Éditeur : Avesta | Date & Lieu : 2003-01-01, İstanbul |
Préface : | Pages : 207 |
Traduction : | ISBN : 975-8637-55-X |
Langue : Kurde | Format : 130x195 mm |
Code FIKP : Liv. Kur. 2322 | Thème : Poésie |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Versions
"Di dinyayê de hertişt gora şrûtên dorberê xwe pêk tê. Merivên rêber, serok û senatkarên mezin jî gora hewceyên zeman û mekan derdikevin, dighên. Miletê me şairek mîna Cegerxwîn derxist, ji ber ku Kurdistan hewcedari wî bû. Ew nêzîkî dused sal in ku Kurdistan dikele, bo azadî ceng û şer dike û tê pelixandin. Gelê me hewcedarî dengekî bilind bû; Cegerxwîn bû ew deng; wî di şiêrên xwe da gilî û gazinên, hêvî û daxwazên gelê me ani ser zmên û bilind kir. Bona vê yekê, gelê me jî ji wî ra xwedî derket, dengê wî bû dengê gel... Kemal Burkay |
Identité | ||||
weşanên avesta: 152
CEGERXWÎN: Şaîrê kurd î herî navdar ê sedsala bîstan e. Di sala 1903an de li gundê Hesarê yê li ser Kercoşê hatiye dinyayê. Navê wî yê esil Şêxmûs e. Di dema Şerê Cîhanê yê Duwem de mecbûr dimîne diçe Amûdê. Li derdora Diyarbekir di medresê de dixwîne, îcaza xwe werdigre dibê seyda. Demekê melatiyê dike. Di xortaniya xwe de dest bi nivîsandinê kiriye. Berhemên wî yên pêşî di Hawarê de derketin. Gelek şi‘rên wî berî çap bibin, di nav xelkê de belav bûn, bûne stran, tesîreke mezin li civaka kurd kir. Di 1979an de li Swêdê bi cî bû. 22yê Cotmeha 1984an wefat kir. Gora wî di hewşa mala wî ya li Qamişlo de ye.
|