya dê û bavê min "jîyana nû" ji bo gundê wan; li gel wan bi wan re çû gorê...

Sala 1991 de min ji xwe re keçek Kurd anî, dîsa di wê salê de kurekî min çêbû û min nav "Îzolî" danî. Bîhr û bawerîya min ji Xwedê heye. Ferhenga Kurdî bêxwedî nîne û bêxwedî namîne...

D. Îzolî
01 Adar 2005. / Li Holendê.

 


Table des Matières

 

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues