Gemal
Xusrew Caf
Avesta
- Vê carê ne weke carên pêşîn e... bê rahm hatine. Xwe bilebitîne, ne dema galegalê ye! Me bigrin wê çermê me ji me vekin!..
- Xwedê yek e û nabe dido, heya ez ji vê kolanê dernekevim ez nalebitim!
- Xem nake nelebite... lêbelê were derve û temaşe bike... Her gund e û bêhna şewatê digihîje esmanan, axir zeman e, axir zeman!.. Selma qop e, piştiyek avêtiye ser milê xwe û dixwaze ji deriyê hundir ve derxe derve... Piştiyê werimî di vî alî û wî alî derî de ma asê, her çiqasî li ber xwe dida nikarî bû derxe... qîjand... çima tu mayî şaş, va ye tu min dibînî... dafekê lêde?
Ferecê heya wê demê bi qevelîskan rûniştî ku ji piştiyê Selma şaş mabû, rabû û dest û sînga xwe da bi piştî ve. Selma jî mîna gayê cot gêsinê wê li ber aliqî û piyê xwe li zeviyê asê kiribû, demarên stûyê wê derketibûn... Her zor dida xwe û piştiyê ... |