La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Agir û Pirûsk - Dîwan 1


Auteur : Multimedia
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2003-01-01, İstanbul
Préface : Pages : 280
Traduction : ISBN : 975-8637-52-5
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. 2377Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Agir û Pirûsk - Dîwan 1

Versions

Dîwan 1 Agir û Pirûsk

"Cegerxwîn wextê ko dev ji melatiya gundan berda bergehê xwe jî guhart. Cib û şaş avêtin, riha xwe a dirêj û çar kenar ediland û dawiyê kete qelefata xortên vî zemanî, her wekî suretê wî şanî dide.

"Wextê Cegerxwîn ev inqilabên ha çêdikirin, di nav miletê wî de jî bi destên çend bijartan inqilabine mezin çêdibûn.

"Seyda jî şûrê xwe ji kalên kişandi bû, bera pûl û latên îtiqadên batil û xurafeyan dida, şerê neyarê hundir dikir, li kurmên darê li kurmên ku dar dixwarin digeriya. Ew kurmên ko Seydayê Xanî berî sê sed salî pêşî me kirine."


Celadet Alî Bedirxan


Identité

weşanên avesta: 149
Dîwan 1
Agir û Pirûsk
Cegerxwîn

Edîtor: Abdullah Keskin
Berg: Genco Demirer
Rastkirin: Dildar Şeko, Osman Mehmed
Tîprêzî: Leyla Keskin
Mîzanpaj: Avesta

Çapa Yekem: 1945, Şam, Hawar
Çapa Duwem: 1971, Uppsala
Çapa Sêyem: 1992, Stenbol, Deng
Çapa Çaran: 2003, Stenbol
Çap: Berdan Matbacılık

© Avesta-Keyo Cegerxwîn, 2002

Ji xeynê danasînê bêyî destûra weşanxanê bi tu awayî nayê kopîkirin
Reza berhemên Cegerxwîn
Bi alîkariya Enstîtuya Kurdî ya Parise tê çapkirin

AVESTA BASIN YAYIN
REKLAM TANITIM MÜZIK DAGITIM LTD. ŞTI.
Evliya Celebi Mah.
Aybasti Sok. No: 48/4
BEYOGLU / ISTANBUL
Tel-Faks: (0212)251 44 80

Ekinciler Caddesi
Nurlan Apt. Giriş Katı No: 2
OFIS / DİYARBAKIR
Tel-Faks: (0412)222 64 91

ISBN: 975-8637-52-5

 


CEGERXWÎN: Şaîrê kurd î herî navdar ê sedsala bîstan e. Di sala 1903an de li gundê Hesarê yê li ser Kercoşê hatiye dinyayê. Navê wî yê esil Şêxmûs e. Di dema Şerê Cîhanê yê Duwem de mecbûr dimîne diçe Amûdê. Li derdora Diyarbekir di medresê de dixwîne, îcaza xwe werdigre dibê seyda. Demekê melatiyê dike. Di xortaniya xwe de dest bi nivîsandinê kiriye. Berhemên wî yên pêşî di Hawarê de derketin. Gelek şi‘rên wî berî çap bibin, di nav xelkê de belav bûn, bûne stran, tesîreke mezin li civaka kurd kir. Di 1979an de li Swêdê bi cî bû. 22yê Cotmeha 1984an wefat kir. Gora wî di hewşa mala wî ya li Qamişlo de ye.

Heta niha di çend cureyan de dor bîst kitêbên wî çap bûne. Bi qasî wan jî ê neçapbûyî hene. Avesta bi munasebeta sedsaliya Cegerxwîn, hemû şi‘rên wî çap dike. Berhemên menzûm wê di deh cîldan de bên komkirin.
- Agir û Pirûsk
- Sewra Azadî
- Kî me Ez
- Ronak
- Zend-Avista
- Şefaq
- Hêvî
- Aşitî
- Salar û Mîdya
- Şerefnama Menzûm
Piştî wêşana dîwanan şi‘rên wî yên bijarte wê bi navê “Gulfiroş” bêne çapkirin. Di çapa nû de ji xeynî îmlayê guhertinek cidî di zimên de nebûye. Kêm cî di nava xwe de hatine standardîzekirin. Di wêşana berheman de me çapa wan î yekem esas girtiye, lê bi hemû çapê din re jî muqayese kiriye.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues