La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Hêvî û jiyan


Auteur :
Éditeur : Pêrî Date & Lieu : 1999, İstanbul
Préface : Pages : 94
Traduction : ISBN : 5799-24
Langue : KurdeFormat : 130x193 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 4423Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Hêvî û jiyan

Hêvî û jiyan

Kevoka spî

Kevoka spî li jorê
bi fira xwe di bilindahiyê de
li bin konê asmanê şîn
bi birîndariya çengê xwe
li hêlînekê, nerm û bê tirs, digere

Dema tu liqasî wê kevokê bibî
birîna wê zêdetir kûr neke berde,
bila ew li rêya xwe here
loma ew, ne li gorê, lê li jînê digere

Eger şiphe ket dilê te jî
bêhnferehiyek bide ser dilê xwe
û li sitrana wê guhdarî bike
ku tu derd û kulên wê bibihîzî
çawa ew ji sedema evînê birîndar e

Eger şipha te hê jî ji dil ne çû
li çavên wê yên melûl binêre
gotinên zêrîn tev hêviyan xuya dikin
qet nebe wan bixwîne û bawer bike

 


Identité

Derwêş M. Ferho

Hêvî û jiyan
Helbest

Enstituya kurdî ya Bruksel * Weşanên Pêrî

Weşanên Enstıtuya Kurdî ya Brukselê
Û
Weşanên Pêrî
Çapa yekem 1999

Pergala berg û rûpelan: Enstituya Kurdî ya Brukselê

Wêneya bergê: Behram Haco
Cilt: Yalçın Mücellit
Çap
Kayhan Matbaası

D 1999 5799 24
1999 / Publ. Nr. 24

Copyright
Enstituya Kurdî ya Brukselê
Rue Bonneelsstraat 16 -1210
Brussel-Bruxelles
Belgium
Tel. 00 32 2 230 89 30,
Fax. 00 32 2 231 00 97
Bank Nr. 001 - 2068530 - 81

Weşanên Pêrî
Gureba Hüseyin Ağa mah.
Dağarcık sok.
Sultan Mehmet han.
No: 32/26 Fatih/İstanbul
Tel-Fax: (0.212) 621 32 21


Derwêş M. Ferho, ji Mizîzexê, gundekî ji navçeya Torê ye. Di destpêka sala 1977 de ji welêt derket û ji hinga ve li Beljîkiqa dimîne. Ew yek ji hîmdarê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê ye. Niha jî serokatiya wê dike. Di sala 1983 de wî Enstituya bilind ya Rehabilitasyonê qedand. Berhemên Derwêş M. Ferho: Dengê roja dîl (helbest), Destpêka fêhrbûna zimanên Kurdî-Holandî, Lied der aarde (werger). Cegerxwîn: Poîzie uit Koerdistan (werger), Binêr... ez mezin dibim (werger) û nivîsarên cihê di koyar û rojnameyên kurdî û Beljîkiyan de.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues