Éditeur : Avesta | Date & Lieu : 1998, Istanbul |
Préface : | Pages : 80 |
Traduction : | ISBN : 91-88592-02-2 |
Langue : Kurde | Format : 130x195 mm |
Code FIKP : Liv. Kl. 4086 | Thème : Poésie |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Were Dotmam Dotmam welê ye. Heta mirov xwe nas dikit emrê xwe xelas dikit. Ez pîr bûme. Di derxika canê min de çil buhar bişkivîne. Qurma bedena min çil zivis¬tan dîtine. Bi sedan ba û bahosan ew hejandine, bê hejmar berf û baran tê re çûne. Celadet Alî Bedirxan
|
Identité | ||||
AVESTA/ŞIÎR: 30/9 Şiîrên di vê kitêbê de ji "Hawar"ê hatine berhevkirin...
(Hawar, Kovara Kurdî, Hejmar 1-9, Wergerandin ji elfabeya erebî- farisî û ji nuh ve nivîsandin: Mihemed Bekir, Weşanxana Hawar, Swêd, 1987. Hawar, Kurdish Journal, Nos: 24-57, Amadekar: Hemreş Reşo, Berlin, 1976.) Her du şiîrên ku di van berhevokan de cih nagirin, "Tala Karwên" û "Ceheba Daykê", ji Qamişlo Konê Reş, wergerandin alfabeya latînî û tevî kopyake orijînalên wan ji me re bi rê kir. Em ji hemûyan re spasdar in. Me li bin şiîran hejmara kovarê a ku tê de çap bûne û nîşeya dawiya şiîrê wek xwe nivîsand. Ji bo şiîrên bê nav hatine çapkirin jî "Bêîmze" hatiye nivîsand. CELADET ALÎ BEDIRXAN : Di sala 1893'an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Neviyê Mîr Bedirxan Paşa ye. Dibistana yekemîn û a navîn Ii Stenbolê xwend. Di Şerê Cîhanê ê Yekemîn de di nav Artêşa Osmanî de li Eniya Kafkas dû. Piştî ku Împaratoriya Osmanî hilweşiya, ji bo yekîtiya eşîrên kurd pêk bîne xebitî, lê bi ser neket. Di sala 1922'an de tevî birayê xwe Kamiran Alî Bedirxan çû Almanya û li wir xwendina xwe domand. Di 1925'an de derbasî Rojhilata Navîn bû, piştî demekê li Kahîre ma çû Sûrî û li wir bi cih bû. Li binxetê bi Haco Axa û ronakbîrên din ên kurd re Xoybûn ava kirin. Di salên 30'an de dest bi xebatên kulturî kir. Berpirsiyar û xwediyê kovara Hawar û Ronahî bû. Elfaba kurdî bi latînî çêkir. Li ser gramera kurdî xebatên gelekî girîng kirin. Celadet Alî Bedirxan, di 15'e Tîrmeha 1951'ê de li Şamê ça ser dilovaniya xwe. Avesta, wê di pêşerojê de hemû berhemên Bedirxan kom bike û biweşîne. Piştî mirina wî bi 46 salan, em wî bi hurmet bi bîr tînin. RÊZA CELADET ALÎ BEDIRXAN |