La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nûdem, hejmar 10


Auteurs : | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | Multimedia | | | | | Multimedia | | | | |
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1994, Järfälla
Préface : Pages : 112
Traduction : ISBN : 1103-1964
Langue : KurdeFormat : 160x235 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Nûdem, hejmar 10

Versions

Nûdem
Kovara hunerî, edebî û çandî

Dêmê her edebiyatê bi pexşana wê xuya dibe

Tosinê Reşîd

Nûdem: Tu dikarî behsa dîroka edebiyata kurdên Kevnesovyetê bikî? Li ku û kîjan demê edebiyata kurdî li wir geş bû? Teşwîq ji ku dihat?

Tosinê Reşîd: Gava gilî tê ser edehiyata kurdên Kevnesovyetê divê em berî gişkî li ser edebiyata kurdên Ermenîstanê rawestin. Ji Ermenîstanê der çend kesan li Gurcistanê dinivîsîn, lê ew kes xelkê Ermenîstanê bûn, li Ermenîstanê xwendibûn, berhemên xwe li Ermenîstanê çap dikirin.

Destpêka salên 30'î çend çirûskan li Azerbeycanê jî xuya kir, lê Azeriyan bi lez û bi hovîtî ew çirûsî vemirandin.

Edebiyata kurdî li Ermenîstanê ji salên 30'î dest pê kir, hema em dikarin bêjin ji ronahîdîtina rojnama Riya Teze (adar 1930). Ev edebiyata bi biryara partiya komunîst û hukûmeta Ermenîstanê dest pê bûye. Ji ber vê yekê jî ne ku wan mirovan dest pê kir binivîsin, ewên dayina Xwedê bi wan re bû, merîfeta wan ya nivîskariyê hebû, lê hema kî xwendin û nivîsara kurdî zanîbû, di rê û dirbên çapkirina pirtûkan de jêhatî bûn.

Hinek ji wan bûne bela serê edebiyata me û heya îro jî em nikarin ji wan bifilitin.

Vê edebiyatê ji cihê vala dest pê kir, tu pêwendiyên wê bi edebiyata me ya klasîk û ya wê demê re tune bû. Lewma jî nivîskarên wê demê ji bo xwe wek mînak edebiyatên enneniyan û rûsan hildan.

Wan salan Erebê Şemo, Heeiyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl, Wezîrê Nadirî, Ehmedê Mirazî di nav edebiyata kurdî de cihên xwe girtin û berhemên xwe çap kirin.

Naveroka vê edebiyatê propoganda sosyalîzmê, jiyana nû û rexnekirina jiyan û erf û edetên kevin bû. Edebiyata kurdî wan salin bi tîpên latînî çap dibû.

Bi kêm û kurtiya ve tevayî, ev edebiyata ji bo duwarojê bû bingeh. Vê rewşê heta sala 1937'an dom kir. Wê sala reş ...


Identité

Nûdem

No: 10, 1994

Kovara hunerî, edebî û çandî

Xwedî û berpirsiyarê giştî: Firat Cewerî

Hejmar: 10, Havîn: 1994

Şertên abonetiyê (salek)
Swêd: 190 Skr.
Welatên din 39 $
Postgiro: 636 36 25-2

ISSN: 1103-1964

Wêneyên bergên pêş û paş:
Ebdilrehman Kelho
Pergala rûpelan: Nûdem

Hevkarên Nûdemê
Swêd:  Mehmed Uzun, Rohat, Zeynelabidîn Zinar, Xelîl Duhokî, Mehfûz Mayî, Dilawer Mêqerî.
Almanya: Husên Düzen.
Norvec: Sebrî Botanî.
Austurya: Haviz Qazî.
Australia: Şahînê Bekirê Soreklî.
Holanda: Bedirxan Epözdemir.
Tirkiye: Cemşîd Bender.

Navnîşan
Termo. 52
175 77 Järfälla / Sweden
Tel û fax: 8-583 564 68




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues