La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nûdem, hejmar 21


Auteurs : | | | | | | | | | | | | | Multimedia | | | | | | | | |
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1997, Järfälla
Préface : Pages : 148
Traduction : ISBN : 1103-1964
Langue : KurdeFormat : 160x235 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Nûdem, hejmar 21

Versions

Nûdem
Kovara hunerî, edebî û çandî

Destpêka Şerefnameyê

Şerefxanê Bedlîsî

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan. Destpêka gotara min bi sipasî ji wî Xwedayî re dest pê dike ku pesnê Wî bi dilekî ronak ve wek roja bi tîrrij erd û asîman ronî dike, ew Xwedan şukir û senayê ku hemû payeberz û serbilind li ber dergahê Wî destpençe û sernizm disekinin.

Ew, karmendek e ku: firaxek nalînê ji bo pena û pêsîrê giyana Adem ji heriyê çêkiriye, bi tîna tîrêja merhemeta xwe hişk kiriye û bi çav li ser gerandinek wisan rêk û pêk kiriye û ewqas rêz lê girtiye ku, layîqê meclisa baregahê pir şukur û sena ya Wî be û li ber pêckên textê Yezdan de bi qedir û hêja cî jê re veqetandiye.

Ew, hunermendek e ku: di axa reş a şilekî de xêr û bereketek wisan rijandiye ku bi hezaran hezar barên mirarî û cewher di bazara durrnasan di muqabilê wê de ne tiştek bin.

Ew, baladestek e ku: ew padîşah, xan, beg, serdar û serwerên bi pozbilindî, kibîrî û şanazî xwe bi ser bindestan radigirin û henekan li ha û li wir dikin, li hemberê hêz û desthilata Wî rût, pût û bêser û ber in. Ew parsek û bêpenayên ku bi çavên çakî li destê bexşînder ê Xwedayê tîk û tenê dinêrin û destên niyazan tenê ber bi baregaha Wî ya şukurdar bilind dikin û ji Wî pê ve karên wan bi tu kesê hel nabe û her tenê Ew e baregaha wan a dawiyê. Ger çendîn bi şiklî û bi dêmen, bê paye, bê ser û ber, şeperze û perîşan in, lê di rastiya xwe de padîşahên serbilind û dilxweş her ew in.

Bi zanatî hinekan wek bi demî bilind dike, bi ser civakan de datîne û ji bo ceribandinê, rîsê wan têrba dike, demek pişta xwe dide wan. Di netîcê de Melekê Mirinê ji wan re dişîne, wan ji meclisa jiyanê dertêxe û ber bi gora cîhanê ve dişîne û wan dispêre gora tengeber û sar. Di roja pirs û hesabê de qenc û xerabiyên wan ji wan dipirse û li ber dadgeha xwe ya bilind bêşermî û bêkêmasî başî û xerabiyên wan ji wan re dihejmêre, sax û qahîman ...


Table des Matières

Naverok

Çarsedsaliya Şerefnameyê - Firat Cewerî / 4
Ez û min - Ergün Şen / 6
Şerefname - Şerefxanê Bedlîsî Werger: Z. Avci / 8
Şerefname hunername ye... - E. Hejar / 15
Şerefname - Mehemed 'EIî 'Ewnî / 22
Şerefname neynika dîroka kurdan e - Zirnov / 26
Şiîrek ji - Serkan Birûsk / 33
Stirana berxwedanê • Sidqî Hirorî / 34
Eyşe Şan - / 39
Stirana kurdî - Zeynelabidîn Zinar / 40
Ji bo giramiya Mirado - Suleyman Demir / 47
Bûyer, huner û hunermend - Şerefxan Cizîrî / 62
Mêvandorî - Mehmet Aktas / 71
Sê şiîr ji - Rojen Bornas / 72
Corneille û Racine - Fawaz Husên / 76
Keşfkirina kurdan ya Amerîkayê - Rohat Alakom / 90
Dilodîn - Arien Arî / 101
Prometheus - Werger: Zinarê Xamo / 102
Şaîr Huseyîn Yetkîn -Nûdem / 105
Xemê û Xemgîn - Şefîk Raya / 111
Azad û bapîrê xwe - Mihemed Dehsiwar / 120
Li ser zimanê R. Hazim - Lales Qaso / 131
Du şiîr ji - Mustafa Aladag / 135
Li ser Bîra Qederê - Maruf Yilmaz / 136
Ji Stenbolê sê kovarên kurdî - Nûdem / 139
Ji çîrokên kurdî metirsin - Jürgen M. Berth / 142
Ji nav weşonên nû - Nûdem / 144




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues