La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Laleşîn, Dîwan


Auteur :
Éditeur : Apec-Tryck Date & Lieu : 1997-01-01, Spånga
Préface : Pages : 240
Traduction : ISBN : 91-98014-10-3
Langue : KurdeFormat : 140x210 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 4226Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Laleşîn, Dîwan

Laleşîn, dîwan

Şêx Memduhê Birîfkanî

Apec

Min di vê pirtûkê de, bes hindek ji helbestên şa'irê bi nav û deng Şêx Memdfi'hê Birîfkanî belav kirine. Ev helbest ji rojnameya Hawkarî, Bizav, Birayetî û kovara Hawar û Ronahî û pirtûka Hozanvanêt kurd ya Sadiq Behaeddîn Amêdî û destnivîsa Îhsanê Birîfkanî û ji kasêta dengê Şêx Memdûhî bi xwe ya ko berî wefata xwe bi rojekê li Bexdayê, li mala kurê xwe Ebdulselamî tomar kiribû û herwisa ji destnivîsa Reşîd Findî ko helbesta Yazdey Adarê ji zar devê şêxî bi xwe nivîsîbû hatine wergirtin.

Xwe helbestên şêx Memdû'hî bi destxeta wî bi xwe hene, lê mixabin, hêş derfeta bidestxistin û çapkirina wan bi dest min ve nehatiye. Dibe ko di van helbestên berî nûke weşyayî de şaşî hatibine kirin, lê ji ber nebûna destnivîsa wî di destên min de, ez neşiyam wan hemî şaşiyan rast bikim, lê min li gor pêçêbûna xwe û alîkariya dayika xwe hewil daye ko şaşiyan rast bikim û şi'irên wî yên di dest min de bigehînim ber destên we yên hêja.

Gelek şa'ir hene ko di qada helbestvaniyê de xwedî pêçêbûnên bilind in û afirandinên wan yên şi'rî yên bihadar û pirr ciwan û şiyana şi'rî hene lê mixabin ko berhemên wan yên çapkirî nînin û ji ber hindê jî haya xwendevanê kurd, bi awayekê baş, jê nîne. Mebesta min ji belavkirina vê pirtiikê ew e ko aliyê şêx Memdû'hî yê helbestvan û hestdar, cihana wî ya tijî evîn û sofîtî û welatparêzî, şêxê xweş kurdîaxêv deynim ber çavan.
.....


Table des Matières


Naverok

Pêşgotin / 2
Şêx Memdu'hê Birîfkanî / 10
Şêx Nûreddînê Birîfkanî / 17
Şêx Şemseddînê Qutbî yê Xelelatî / 20

Helbest:
Dîlberî / 25
Canê me navê / 28
Yazdey Adarê / 30
Êşa Welatî / 33
Laleşîn / 37
Welatê min / 41
Roj bêteder / 43
Evîna Memduh / 45
Dîlberê dîsa / 47
Esmerê / 49
Behdînan / 50
Perîşan / 51
Carna / 52
Dinya / 53
Kefî / 54
Sîma / 55
Tuxîb / 56
Can kî ve çû / 57
Hewar / 58
Nazenîn / 59
Neke / 60
Sulîn / 61
Xem û dinya / 63
Karwan / 65

Çavkanî / 67
Ferhenga Şêx memdu'hê Birîfkanî / 69




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues