Versions- Nûdem, hejmar 2 [Morgongåva, 1992]
- Nûdem, hejmar 3 [Morgongåva, 1992]
- Nûdem, hejmar 5 [Morgongåva, 1993]
- Nûdem, hejmar 6 [Morgongåva, 1993]
- Nûdem, hejmar 9 [Järfälla, 1994]
- Nûdem, hejmar 10 [Järfälla, 1994]
- Nûdem, hejmar 11 [Järfälla , 1994]
- Nûdem, hejmar 15 [Järfälla, 1995]
- Nûdem, hejmar 16 [Järfälla, 1995]
- Nûdem, hejmar 18 [Järfälla, 1996]
- Nûdem, hejmar 21 [Järfälla, 1997]
- Nûdem, hejmar 22 [Järfälla, 1997]
- Nûdem, hejmar 24 [Järfälla, 1997]
- Nûdem, hejmar 26 [Järfälla, 1998]
- Nûdem, hejmar 28 [Järfälla, 1998]
- Nûdem, hejmar 29 [Järfälla, 1999]
- Nûdem, hejmar 34 [Järfälla, 2000]
Nûdem Kovara hunerî, edebî û çandî
Mir Kamiran Alî Bedir-Xan
Rojan Hazim
Gava Firat Cewerî, ji bo kovara Nûdemê pêşniyara ji nû ve weşandina birek ji pêşgotina rojnama Stêr ya li ser Mîr Kamiran kir -Stêr, çapa nû, Weşanxana Xanî Bateyî, 1992, Danmark- ; me careke dî çav lê gerand ku hindek kêmasiyên zimanî serast bikin. Lê belê, xûya bû ku ji paragrafa "Portreya Kamiran Ali Bedir-Xan, -rûpel 12-" destpêkirin dê tevayiya nivîsarê kem bike. Lewma, me ji navbira "Birayên Bedir-Xanî: Mîr Celadet û Mîr Kamiran" destpêkir. Ya rastî jî heke mirov bixwaze taybetî li ser Mîr Kamiran jî binivîse, heta mirov li ser Mîr Celadet çend gotina neke mirov nikare yekser derbazî ser gotina Mîr Kamiran bibe. Jiyana van herdu bira ji gelek aliyan ve pêkve girêdayî ye. Vêca bi kurtî jî be; em dê ji gotina "li ser herdu bira" dest pê bikin û paşê jî gotinê bi firehî bînin ser Mîr Kamiran.
Birayên Bedir-Xanî: Mir Celadet û Mir Kamiran
Binemaleke jîr, kêrhatî, rûspî, serbilind, dilêr; xwenda, têgihiştî, zana; û digel hinde xasyetên herî baş û qenc derece yêk welathez û parêz... (Têkçûyîn û xwe berze kirina hindek kesên vê binemalê, bi giştî xasyeta baş ya vê binemala ku di her keysî da ji bo Kurdistaneke serbixwe serhildane, xirab nake û herweha sihê li kiryarên welatparêz yên binemalê jî nake.)
Binemala Bedir-Xaniya, binemaleke boş, mezin û fireh e. Nifûsa vê binemalê temetî gundekî adetî yê Kurdistanê dike...
Lê belê, îro danîna dara secera binemala Bedir-Xaniya gelek dijwar e. Ji ber ku ev binemale di serî da ji aliyê dewleta Osmanî û paşê jî îdara Jontirka û dawiyê jî ji aliyê hûkmeta Kemalîst ya dewleta Tirkiyê ve hate belav û derbeder kirin... Endamên jîr û kêrhati yên vê binemalê berbelavî rojhilata navîn û Ewrupeyê bûn. Paşnavê yên li Tirkiyê mayî hate guhartin û gelek neheqî lê hatin kirin. Bi kurtî dewleta Osmanî û paşê jî ya Kemalîst hemû zulm û teda kir ku nav û dengê vê binemalê bête birandin û ji bîr kirin... (Piştî weşandina nû ya rojnama Stêr ji aliyê me ve; nivîskar û lêkolîner Malmîsanij pirtûkek li ser binemala Bedir-Xaniya bi tirkî weşand Li ser binemalê hindek agandariyên fireh hatine dan. Navê pirtûkê: "Cizira Botanli Bedirhaniler" e. Weşanên Apec, Swêd 1994)
Kamiran A. Bedir-Xan li ser bapîrê xwe Bedir-Xan Paşa wisa gotiye : "Li gor gotina 99 zarokên bapîrê min hebûne... Lê ev tişt baş tê zanîn ; gava wî wefat kir, 21 law û 21 ... |