La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nûdem, hejmar 11


Auteurs : | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | |
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1994, Järfälla
Préface : Pages : 112
Traduction : ISBN : 1103-1964
Langue : KurdeFormat : 160x235 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Nûdem, hejmar 11

Versions

Nûdem
Kovara hunerî, edebî û çandî, 

Ji bo kekê Mûsa Anter

Yaşar Kaya

Li darê dinê de tu tiştî wekî wêna kekê Mûsa Anter di nav sedya mirinê de dilê min neşewitand. Rûyê wî yê spî di nav xwîna sor de mabû. Agir bi min ket, solên wî di lingên wî de nebûn, lê belê li cem wî bûn. Te digot, ew nemiriye, radizê. Gelo ev çi neyartî, çi zordestî, çi hovîtî bû! Min bi xwe, ji xwe re got, "êdî kekê Mûsa tune. Ça ku ez di nav cîhanê de tenê, bê xweyî û bêxwedan mame..."

Mim li gelek ciyan got; kurdan kekê Mûsa nas nekir. Kurd divê ji bo wî gelekî bixwînin û binivîsînin di jiyana wî ya bêhempa de gelek alî ji bo welatparêziyê, ji bo fikrên netewayî, ji bo xebata şoreşgerî, dîrokvanî û niviskarî, feylesofî û derwêşî hene. Derwêşiya wî ji sebra wî dihat. Wî gelek mekteb û medrese dîtibûn. Ew zane bû, pispor bû. Di deh pêçiyên wî de deh huner hebûn. Di rojnameyeke tirkî de, bîranîneke wî derketibû, di wir de digot ku; "ez, Faîq Bucak, Remzî Bucak, Ziya Şerefhanoğlu, Dr. Yusuf Azîzoğlu, em hatine cem hev, me armanca xwe kire yek, me partiyeke dizî damezirand. Me navê wê jî danî 'Partiya Xilasbûna Kurdistanê', sal jî 1945 bû." Bi kurtasî gotina wî weha bû. Min rojname xwend û ez êvarê çûm mala wî, min got, "kekê, ji bo çi te tiştekî weha nîşan kir û bala mirovan kişand?" Wî jî weha got, "birayê min, ev heval hemû çûne ber rehma Xwedê. Ez tenê mame. Ew hez dikin, bila min jî bikujin, xem nîn e. Lê belê mirin nêzîk e, ez ê bimirim. Hûn ê ji kuderê bizanibin ku tiştekî weha heye? bila qet nebe, di dîroka me de derbas be. Ev ji kuştina min hêjatir e. Hûn jî bizanibin, baş e." Heta nîvê şevê me dan û standina xwe xelas kir û ez rabûm, hatim malê.

Eger meriv bikaribe hevpeyvîna wî û min a van bîst û pêne salan de binivîse, dibe weke 4-5 cîld pirtûk. Vê carê, beriya çûyîna wî ya Diyarbekra xopan, ez li nexweşxanê de radizam. Wî ji min re telefon vekir, mîna niha dengê wî di guhê min de ye; "Yaşar, bavê min, tu çawan î? Binê, ez ji te rîca dikim, henekeke sar bi me nekî ha!" Min got, "metirse, tiştekî dilê min tune. Do doktoran li dilê min ...


Identité

Nûdem

No: 11, 1994

Kovara hunerî, edebî û çandî

Xwe û berpirsiyar giştî: Firat Cewerî

Hejmar: 11, Payiz: 1994

Şertên abonetiyê (salek)
Swêd: 190 Kron
Welatên din 39 $
Postgiro: 636 36 25-2

ISSN: 1103-1964

Wêneya bergê: Bişar Îsa
Pergela rûpelan: Nûdem

Desteka nivîskaran: Mehmed Uzun, Nacî Kutlay, Rohat, Zeynelabidîn Zinar, Xelîl Duhokî,
Mehfûz Mayî, Hesenê Metê, Husên Düzen, Sebrî Botanî, Haviz Qazî,
Şahînê Bekirê Soreklî, Bedirxan Epözdemir.

Navnîşan:
Termov. 52, 2tr.
175 77 Järfälla Sweden
Tel û fax: 8-583 564 68




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues