La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kî me Ez - Dîwan 3


Auteur : Multimedia
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2003-01-01, İstanbul
Préface : Pages : 319
Traduction : ISBN : 975-8637-54-1
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. 2320Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Kî me Ez - Dîwan 3

Versions

"...Cegerxwîn, bi dengek bilind û bê tirs û bê pirs, li ristên xwe gazî miiletê kurd kir, ji bo hişyar bibin, bindestî û sitemkariye dijmin ser xwe rakin. Lê Cegerxwîn bi rist û xebata xwe, xwest rengekî gelêr bidê tevgera kurd û bi vî awayî ban temamên qorên millet kir, da ko bi hev re bi yek destî rabin û welatê xwe rizgar bikln.

"Di vê dîwanê de jî biwêjê me, dîsa, şopa têkoşîn û şoreşgerî girtiye, nêrînek li ristên dîwanê, dide xuyakirin ko Seyda di ramanên xwe yên niştimanî û civakî de gavên fireh ber bi pêş ve avêtine û ji ristên wî yên evînî, merûf tê dighe ko Seyda hîna ew Cegerxwînê diltenik û evîndar e û hêvîdar in ko ev dîwan arîker bê ji bo ramanên pêşverû re li nêv milletê kurd de."



Hemîd Derwêş


Identité

weşanên avesta: 151
Dîwan 3
Kî me Ew
Cegerxwîn

Edîtor: Abdullah Keskin
Berg: Genco Demirer
Tîprêzî: Leyla Keskin
Rastkirin û Mîzanpaj: Avesta

Çapa Yekem: 1973, Bêrûd
Çapa Duwem: 1993, Stenbol, Deng
Çapa Sêyem: 2003, Stenbol
Çap: Berdan Matbacılık

© Avesta-Keyo Cegerxwîn, 2002

Ji xeynê danasînê bêyî destûra weşanxanê bi tu awayî nayê kopîkirin

Reza berhemên Cegerxwîn
Bi alîkariya Enstîtuya Kurdî ya Parise tê çapkirin

AVESTA BASIN YAYIN
REKLAM TANITIM MÜZIK DAGITIM LTD. ŞTI.
Evliya Celebi Mah.
Aybasti Sok. No: 48/4
BEYOGLU / ISTANBUL
Tel-Faks: (0212)251 44 80

Ekinciler Caddesi
Nurlan Apt. Giriş Katı No: 2
OFIS / DİYARBAKIR
Tel-Faks: (0412)222 64 91

ISBN: 975-8637-54-1

 


CEGERXWÎN: Şaîrê kurd î herî navdar ê sedsala bîstan e. Di sala 1903an de li gundê Hesarê yê li ser Kercoşê hatiye dinyayê. Navê wî yê esil Şêxmûs e. Di dema Şerê Cîhanê yê Duwem de mecbûr dimîne diçe Amûdê. Li derdora Diyarbekir di medresê de dixwîne, îcaza xwe werdigre dibê seyda. Demekê melatiyê dike. Di xortaniya xwe de dest bi nivîsandinê kiriye. Berhemên wî yên pêşî di Hawarê de derketin. Gelek şi‘rên wî berî çap bibin, di nav xelkê de belav bûn, bûne stran, tesîreke mezin li civaka kurd kir. Di 1979an de li Swêdê bi cî bû. 22yê Cotmeha 1984an wefat kir. Gora wî di hewşa mala wî ya li Qamişlo de ye.

Heta niha di çend cureyan de dor bîst kitêbên wî çap bûne. Bi qasî wan jî ê neçapbûyî hene. Avesta bi munasebeta sedsaliya Cegerxwîn, hemû şi‘rên wî çap dike. Berhemên menzûm wê di deh cîldan de bên komkirin.
- Agir û Pirûsk
- Sewra Azadî
- Kî me Ez
- Ronak
- Zend-Avista
- Şefaq
- Hêvî
- Aşitî
- Salar û Mîdya
- Şerefnama Menzûm
Piştî wêşana dîwanan şi‘rên wî yên bijarte wê bi navê “Gulfiroş” bêne çapkirin. Di çapa nû de ji xeynî îmlayê guhertinek cidî di zimên de nebûye. Kêm cî di nava xwe de hatine standardîzekirin. Di wêşana berheman de me çapa wan î yekem esas girtiye, lê bi hemû çapê din re jî muqayese kiriye.

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues