La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Serkomarê Kurdistanê li ber dadgeha Îranê


Auteur :
Éditeur : Wezareta rewşenbîrî Date & Lieu : 2007-01-01, Hewlêr
Préface : Pages : 96
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 150x220 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 1671Thème : Histoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Serkomarê Kurdistanê li ber dadgeha Îranê

Serkomarê Kurdistanê li ber dadgeha Îranê

Bedredîn Salih

Wezareta rewşenbîrî


Teksta dadgehîkirina pêşevan Qazî Mihemed û Sedr û Seyfî Qazî

Di derbarê dadgehîkirina pêşevan Qazî Mihemed û Sedr û Seyfî Qazî de, pir hatiye gotin û nivîsandin, diyar e ko ev nivîs du grûp in, grûpa yekê ew kes in yên ko xwestine dîrokê vajî bikin û li gor berjwendiyên dijminên kurdan, tîtal û gotin û tiştên dûrî wan zatan nivîsandine û hewl daye wê dîrokê vajî bikin, lê belê xuya ye berê rojê jî bi bêjingê nayê girtin, belgeya me jî dilsozî û evîna gelê kurd ya ji bo qaziyan û rêça pîroza wan e.

Grûpa duyê ya wan nivîsan jî, ew rêzdar in yên ko ji dilsoziya xwe şevbêr mane ji bo ko qul û valahiyên veşartî yên karesatê, ango rûxiyana komara Kurdistan û bidarvekirina pêşevanê wê eşkere bikin. Ya ko niha li ber destê we ye, teksta wê nivîsê ye, ya bi xameya efser (Kiyomers Salih) yê nûçegihanê kovara artêşa şahenşahiya Îranê hatiye nivîsandin ko welê diyar e bi xwe beşdarî dadgehîkirînê bûye. Teksta vê dadgehîkirinê wek wêjenameke taybet çap kiriye û pir bi nepenî li efserên mezin û cihê bawera şah û payebilindên hukûmetê parve kiriye.

Ev hejmara taybet ko bi navê (Tac Kiyanî) hatiye nivîsandin û li (Stad) Bingeha Navendiya Fermandarîya Artêşê hatiye arşîvkirin, me wergirtiye û wergerandiye kurdî.
.....

Bedredîn Salih
10-ê tebax 2000


Table des Matières



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues