La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nûdem, hejmar 34


Auteurs : | | | | | | | | | | | | Multimedia | | | | | | | | | | | | | | | | |
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 2000, Järfälla
Préface : Pages : 140
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 160x235 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Nûdem, hejmar 34

Versions

Nûdem
Kovara hunerî, edebî û çandî

Rola Caféyên Kulturî

Firat Cewerî

Kultur bi riya vekirina Caféyan geş dibe
Oscar Wilde

Me di hejmara 33an de bi navê "Café Nûdem" îlaneke biçûk dabû. Vê îlanê bala gelek xwendevanên me kişandibû û meraq kiribûn bê Café Nûdem çi ye, heger Café be, li ku vebûye û mirov çawa dikare xwe bigihîniyê. Gelek kesan jî bawer kiribûn ku Café Nûdem li Diyarbekirê vebûye û loma kêfxweşiya xwe anîbûn zimên. Rast e, min gelek caran bi devkî û nivîskî behsa Café Nûdemê kiriye. Ji destpêkê ve armanca me ew bû ku em bi weşandina kovara Nûdemê re li Diyarbekirê Caféyeke kulturî jî vekin. Dema ku ez behs dikim hê destpêka salên 90î bû. Me haziriya xwe welê kiribû, me ê Nûdem li Diyarbekirê derxista û bi wê re jî Caféyek bi navê Café Nûdem vekira. Caféya ku em lê difikirîn, ne celebê qehweyên welêt bû. Wê ew jî mîna qehweyên welêt bibûya cihê hevdîtinê, lê wê hevdîtineke cihê ba. Wê bibûya meydana fikir û ramanên cihê, meydana kultur û edebiyatê, navnîşana çavkaniya afirandina berhemên nemir. Wê Café Nûdem di navbera Rohilat û Roava de bibûya pira têkilî û danûstandinan. Wê li wir fikir bihata afirandin, fikir bihata minaqeşekirin. Wê bingehê entelektueliyeke nûjen ku berê wê bi salên 2000î ve ba li wir bihata avêtin. Wê Nûdem jî li wir derketa, li Diyarbekirê... Ji ber ku di dîrokê de hertim kovar, rojname û kitêbên kurdan li derveyî sînorên welêt, li biyanîstanê derketine û kapasîteya entelektueliya kurdî di sînorê surgunê de fetisî ye û loma di civata me de birînên kûr vebûne. Me dixwest em bi gavin nû vê tradisyonê bişikînin û vî zimanê ku di kirasê belengaziyê de jar û dîl hatiye hiştin, ji nû ve vejînin, xwîneke nû bidinê û bi awayekî spehî û xemilandî li xwediyan vegerînin.
......


Table des Matières

Naverok

Rola Caféyên kulturî - Firat Cewerî / 4
Café nûdem - Sohbetek li ser wergerê / 6
Kengê em ê bêne ba hev - Berken Bereh / 24
Bê ravekirin - Rojen Barnas / 25
Întelektuelên kurd û lobîzm - S. Sulevanî / 26
Welatê kurdan - Şakir Epözdemîr / 31
Berê min ketiye Xozatê - Arjen Arî / 34
Ergatîv - S. Unus / 36
Piçik piçik dijîm - Îrfan Amîda / 43
Ziman xweş be - Şakirê Bekirê Soreklî / 45
Tewang di zimanê kurdî de - Mûrad Ciwan / 46
Strana biharê - Kawa Nemir / 60
Di bêdengiya şevê de - Lorîn Stran / 61
Li Bahdînan havîneke germ - Nejdet Buldan / 63
Yekîtiya Kurdan - Silêman Alî / 72
Gundo - Serkan Birûsk / 76
Bîra dinyayê - Şerefxan Cizîrî / 79
Zerê min de mendê rêçê awiranê to -. Roşan Lezgîn / 89
Hevpeyvîn bi Sûzan Samanci re - Abidîn / 90
Dayîka Hîvda - Suzan Samanci - werger: Serkan Birûsk / 94
Gaziyek ji qederê - Bêwar Îbrahîm / 97
Hechecîkên payevaniya te ne - Mervanê Keleş / 99
Ewrê reş - Firat Cewerî / 105
Rey -2- - Silêman Demir / 109
Jana hezar salan - Jîr Dilovan / 119
Rênasans - Rênas Jiyan / 120
Derbe - Salahattîn Bulut / 122
Keça delal Mereş - Zerdeşt Haco / 125
Ji we ra wîşt - Perwîz Cîhanî / 126
Beşa pêşîn: Qirden - Yaqob Tilermenî / 130
Kitêba Arjen Arî - S. Demir / 136
Bi kurtî danasîna kitêban - Nûdem / 139




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues