La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nûdem, hejmar 6


Auteurs : | | | | | | | | | Multimedia | | | | | | Multimedia | | | | |
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1993, Morgongåva
Préface : Pages : 112
Traduction : ISBN : 1103-1964
Langue : KurdeFormat : 160x235 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Nûdem, hejmar 6

Versions

Nûdem
Kovara hunerî, edebî û çandî

Enstîtuyên Kurdî

Civaka kurdî bi her awayî di hundirê guhertin û xwenûkirinê de ye. Sîstema feodalîzmê bi lez difeşkile, têkîlî û danûstandinên bermayê wê hêdî hêdi ji navê radibin. Di şûna vê sîstema ku bi sedsalan e li welatê me hebûna xwe parastiye, sîstemeke îndustrî lê bi cih dibe. Bi pêşketina vê sîstema nû, rewşa miletê me, nêrîna mirovên me ya dinyayê, rabûn û rûniştina me, rewşa me ya psîkolojîk jî tê guhertin, li gorî hewcedariyên jiyana vê sîstema nû em gavên xwe davêjin. Em dixwazin tola xwe ji dîrokê bistînin, loma jî em qeyd û merbendên tarîtî, zulum, paşdemayin û nezaniyê dişkinin û em gava xwe davêjin cîhaneke nûdem; em dikevin nava refên welatên hemdem. Em ji têkiliyên bermayên feodalîzmê, yên ku ji bo pêşketina civaka me bûbûne asteng, ji şer û pevçûna eşîrtî, ji dijminatiya li hemberî hev, hêdî hêdî azad dibin, em dikevin ser riyeke nû, riya bajarvanî û medeniyetê. Em êdî bi her awayî li hebûna xwe xwedî derdikevin; em xwe tenê bi riyekê, bi nêrînekê, bi hêzekê ve girê nadin, di her warê jiyanê de, em li gorî hewcedarî û xwestekên xwe tevdigerin.

Nezaniya malkambax, ku hetanî niha mîna kabûsekî xwe bi hemû giraniya xwe berdabû ser dilê me, em çavgirtî û bêçare hiştibûn, niha em hêdî hêdî zora wê dibin, em hew dikevin xefka wê, lê em xefkê li ber wê vedigirin. Rê û metodên ku welatên azad û serbixwe berî bi sedsalan ji bo rohnîkirina civaka xwe bi kar anîne, em hê nû bi wandihesin, ev rê û metodên ku nîşanên bajarvanî û pêşketinê ne, hê nû bala me dikişînin, qîmeta wan ya bilind hê nû ji me ve xuya dibin. Sazgehên demokratîk, akademî û enstîtu ku cihên xebatên kolektîv û dibistanên zanistî yên pêşdexistina ziman, edebiyat, çand û her celeb toreya welatekî ne, li ba me (mebesta min Kurdistana Tirkiyê ye) hê nû girîngiya van celebsazgehan dixuye. Ev sazgeh ji bo çand û edebiyata miletekî cihên xebata nûdem e, ji bo azadî û ji nezaniyê rizgarkirina miletekî jî tîrêjên hêviyê ne. Digel pirr derengmayin û kul kêmasiyan em îro xwediyên van sazgehan in, em xwediyên enstîtuyan in. Enstîtu cihên xebatên ilmî û zanistiyê ne, nîşana bajarvaniyê ye. Enstîtu, akademî û sazgehên di van celeban de rohniya civaka xwe ne.

Yên me jî rohniyên me ne. Lê barê yên me pirr giran in. Divê ew ji me re gelek tiştan bikin. Ew tiştên ku divabû berî niha bi sedsalan bihatana kirin. Lê derengmayin ji qet nekirinê çêtir e. Derengmayin û heta niha nekirina me ji rewşa me ya siyasî tê. Rewşa me ya wêran ku pirrê caran me ji bo bêhnek azadî û çirûskek hêvî serê xwe da ye. Rewşa me ya ku nehiştiye em çavên xwe vekin û mîna gelên dinyayê bi avakirin û pêşdexistina civaka xwe dakevin. Serdestên me nehiştine ku em kultura xwe vejînin, bi zimanê xwe bipeyivin, stiranên xwe bistirên, romanên xwe binivîsînin... Loma jî em heta niha civakeke ji hevdeketî mane. Me cihê xwe di nava civakên hemdem de negirtiye, em nebûne xwediyê rûmet û serbilindahiyê. Wek me got, çiqas dereng be jî em îro di despêka vî karî de ne. Barê giran li ser milên Enstîtu û sazgehên kurdan in.

Stiranên ku heta niha nehatine gotin, zimanê ku nehatiye vejandin, edebiyata ku nehatiye nivîsandin, klasîkên ku nehatine çapkirin û belavkirin, kultura ku nehatiye nasandin û gelek tiştên din di dorê de ne. Gelo enstîtuyên me yên ku îro hene di çi rewşê de ne? Ew dikarin çi bikin? Wan heta niha çi kirin? Planên wan yên pêşerojê çi ne? Me ev pirsên ha ji serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Mîrza Kendal Nezan, berpirsiyarê Enstîtuya Kurdî ya Sternbolê Mîrza Feqî Huseyn û sekreterê Enstîya Kurdî ya Brukselê Mîrza Derwêş Ferho kirin:
.....

Firat Cewerî


Identité

Nûdem

No: 6, 1993

Kovara hunerî, edebî û çandî

Xwedî û berpirsiyarê giştî:
Firat Cewerî

Hejmar: 6
Gulan 1993

Şerdên abonetiyê (Salek):
Swêd: 190 Skr.
Welatên din: 39 $
Postgiro: 636 36 25-2
ISSN: 1103-1964

Wêneya bergê: Hiner Selîm

Pergela rûpelan: Mezopotamya

Nivîskar û hevkarên Nûdem'ê:

- Swêdê: Mehmed. Uzun, Rohat, Fawaz Hussain, Zeynelabidîn. Zinar, Mehfûz Mayî
- Elmanya: Husên Düzen
- Belçîka: Derwêş. Ferho
- Fransa: Ferhad Pîrbal
- Australya: Şahînê Bekirê Soreklî
- Tirkîye: Cemşîd Bender
- Ermenistan: Eskerê Boyik, Tîmûrê Xelîl
- İran: Ehmed Serîfî
- Sûriye: Siyabend Birahîm

Navnîşan
Gamla Landsv. 36
S- 740 41 Morgongåva, Sweden
Tel. & fax: 0224-61 428




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues